Hesabên X’ê yên JINNEWS û Ajansa Mezopotamya hatin astengkirin

Hesabên Tirkî, Kurdî û Îngilîzî yên JINNEWS û Ajansa Mezopotamya yên li ser platforma X’ê, ji aliyê X’ê ve hatin astengkirin.

Navenda Nûçeyan – Hesabên X'ê yên platforma dîjîtal ên JINNEWS’ê ya Tirkî @TurkceJinnews, Kurdî @KurdiJinnews û Îngilîzî @jinnewsenglish, ji aliyê X’ê ve hatin hatin astengkirin. Berê jî hesabên X'ê yên JINNEWS’ê hatibûn astengkirin.

Hesabên X'ê yên Ajansa Mezopotamyayê (MA) jî careke din hatin astengkirin. Li ser daxwaza Saziya Teknolojiyê Agahî û Ragihandinê, hesabên X'ê yên Tirkî, Kurdî û Îngilîzî yên MA’yê li Tirkiyeyê hatin astengkirin.