Li Efrînê Şêrîn Nûrî Oso ya 19 salî li mala xwe hat kuştin
Li Efrîna di bin dagirkeriyê de piştî tundiyê kuştina Şêrîn Nûrî Oso ya 19 salî, binpêkirinên sîstematîk ên li dijî jinan û valahiya ewlehiyê ya heyî carek din raxist ber çavan.
Navenda Nûçeyan – Hat diyarkirin ku li gundê Aşkan ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku di bin dagirkeriya hêzên paramîlîter ên dewleta Tirk de ye, jina ciwan a 19 salî Şêrîn Nûrî Oso li mala xwe bi îşkence û çekê hat kuştin.
Di bûyera ku trajediya mirovî ya ku gelê Efrînê bi salan e dijî diteyîsîne de, Şêrîn Nûrî Oso li gundê Aşkan ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku di bin dagirkeriya hêzên paramîlîter ên dewleta Tirk de li mala xwe hat kuştin. Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî, Şêrîn Nûrî Oso destpêkê rastî tundiya fîzîkî hatibû, piştre di encama gulebaranê de li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Hat diyarkirin ku der barê bûyera kuştina Şêrîn Nûrî Oso de nakokî hene, malbata wê ji ber kêmaniyên ewlehiyê, qada kaosê û pêkanînên hovane yên çeteyên girêdayî dewleta Tirk di nava tirsê de ye û newêrên daxuyaniyek bidin.
Jin bi tundiyê re rûbirû ne
Hat diyarkirin ku Şêrîn Nûrî Oso ya 19 salî beriya sê salan hatibû zewicandin, ev rewş ji ber nebûna kontrola civakê û zagonên tund li Efrînê, diyardeya zewaca di temenê biçûk her diçe zêde dike. Gelê ku li bajarê Efrînê dijî, her dem di nava valahiya ewlehiyê de jiyana xwe didomîne, bûyerên kuştin, revandin û êrîşê her dem dubare dibin. Jin bêyî ewlehiya hiqûqî û destekê rasterast rû birûyî tundiya civakî û navxweyî tên.
Mafên bingehîn nayên bikaranîn
Parêzvanên mafên mirovan, diyar dikin ku ev cureyên bûyeran ne munferîd in, rastiya trajîk a ku mirovên sivîl dijîn diteyîsîne. Parêzvanên Mafên Mirovan destnîşan kirin ku bi taybetî jiyana zarokan di xeterê de ye. Her wiha dan zanîn ku domandina van binpêkirinan, tirs û bêaramiyê mayînde dike.