Şervanên YPJ’ê: Ev plan dê bên pûçkirin

Şervanên YPJ’ê ji eniya berxwedana li bajarê Hesekê peyama “Gelê Hesekê beriya niha li hember hemû êrîşan li ber xwe da û îro jî dê li ber xwe bide. Wê bi hêza gel, hemû plan bên pûçkirin û leşkerên bipere dê neghîjin armancên xwe" dan.

ZÎLAN ABDO

Hesekê- Tevî hemû bangewaziyên netewî û navnetewî jî, HTŞ agirbest binpê dike û bi armanca zêdekirina aloziyên leşkerî, êrîşên xwe yên li ser Kobanê û kantona Cizîrê didomîne. Bi van êrîşan re hewildanên hedefgirtina sivîlan, pêkanîna komkujiyan û koçberkirina gel, berdewam dike.

Li Rojavayê Kurdistanê berxwedan, mîna vebijarka bingehîn a jiyanek azad û bi rûmet û mîna sembola parastina hebûn û destkeftiyan tê dîtin. Çend kîlometreyan dûrî eniyên şer, du hêz li diyarê hev in. Li aliyekî şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û li aliyê din jî çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û leşkerên bi pere yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin. Eniyên şer, bi awayekî zelalî nakokiya di navbera hêzekî ku bajar û destkeftiyên xwe diparêze û hêzekî êrîşkar ku dijminatiya yekîtiya pêkhateyên dike, gotinên nefretê gur dike, di navbera gel û baweriyan de fitneyê belav dike û di bin navê "yekparçeyiya axa Sûriyeyê" de komkujiyan pêk tîne û sivîlan ji cih û warên wan dike de, nîşan dide.

Ajansa me li eniya şer a bajarê Hesekê, bi du şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê re axivî. Şervanan, destnîşan kirin ku ew ji bo parastina ax û gelê xwe di çeperên xwe de bi biryardarî li ber xwe didin û ew ê heta nefesa xwe ya dawî têkoşînê bidomînin.

‘Hêza ku DAIŞ’ê têk bir, dê dîsa bi ser bikeve’

Şervana YPJ'ê Ronahî Berxwedan, diyar kir ku digel peymana agirbestê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û rêveberiya demkî de hatiye îmzekirin jî, êrîş didomîn. Ronahî Berxwedan destnîşan kir ku cîhadîstên HTŞ'ê hewildanên xwe yên xirakirina agirbestê û êrîşek berfireh a li ser herêmê, didomînin. Ronahî Berxwedan, da zanîn ku lê bi saya berxwedana hêzan û gel, ev hemû hewldan tên pûçkirin. Ronahî Berxwedan, bal kişand ser "şerê medyayê" yê ji aliyê komên cîhadîst ve tê meşandin û diyar kir ku çete armanc dikin bi nûçeyên derew di nava sivîlan de tirsê belav bikin, gel ji mal û bajarên wan bidin koçkirin û îradeya berxwedanê bişkînin. Ronahî Berxwedan, got tevî vê yekê jî, gel li eniyên şer li kêleka şervanan yek dest in.

Ronahî Berxwedan, berxwedana gelê Hesekê ya li dijî DAIŞ û rejîma berê ya Sûriyeyê ya di salên berê de bi bîr xist û got: "Gelê Hesekê beriya niha li hember hemû êrîşan li ber xwe da û îro jî dê li hember êrîşên komên leşkerên bipere yên rêveberiya demkî ya El-Colanî li ber xwe bide. Wê bi hêza gel re hemû plan bên pûçkirin û leşkerên bipere dê neghîjin armancên xwe."

‘Parastina Hesekê tê wateya parastina Şoreşa Rojava’

Ronahî Berxwedan, balkişand ser xeteriya êrîşên heyî û girîngiya yekîtiya di navbera pêkhateyan de û got: "Divê em yekgirtî bin. Ketina Hesekê tê wateya hedefgirtina hemû Rojava. Parastina Hesekê tê wateya parastina Şoreşa Rojava. Em ê bi yekîtiya şervan û gel bi ser bikevin." Ronahî Berxwedan, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em wek şervanên jin, em ê porê xwe bi biryardarî û îradeya xwe bihonin û li ser şopa hevalên xwe yên şehîd bimeşîn.”

‘Em ê heta kêliya xwe ya dawî ji bo parastinê li ber xwe bidin û şer bikin’

Şervana YPJ'ê Sorxîn Stêrk Cûdî jî bi van gotinan balkişand ser hewldanên dubare û têkçûyî yên ji bo desteserkirina bajarê Hesekê: "Di navbera me û komên leşkerên bipere de mesafeyek kurt heye. Gelek hewldan hene ku bajar were dagirkirin û agirbest bê xirabkirin, lê berxwedana me dê van hemû hewldanan vala derxe.

Sorxîn Stêrk Cûdî, destnîşan kir ku şervan di eniya parastina gel û welat de ne û wiha pê de çû: "Em ê heta kêliya xwe ya dawî ji bo parastinê li ber xwe bidin û şer bikin. Em ê gel û axa xwe biparêzin."

Sorxîn Stêrk Cûdî, berxwedana gelê Kurd a li eniyan jî bi van gotinan slav kir: "Berxwedan di asta herî bilind de ye. Em û gel li dijî êrîşan bi hev re radiwestin. Bi vê berxwedanê re, dê serkeftin ya me be."

Sorxîn Stêrk Cûdî, di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku beşdarî seferberiya giştî bibin û ax û destkeftiyên xwe biparêzin.