Kongra Star: Divê civaka navneteweyî ji bo parastina sivîlan bikeve tevgerê

Komîteya dîplomatîk a Kongra Star, ji Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê ya NY’ê, Ofîsa Nûnertiya Taybet a Sûriyeyê ya Neteweyê Yekbûyî û CPT’yÊ re çar peyam şandin.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star raporek lezgîn li ser êrîşên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên bajarê Helebê amade kir û ji Komîseriya MAfên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê ya NY’êi Nûnertiya Taybet a Sûriyeyê ya NY û CPT’yê re şand.

Di peyama ku îro hat şandin de hat gotin ku ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî li dijî sivîlan dorpêçeke derhiqûqî û êrîşan dane destpêkirin û ev yek bûye sedema mirin û birandarbûna sivîlan.

Ji ber bombebaran û çekên giran gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn

Di peyamê de wiha hat gotin: “Em binpêkirinên mafên mirovan bi raporek pêşkêşî we dikin. Komên me yên li qadê, tesbît kirine ku ji ber bombebaran û çekên giran, gelek ji wan jin û zarok, 6 kes hatine kuştin, 41 kes jî birîndar bûne. Hedefgirtina sivîlan, bi awayê vekirî binpêkirina mafê jiyanê û rêgezên hiqûqa mirovî ye. Her wiha tekane nexweşxaneya li herêmê hatiye bombekirin, ji ber vê yekê nexweşxane nikare xizmetê bike, bi hezaran sivîl nikarin derman bibin. “

‘Divê tavilê dorpêç were rakirin’

Kongra Star da zanîn ku pê ve girêdayî “birçîbûn û mercên hewaya bi sir û seqem weke rêbaza şer hatine bikaranîn” û hat diyarkirin ku ev yek jî bi xwe re şewbê tîne û dibe sedema felaketek mezin. Her wiha hat diyarkirin ku bi van êrîşan Peymana 10’ê Nîsana 2025’an ku ji bo parastina sivîlan û pêşîgirtina êrîşên li ser cîwaran hatibû îmzekirin binpê dike û wiha hat gotin: “Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku bi lezgînî bikevin tevgerê, êrîşên li ser saziyên tendirurstiyê û saziyên din ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye, şermezar bikin. Divê ku dorpêç tavilê rabe, birîndar werin tehliyekirin û ji bo alîkariya şewate û tibî û bingehîn bigihîje taxan korîdoreke mirovî were vekirin. Divê ku kiryarên van sûcan li pêş daraza navneteweyî werin cezakirin û Neteweyên Yekbûyî tevlî raporên periyodîk ên mafên mirovan bibe. Bêdengiya saziyên mafên mirovan û civakan li dijî van sûcan, pêşî li binpekirinên zêde vedike û heta tu bibêjî bi xeter e.”