Li Sineyê greva giştî: Bazar û dikan hatin girtin

Îro piştî banga 7 partî û 11 rêxistinên jinan ên li Kurdistanê û bi piştgiriya saziyên din ên siyasî û sivîl, li piraniya bajarên Kurdistanê grevek giştî hate ragihandin û tevahî bazaran hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Li Sineyê greva giştî hat ragihandin. Ev grev ji bo piştgiriya xwepêşandanên dawî hat lidarxistin û bi beşdariya berfireh a esnaf û dikandaran pêkhat. Di çarçoveya grevê de li gelek bajaran dikan bi tevahî hatin girtin û çalakiyên rojane rawestiyan.

Her wiha hate diyar kirin ku hêzên hikûmetê bi cilên sivîl li bajarokê Beharan ê Senendecê hatine bicihkirin û li hinek deverên bajar, hawirdora ewlehiyê heye.