Li Bamyanê berxwedana jinan li dijî sînorkirinan

Bamyan, parêzgeheke dîrokî û çandî ya girîng a Efganistanê ye, ji vegera Talîbanê ve bi sînorkirinên berfireh ên li ser jiyana jinan re rû bi rû maye. Jinan bi perwerdehiyên veşartî, bazarên jinan û qursên jêhatîbûnê rêyek nû ya berxwedanê bijartine.

BAHARAN LEHÎB

Bamyan – Yek ji herêmên navendî yên Efganistanê - ne tenê wekî dergûşa şaristaniyê, çand û dîroka kevnar a vê axê tê zanîn - Bamyan e. Her gav sembola jiyana hevbeş, tolerans û berxwedana sivîl bûye. Bi dîrokek ku bi hezaran salan dirêj dibe, ji peykerên Bûda bigre heya rola wê ya li ser Rêya Hevrîşimê, ev herêm di bîra dîrokî ya Efganistanê de cîhek taybet digre. Li gorî gelek herêmên din, Bamyan wekî herêmek hinek aram û çandî dihat nasîn ku tê de perwerde, huner û beşdariya civakî girîng dihat dîtin.

Jinên Bamyanê di perwerde, tenduristî, medya û çalakiyên sivîl de çalak bûn

Ji bilî vê paşxaneya dîrokî, jinên Bamyanê di salên dawî de di jiyana civakî, perwerdehî û çandî ya parêzgehê de rolek girîng lîstine. Keç û jinên Bamyanê di nav komên pêşîn de bûn ku gihîştin xwendina bilind, li zanîngehê xwendin û di warên wekî perwerde, tenduristî, medyayê û çalakiyên sivîl de çalak bûn. Beşdarbûna jinan a di saziyên hikûmetê, NGO’yan û projeyên pêşkeftinê de Bamyan kiriye mînakek berbiçav a beşdariya jinan a li Efganistanê. Jinên Bamyanê ne tenê wekî karker, di heman demê de wekî ajanên guhertina civakî jî dihatin nasîn. Wan di bilindkirina hişmendiya giştî, pêşvebirina perwerdehiya keçan, parastina mîrata çandî û xurtkirina hevgirtina civakî de rolek bi bandor lîstin.

Talîbanê bi giranî destkeftiyên jinên Bamyanê tehdît kirine

Tevî astengiyên kevneşopî û avahîsaziyê, gelek jinên li parêzgehê karîbûn bibin rol modelên ji bo nifşê ciwan, wêneyek cûda ya jina Efganî pêşkêş bikin: jinek agahdar, çalak û berpirsyar di civakê de. Lê belê, pêşketinên siyasî yên dawî û vegera Talîbanê bi giranî destkeftiyên jinên Bamyanê tehdît kirine. Sînorkirinên li ser perwerde, kar û hebûna jinan a civakî ne tenê bandor li ser paşeroja wan a takekesî kiriye, lê di heman demê de bandor li ser rêya pêşketin û aramiya civakî ya parêzgehê jî kiriye. Lêkolîna rewşa li Bamyanê bêyî ku rol û çarenûsa jinên wê were hesibandin, dê wêneyek netemam ê rastiya parêzgehê eşkere bike; ji ber ku jinên Bamyanê her gav beşek yekgirtî ya nasname, berxwedan û hêviya vê civakê bûne.

‘Çalakiyên me nesekinîne, berovajî vê, form guhertine

Zehra Huseynî, çalakvanek civaka sivîl a ji parêzgeha Bamyanê ye. Zehra, li ser rola jinan a li Bamyanê wiha got: “Bê guman, şert û mercên ji bo jinan pir dijwar bûne. Gelek derfetên ku bi xebata dijwar hatine afirandin ji nişka ve winda bûne; dibistanên keçan hatine girtin, karê jinan hatiye sînordarkirin û atmosferek tirsê serdest bûye. Lê berovajî tiştê ku Talîban difikirî, jinên Bamyanê teslîm nebûne. Dibe ku hebûna me ji asta fermî hatibe rakirin, lê çalakiyên me nesekinîne, berovajî vê, form guhertine.”

Ji bo jinan qursên xwendin û nivîsandinê, kompîturê û Îngilîzî

Zehra destnîşan kir ku di şûna paşvekişandinê de, jinên Bamyanê rêyên nû dîtine da ku têkoşîna sivîl bidomînin û wiha domand: “Wan bazarên jinan ava kirin ku hemû firoşkar jin bûn û cihên ewle afirandin ku keç û jin dikarin perwerdehiyê bibînin, pirtûkan bixwînin û bêyî ku bala wan bikşînin huneran fêr bibin. Ev cih ne tenê cihên perwerdehiyê bûn, di heman demê de cihên hevgirtinê, hêvî û berxwedana bêdeng jî bûn. Kursên perwerdeyê li Bamyanê ji berê berfirehtir bûne. Ji bo jinên ku di bin zext û tirsê de ne, qursên xwendin û nivîsandinê, Îngilîzî, jêhatîbûna komputerê, dirûnê, karên destan û heta qursên perwerdehiya psîkolojîk jî têne organîzekirin. Jin bi xwe bûne mamoste û plansazker, berpirsyariya perwerdekirina nifşê pêşerojê digrin ser xwe. Ev nîşan dide ku çalakiyên jinan ji kêmbûnê dûr, bêtir armancdar û kûrtir bûne.”

‘Ev cureyek berxwedana sivîl e’

Li ser pirsa ‘Talîban çawa bertek nîşanî van çalakiyan da?’ Zehra bersivek wiha da: “Bê guman, ev çalakî her gav bi tirs û xetereyê re dihatin. Em neçar man ku pir bi baldarî tevbigerin; bi agahdariya sînorkirî, tevgerên hesabkirî û baweriya bêkêmasî ya di navbera jinan de. Lê van şert û mercên dijwar jinên Bamyan xurttir kirin. Em fêrî şerkirina bêdeng lê bi bandor bûn. Jinên Bamyanê îspat kirin ku dûrketina ji pozîsyonên desthilatdariyê ya bi awayekî fîzîkî, nayê wê wateyê ku ji civakê dûr bikevin. Me nîşan da ku jinên Efganî dikarin bêyî platformek fermî jî bi bandor bin. Îro, çalakiyên jinên Bamyanê zêde bûne, lê veşartîtir in; domdartir, lê kûrtir in. Ev cureyek berxwedana sivîl e ku dibe ku neyê dîtin, lê pêşerojê ava dike.”

Peyama Zehra

Zehra ya di bin zextên Talîbanê de berxwedana xwe didomîne, axaftina xwe bi vê peyamê bi dawî dike: “Peyama min ev e: bêhêvî nebin. Ger ew derî bigirin, pencereyek vekin. Ger ew deng bêdeng bikin, agahdariyê ragihînin. Ezmûna Bamyan nîşan da ku jinên Efganî dikarin ronahiya hişmendiyê di şert û mercên herî dijwar de jî geş bihêlin.”