Şêniyên Kobanê bi boneya salvegera rizgarkirina bajarê xwe meşiyan

Bi sedan şêniyên Kobanê, bi boneya 11’emîn salvegera rizgarkirina bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ`ê û damezrandina Rêveberiya Xweser meşeke girseyî li dar xistin. Meşvanan, destnîşan kirin ku êrîşên hêyî mîna yên DAIŞ’ê dê îradeya wan neşkînin.

Kobanê- Îro bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê ji bo salvegera 11’emîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê, meşek bi dirûşma "Bi ruhê berxwedan û serkeftina Kobanê, em ê êrîşên çeteyan têk bibin" li dar xistin. Di meşê de tevî agirbestê jî komkujiyên dawî yên ku ji hêla cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam ve li deverên gundewar ên bajêr hatine kirin, hatin şermezarkirin. Di nav wan de komkujiya Xerab Îşkê jî hebû ku tê de pênc sivîlên ji heman malbatê hatin kuştin û pênc kesên din jî birîndar bûn.

Di meşa ku li Qada Jina Azad dest pê kir de, dirûşmên "Berxwedan jiyan e", “Bijî berxwedana YPG û YPJ`ê" û "Na ji qetlîamên sivîlan re" berz kirin. Cîgira Encûmena Cîbicîkar a Kantana Firatê Mizgîn Xelîl salvegera rizgarkirina Kobanê û damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pîroz kir.

Mizgîn Xelîl, anî ziman ku gelê Kobanê li hemberî terora herî xeternak li ber xwe daye û wiha got: "Em silavên xwe ji şervanên YPG, YPJ û QSD`ê û ji Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê re ku dilê wan ji bo Kobanê lê dide re, dişînin û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Em salvegera 11`emîn a Rêveberiya Xweser û rizgarkirina Kobanê li hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin.”

Mizgîn Xelîl, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Kobanê û şervanên YPG û YPJ`ê bi hemû hêza xwe li hemberî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe dan û çeteyên hov li Kobanê têk birin. Ji ber vê yekê kesên li çar parçeyên Kurdistanê denydarên Kobanê ne."