Bakurê Kurdistanê: Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û yên Tirkiyeyê bi çalakî û daxuyaniyan êrişên çeteyan ên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê hatin şermezarkirin û banga piştgiriyê hate kirin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku Kurd lê dijîn û yên li ser Benî Zêd ku Suryanî lê dijîn, di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de li gelek bajaran li gel çalakiyan hatin protestokirin.  Di çalakiyan de peyama; “Dema ku li Helebê êrîş hebin, li Tirkiyeyê aşitî pêk nayê. Çawa ku me sala 2014’an parastina Kobanê kir em ê îro jî Rojava biparêzin” derketin pêş. Di daxuyaniyan de bangên bidawîbûna êrîşan, girtina berpirsiyariyê ya ji aliyê raya giştî ya nanvneteweyî ve û mezinkirina piştevaniya li gel Rojava hatin kirin.

Cizîr: Rojava, wijdan e, azadî ye

Li navçeya Cizîr a Şirnexê li pêşiya Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê daxuyaniyek hate dayîn û li gel partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên demokratîk gelek kes beşdar bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa; “Rojava, wijdan e, azadî ye, berxwedan e û nayê teslîmgirtin”hate hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên têkildarî piştgiriya ji bo Rojava hatin berzkirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku taxên ku li Helebê êrîşê wan dikin ew demeke di bin dorpêçê de bûn û diyar kir ku êrîş bes ne du taxan pêşeroja Sûriyeyê hedef digirin.

EDENE

Li Edeneyê jî daxuyaniyek hate dayîn û Hevserokê Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Rojava nayê teslîmgirtin. Seyfettîn Aydemîr bang li civaka giştî ya navneteweyî kir ku berpirsiyariyê bigire ser milên xwe û piştevaniya li gel gelê Kurd mezin bikin. Piştî daxuyaniyê girse li gel berzkirina dûrûşmeyan meşiya.

Enqere: Divê êriş bên sekinandin

Li Enqereyê jî ji aliyê Înîsiyatîfa Jinan a Hewcehiya Min bi Aşitiyê Heye ve daxuyaniyek hate dayîn û hate xwestin ku demildest êrîşên li ser Kurdên Helebê werin sekinandin.  Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jin û zarok bedêlên êrîşan didin û hate îfadekirin ku li gel polîtîkayên şerî yên derveyî sînor serkeftin nayê bidestxistin.

Êlih: Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ên Êlihê têkildarî êrîşên li ser taxên Helebê Şêx Mexsûd û Eşrefiyê yên Bakur û Rijhilatê Suriyeyê û Rojhilatê Kurdistanê li Parka Yilmaz Guney ya li ser Cadeya Amedê ya Êlihê daxuyanî da çapemeniyê û piştî daxuyaniyê girseya kombûyî ji parkê heta dortyolê meş li dar xist. Di daxuyaniyê de Rêxistina DEM Partiyê ya bajêr, Aktîvîstên TJAyê, Dayîkên Aştiyê, TUAY-DER, MEBYA-DER, ARÎ-DER û gelek endamên saziyên civaka sivîl beşdarî daxuyanî û meşê bûn. Girse pankarta “Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye” vekirin. Herwiha girseyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Rojhilat”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Metna çapemeniyê ji aliyê Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê Emîr Taynan ve hate xwendin.

Wan: Rojava biparêzin

Li dijî êrîşên ku komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di sê rojên dawî de li dijî taxên Eşrefiye, Şêx Meqsûd û Benî Zad ên Helebê kirine, xwepêşandanek bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) hate lidarxistin. Girseya ku li ber ofîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya li Wanê kom bû, ber bi Meydana Bajêr ve meşiya û civîneke çapemeniyê li dar xist.

Bi sedan kes beşdarî meşê bûn û gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Gelê Kurd, ranezên, Rojava biparêzin", "Bijî berxwedana Şêx Meqsûd", "HTŞ a Kujer" û "Bijî Rojava, dîsa û dîsa, serhildan" berz kirin.

Di meşê de pankartên bi nivîsa "Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, teslîm nabe" û "Parastina Rojava parastina gel e" hatin nîşandan.

Metna Kurdî ya daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Cemal Demir, hevserokê Şaxa DBP'ê ya bajarê Wanê û ya Tirkî jî ji aliyê Hanim Kaya, hevseroka MEBYA-DER'ê ve hate xwendin.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girseyê li Meydana Bajêr çalakiya rûniştinê li dar xist. Çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyan bi dawî bû.