Li Helebê êrişên qirkirinê tê meşandin
Hêzên Ewlekriya Hundirîn-Helebê û Meclisa Giştî ya Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, êrîşan şermezar kirin û destnîşan kirin ku armanca êrîşan çewîsandina gel û bi gefa çekê bi darê zorê neçarkirina gel a koçberiyê ye.
Navenda Nûçeyan – Cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam, sê roj in bênavber bi topan taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd hedef digrin. Ev êrîşan deverên niştecihbûnê yên sivîlan hedef digre û di encama êrîşan de heta niha 9 kes jiyana xwe ji dest dan û 73 kes jî birîndar bûn.
Hêzên Ewlekriya Hundirîn-Helebê, der barê êrîşan de daxuyanî da û wiha got:
"Gefên bombebaranê yên berdewam ên li dijî nîştecihbûnên sivîl ên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya ji aliyê 'Komîteya Operasyonê' ya girêdayî komên Şamê ve, ne tedbîrek ewlehî an jî leşkerî ya rewa ye. Ev yek kiryarek rasterast a tirsandin û koçberkirina bi darê zorê ya sivîlan e. Li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî, ev tevger bi awayekî vekirî mîna koçberkirina bi darê zorê tê binavkirin û sûcê şer pêktîne."
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ev gef mîna niyeta bi zanebûn a kirina sûc pêkanînê tê hesibandin û berpirsiyariya hedefgirtina sivîlan, hilweşandina binesaziyê û cezakirina kolektîf aydê rêveberiya Şamê û komên girêdayî wî ye. Her wiha hate diyar kir ku gef ne tenê daxuyaniyek e, di heman demê di aliyê qanûnî de hişyariya sûc e.
Taxên Kurdan tê hedefgirtin
Meclîsa Giştî ya taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd jî daxuyaniyek weşand û êrîş û bombebaranên bêserûber ên li dijî taxan şermezar kir. Meclîsê, ragihand ku taxên Eşrefiyê, Şêx Meqsûd, Benî Zeyd û Şeqîf tên hedefgirtin.
Meclîsê, d daxuyaniyê de balkişand ser karanîna çekên giran û tankan û bang li gel kir ku li malên xwe bimînin û bi propagandaya şaş a rejîma Şamê neyên xapandin.
Qeydên vîdyoyê, piştrast kirin ku Heyet Tahrîr el-Şam gule li sivîlekî 50 salî reşandiye û qetilkiriye.
Hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe
Taxên dorpêçkirî yên Helebê hên jî di bin topên giran û roketan de ne. Di encama van êrîşan de 2 jê jin û yek zarok 9 kes jiyana xwe ji dest dan û 15 jê jin û zarokên keç 64 kes jî birîndar bûn.
Îro Xelîl Hec Mihemed ê 18 salî, Hemîd Hemo Hibo yê 70 salî û Ayda Hemze Osman ê 12 salî birîndar û rakirin nexweşxaneyê. Êrîşên li derdorê herêma Şiqêf û Girê Kastêlo zêde dibin û Hêzên Ewlekariya Hundir bersiv dide êrîşan.