Bi pîşeya xwe li Misra Jorîn qaliban hildiweşîne

Heba Eşref li Misira Jorîn zincîrên kevneşopiyê şikand, nîşan da ku îradeyek û xebata dijwar dibe sedema serkeftinê. Wê wekî ajokara motorsîkletê dest pê kir, piştre karûbarek radestkirinê damezrand, bi biryardarî û xwe-fêmkirina xwe îlham da jinan.

ÎMAN SAMÎR ELÎ

Misir – Li Misira Jorîn ku adet û kevneşopî kûr in, çîroka Heba Eşref derdikeve pêş. Wê xwe nespart şert û mercên xwe, karekî dijwar ku bi kevneşopî bi mêran ve girêdayî ye, bijart. Ew fêrî ajotina motorsîkletê bû û  di karsaziya radestkirinê de dest bi rêwîtiya xwe kir, ji ezmûnek kesane veguherî projeyek serketî.

Heba Eşref xelkê Misra Jorîn e, zewicî ye lê zaroka wê tuneye. Hevjînê wê nexweş e û nikare bixebite, ev yek wê bi erkên giran ên darayî, deynan û lêçûnên dermankirina wî ya bijîşkî dagirtiye. Wê her wiha piştî mirina diya wî, berpirsyariya mezinkirina biraziyê hevjînê xwe girt ser xwe, hemû lêçûn û lênêrîna wî dabîn kir. Heba Eşref biryar da ku bikeve nav kar, ji ber vê yekê wê ji biraziyê xwe pirsî gelo ew dikare bi wî re bixebite û tiştên hatine xwestin radest bike. Tevî matmayîna her kesî, ji ber ku ev kar wekî karekî dijwar tê hesibandin û li Misira Jorîn karê mêran e, wê heta ku biraziyê wê razî bû berdewam kir.

Heba Eşref motorsîkletek kirî û di nav çar rojan de fêrî ajotina wê bû. Tevî zehmetiyên destpêkê, hêdî hêdî fêr bû û bû ajokarek jêhatî.

Wê dest bi xebata bi şirketek re kir, daxwazan ji bo wan radest dikir, piştre biryar da ku bi awayek serbixwe bixebite. Hejmara wê ya têkiliyê hebû û dest bi wergirtina daxwazan rasterast ji mişteriyan kir. Bi demê re, wê beşek mişteriyan ava kir ku piraniya wan jin bûn ku daxwaza radestkirina cûrbecûr pêdiviyên wê dikirin, ji sebzeyan bigre heya dermanan.

Derbarê bertekên xelkê herêmî de, ew dibêje, “Di destpêkê de li Misira Jorîn, fikra ajotina jinekê ya motorsîkletek, ji bo her kesî tiştek matmayî bû. Ji ber ku adet û kevneşopiyên wê qebûl nakin. Lê bi demê re helwest bi tevahî guherî û ez ji handan û piştgiriya mirovan matmayî bûm.”

Dixwaze kar mezin bike 

Piştî demek xebata dijwar, Heba Eşref yekem ofîsa xwe ya radestkirinê vekir. Wê rûpelek Facebookê çêkir da ku reklamê bike, çend karmend girtin û ofîs berfireh bû da ku bajar û bajarokên cûrbecûr bigire nav xwe. Ew li seranserê Assiut û deverên derdora wê, bi bingehek mişterî ya mezin û dilsoz, navdar bû.

Heba Eşref hêvî dike ku karsaziya xwe veguhezîne pargîdaniyek radestkirinê ya mezin û hêza xwe ya kar zêde bike. Ew peyamek ji her keç û jinê re dişîne: “Herin derve û bixebitin. Di kar de şerm tune. Bi hêz bin û ji tiştê ku mirov dibêjin netirsin. Her kesê ku bi zehmet dixebite û berdewam dike, bêyî ku zehmetî hebin, bi ser dikeve û dighîje armancên xwe.”

Çîroka Heba Eşref ne tenê ezmûnek kesane ye; ew veguherînên civakî û aborî yên li Misira Jorîn jî nîşan dide. Wê sînorkirinên kevneşopî yên ku jinan bi rolên sînorkirî ve girêdidin şikand, bû modelek ji bo jina berxwedêr ku bi kar û biryardariyê rastî  şert û mercên dijwar tê.