Li Îranê gel di bin siya krîza aborî de şeva Yelda pêşwazî dike
Bi nêzbûna şeva Yelda û bilindbûna enflasyonê re gelek malbatên Îranî, ji bo pîrozkirina vê kevneşopiya kevnar hêza kirîna fêkî û çerez windakirin.
Navenda Nûçeyan – Nêzbûna şeva Yelda û kevneşopiya kirîna fêkî û çerezan, ji bo gelek malbatên Îranî îsal tê wateya "hêza kirînê ya kêmtir". Bihayên fermî yên çerez û fêkiyên kevneşopî yên Yeldayê gihîşt astekî ku kirîna wan, li gorî salên berê dibe sedema biryarên bijartî, kirîna mîqdarên biçûktir an jî bi tevahî ji holê rakirina hinek berheman.
Bihayên berheman bû dibe sedema fikaran
Bazarên fermi, ragihandin ku bihayên kîloyên çerezan gihîşt heta 666 hezar û 820 hezar tûmen. Bihayên fêkî û sebzeyan jî zêde dibin; hinar bi 60-200 hezar tûmen, xurmê 40 û 100 hezar tûmen û zebeş jî bi 15-35 hezar tûmen tên firotin. Li bajarên mezin û firotgehên pergende biha bilindtir in.
Analîstan, destnîşan dikin zêdebûna bihayan him ji ber pirsgirêkên avahîsaziyê û him jî ji ber şokên dem kurt çêdibin. Enflasyona bilind ji sedî 42, kêmbûna rîal, zêdebûna lêçûnên kelûpel û lêçûnên veguhastin û enerjiyê bihayan bilind dikin. Zêdebûna bihayê sotemeniyê ya hikûmetê û bilindbûna rêjeyên danûstandinê jî lêçûnên belavkirinê zêde dikin û ev yek jî dibe sedema pêlek nû ya zêdebûna bihayên xurekan.
Bandora hêzakirîne û reftarên xerîdaran
Li bazarên bajêr giraniya pakêtan kêm dibe, hejmara pakêtên biçûk ên aborî zêde dibe û hin berhem bi alternatîfên erzantir tên guhertin. Îsal kirîn bi şêweyek "bijarte û kêmkertir” pêk tê. Zêdebûna dîrokî ya bihayên çerez û fêkiyan, ji bo malbatên kêmdahat tê wateya ku neçar bimînin hin kevneşopiyan betal bikin an jî budceyê ji tiştên bingehîn dûr bixin.
Ji bo Îraniyên ku şeva Yelda pîroz dikin, hilbijartin dijwartir bû; enflasyona bilind û polîtîkayên dewletê him refaha rojane û him jî kevneşopiyên komî di bin zextê de dihêle û pirsgirêkên kûr ên hêza kirînê ya li Îranê radixe berçavan.