‘Windakirina binçavkiriyan, binpêkirina mafê mirovan e’

Nûnera Taybet a Mafên Mirovan a NY’yê ya li Îranê May Sato ragihand ku ji nêz ve dosya 25 kesên li bajarê Meşhedanê hatîn binçavkirin dişopînin û got: “Windakirina binçavkiriyan, binpêkirina mafê mirovane.”

Navenda Nûçeyan – Roja 12’ê Kanûnê li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî jî di nav de, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatin binçavkirin. Nerazîbûnên li dijî binçavkirinan herku diçe mezin dibe. Nûnera Taybet a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li Îranê May Sato têkildarî çalakvanên Îranê yên li Meşhedanê hatîn binçavkirin, li ser rûpela xwe ya X’ê peyamek belav kir.

May Sato diyar kir ku ji nêz ve doza 25 kesên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve di merasîma cenazeyê Xosro Elî Kurdî de li Meşhedan a Îranê hatine girtin, dişopînin.

Nûnera Taybet a NY’yê May Sato destnîşan kir ku agahiyên li ser cihê binçavkiriyan hîn ne diyarin, ev yek binpêkirina prensîbên mafên mirovan ên yasayên navneteweyî ye.

May Sato tekezî kir ku windabûna binçavkiriyan, fikarên cidî li ser ewlehî û rewşa wan derdixe holê.