ÎHD’ê bang li NY û YE’yê kir: Bêdeng nemînin

Komîsyona Jinan a Navendî ya ÎHD’ê, li dijî sûcên şer ên li dijî jin û zarokan bang li NY, YE û rêxistinên mafên mirovan kir ku bêdeng nemînin û demildest têkevin nava tevgerê.

Navenda Nûçeyan- Komîsyona Jinan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), têkildarî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li rojavayê Kurdistanê û sûcên şer, bi dirûşma “Li dijî sûcên şer ên li Sûriye û Rojava li dijî jinan tê kirin banga lezgîn” daxuyanî da.

Daxuyanî, li gelek bajaran bi awayekî hemwext hatin dayin û name ji Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropayê (YE), dewletên endam, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û nûnerên jinan re şand. Di çalakiyan de hate xwestin ku sûcên şer ên li dijî jinan bên bidawîkirin. 

Amed

Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Amedê li avahiya xwe daxuyanî da. Rêveberên ÎHD’ê û nûnerên saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Komîsyonê xwest ku li Kobanê “Korîdora Jiyanê” were vekirin. Daxuyaniya bi zaravayê Kurmancî rêvebera ÎHD’a Amedê Eylem Kaya û metna bi Tirkî jî rêvebera ÎHD’a Amedê Sûzan Mehmetoglû xwend.

‘Ev êriş sûcê şer e ku encamên wan giran û bêveger in’

Eylem Kaya, destnîşan kir ku êrişên sîstematîk ên komên çekdar ên girêdayî HTŞ’ê, bi piştgiriya eşkere yan jî veşartî ya hêzên cîhanî li Sûriyeyê tên kirin. Eylem Kayayê anî ziman ku êriş li dijî Elewî, Durzî, Kurd, Ermen û gelên din ên li herêmê dijîn tên kirin û ev êdî ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve tê zanîn. Eylem Kayayê bi domdarî got: “Ev êriş sûcê şer e ku encamên wan giran û bêveger in, bi taybetî ji bo jin û zarokan. Hedefgirtina jin û zarokan binpêkirinên eşkere yên mafên mirovî ya navneteweyî ye. Li ber çavên cîhanê laşê bêcan ê jinekê ji avahiyekê de hate avêtin. Ev kiryar, asta hovîtiya li dijî jinan dide nîşandan. Ev sûc ne bûyerên yekcarî ne; ew beşek ji polîtîkayeke tundiyê yên sîstematîk e.”

‘Bêdengiya saziyên navneteweyî ya di vê derbarê de nayê qebûlkirin’

Bi domdarî Eylem Kaya, destnîşan kir ku îro, li Rojava, bi taybetî li bajarên Heseke û Kobanê yên ku piraniya niştecihên wan Kurd in, jin û zarokên li herêmê di bin gefek cidî de ne û got ku mafên jiyanê yê jinan tê binpêkirin û rûmet û azadiya wan rasterast tê hedefgirtin. Eylem Kayayê, anî ziman ku li Sûriyeyê û bi taybetî li Rojava, komên çekdar ên girêdayî HTŞ’ê sûcê şer ên sîstematîk li dijî jinên Kurd, Elewî, Ermen, Durzî û yên din dikin û got ku bêdengiya saziyên navneteweyî ya di vê derbarê de nayê qebûlkirin.

Di berdewamê de Eylem Kaya, anî ziman ku wekî parêzvanên mafên mirovan ên jin careke din, hewceyî pê dibînin ku van tiştan bi bîr bîxin: “Saziya Neteweyên Yekbûyî bi armanca pêşîgirtina şeran û parastina sivîlan hatiye damezrandin, û mekanîzmayên wê yên taybet hene ku bi tundûtûjiya li dijî jinan re eleqedar e. Girîng e ku ev mekanîzma li dijî sûcê şer ên li dijî jinên li Sûriye û Rojava derkevin. Divê hemû nûnerên ku di saziyên Yekitiya Ewropayê de kar dikin, bi taybetî endamên jin ên parlamentoyê, li dijî van sûcên giran ên li dijî jinan tên kirin, bêdeng nemînin.”

Banga ji bo jinan

Eylem Kaya, da zanîn ku ew bang li jinên ku di Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê de dixebitin dikin ku li dijî sûcê şer ên li Sûriyeyê û Rojava tên kirin rabin û bi taybetî li hemberî tundiya li ser jin û zarokan bêdeng nemînin û bi berpirsiyarî rabin.  

Name şandin

Piştî daxuyaniyê Komîsyona Jinan derbasî postexaneyê li navçeya Sûr a Amedê bû û ji saziyên navneteweyî re name şandin û di nameyan de hat xwestin saziyên navneteweyî li dijî sûcê şer rabe û piştgiriya jinan bikin.

Li gelek bajaran daxuyanî hat dayin û name hatin şandin 

Di heman çarçoveyê de li Stenbol, Îzmîr, Riha, Edene, Mêrsîn, Antalya, Dêrsim û Êlihê jî daxuyanî hate dayin. Piştre jî jinan ji NY, YE, dewletên endam, rêxistinên mafên mirovan û nûnerên jinan re name şandin.