Wargeha Mexmûr ji bo Rojava alîkarî kom kir

Li wargeha penaberan a Mexmûrê ku di çarçoveya piştgiriya Rojavayê Kurdistanê de, kampanya alîkariyê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Mexmûr - Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ku di çarçoveya piştgiriya Rojavayê Kurdistanê de, kampanya alîkariyê hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Herwiha bi dawîbûna kampanyayê bi daxuyaniyekê hat ragihandin.

Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevayî cangoriyên Rojavayê Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê mamoste M. Şîrîn Çetîn axivî.

‘Armanc tinekirina netewa Kurd e’

M. Şîrîn Çetîn bal kişand ser êrişên ser Rojavayê Kurdistanê tên meşandin û armanca êrişan wiha bilêv kir: “Ji 6’ê mehê ve li ser gelê me yê Rojava planek ya qirkirinê hatiye despêkirin. Ev plana ku bi serkêşiya dewleta Tirk a dagirker tê meşandin, heta niha bênavber berdewam dike. Di vê qirkirinê de armanc tinekirina netewa Kurd û îradeya Kurd e.”

‘Divê herkes xwedî li berxwedana Rojava derkeve’

M. Şîrîn Çetîn destnîşan kir ku wek xelkê Mexmûrê bi kampanya û çalakiyên xwe didin diyar kirin ku heta dawiyê ew li kêleka berxwedana gelê Rojava ne û got: “Em wek wargeh vê xeteriyê dibînin û di ferqê de ne. Ji roja êrişê heta niha em di çalakiyan de ne, lê em vê bes nabînin. Dilê me dixwest ku em jî li kêleka wan ban û şer kiriba. Lê mixabin ew derfetê me nîne. Rêgiriyek ser me heye. Lê tevî wê jî li gor derfetên xwe me kampanya alîkariyê da destpêkirin. Em bi kampanya û çalakiyên xwe girêdana xwe ya bi gelê xwe yê Rojava re didin diyar kirin ku em di her şert û mercî de hertim li kêleka wan in. Ji ber ku gelê me yê Rojava parêzvanê rumeta gelê Kurd in. Em bang li her çar aliyên Kurdistanê dikin ku xwedî li berxwedana Rojava derkevin û kampanyayên alîkariyê bidin destpêkirin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Şehîd Namirin’ dawî bû.