Li Helebê 13 kes jiyana xwe ji dest da û 64 kes jî birîndar bûn
Di encama êrîşên cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ya li dijî taxên Kurdan ên li Helebê de piraniya wan jin û zarok 13 welatî hatin qetilkirin û 64 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan – Di encama êrîşên giran ên cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ya li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên li Helebê de piraniya wan jin û zarok 13 welatî hatin qetilkirin û 64 kes jî birîndar bûn.
Cîhadîstên HTŞ’ê êrîşên xwe yên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye didomînin, rasterast avahiyên niştecîh û welatîan bi dron, top û çekên giran hedef digrin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê, di çarçoveya mafê xwe ya parastina rewa de bersiva van êrîşan dide.
Li gorî agahiyên nûçegihana me, ji destpêka êrîşên 6’ê Çileyê û vir ve 13 welatî jiyana xwe ji dest dan û 64 kes jî birîndar bûn.
Tevî bangên agirbestê yên ji Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û rêxistinên jinan jî cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam bi çekên giran hêzên xwe li dora taxan bi cîh dikin.
Îroli gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, li Ewropayê û li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çalakiyên hevgirtinê hatin lidarxistin û daxwaza rawestandina êrîşan hate kirin.