Li Kondofana Başûr 8 koçber hate qetilkirin
Di encama êrîşa Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) a li dijî gundê el-Korkolê ya bakurê Kaduglî ya li eyaleta Kordofana Başûr, jin jî di nav de 8 kesên koçber hatin qetilkirin.
Navenda Nûçeyan – Gelê ku li Kaduglî ya paytexta eyaleta Kordofana Başûr dijîn, ji bo revîna ji dorpêça Hêzên Piştgiriya Lezgîn koçberiyek girseyî dijîn. Ji ber xirabûna şert û mercên mirovî, qutbûna ragihandinê û gihîştina înternetê ya qels, bi sedan malbat neçar man ber bi eyaleta Nîla Spî ya cîran ve birevin.
Li gorî agahiyên di çapemeniyê de, di encama êrîşa ku 17’ê Kanûnê li gundê el-Korkolê ya li bakurê KaduglÎ ya li Kordofana Başûr de jin jî di nav de 8 kes jiyana xwe ji dest dan. Êrîş, sivîlên ku hewl didan ji bajarê Kadugli ya dorpêçkirî birevin, hedef girt.
Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê, di du rojên dawî de nêzî 460 kes ji bajêr reviyan û di deh rojên dawî de piraniya wan jin û zarok zêdetirê hezar û 850 kes gihîştin eyaleta Nîla Spî.
Hêzên Piştgiriya Lezgîn, piştî operasyonên xwe yên li Darfûrê, operasyonên xwe li Kordofanê ya di aliyê petrol, zêr û çandiniyê de dewlemend e, zêde dike. Qutbûna ragihandinê û gihîştina înternetê ya qels, gel di bin şert û mercên mirovî yên dijwar de bêtir îzole dike û xwegihandina xurekê roj bi roj zehmetir dibe. Bernameya Xurekê ya Cîhanê, vê rewşê mîna "pir xirab" bi nav kir.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî, ragihand ku ji 4’ê Kanûnê û vir ve 43 jê zarok herî kêm 104 sivîl di êrîşên balafirên bêmirov de li Kordofanê hatine qetilkirin. Pevçûnên ku di Nîsana 2023’an de dest pê kir, bû sedema qetilkirina bi deh hezaran, koçberbûna bi mîlyonan kesan û hilweşandina binesaziya welat.