Cihê Tirkiyeyê û Îranê di senaryoya dagirkirina Urmiyeyê de

Senaryoya dagirkirina Urmiyeyê, her çendî hê di raporên medya û analîzan de were ziman jî reqabeta dîrokî ya di navbera Tirkiye û Îranê de û ceribandinên dawî ya Enqereyê di Sûriye û Iraqê de, ji bo Rojhilat bûye hişyariyek cidî.

ŞÎLAN SEQIZÎ

Navenda Nûçeyan- Medyaya Tirkiye diyar dike ku Enqere pêşbîniya şerê di navbera Îran-DYE/Îsraîl  dike û ji bo vê jî plan dike ku herêmeke tampon ku Urmiyeyê jî digre nava xwe ava bike. Tirkiye ji krîza Sûriyeyê ji bo pêleke mezin a koçberiyê amadekarî dike. Ceribandinên berê û qerta koçberan weke amûreke siyasî bi kar anîn, nîşan dide ku ev tenê dibe hinceta vê planê. Têkiliya Tirkiye-Îranê, ji dîrokê ve ji derveyî reqabetê, di demên krîzê de havkarî û destekdayîna hev digre nava xwe. Herdu welat ji ber pirsgirêka Kurd a hevpar, hilweşîna hevdu ya rasterast nekirine hedef. Lê belê her çendî îhtimala şerê di navbera Îran-Îsarîl/DYE zêde ye jî Tirkiye ji bo senaryoyên ‘piştî hilweşînê’ amadekariyê dike. Li Îranê îhtimala hilweşîna desthilatdariyê wê li ser Tirkiyeyê bandoreke pir alî ava bike. Ceribandinên Tirkiyeyê yên berê li herêmên Kurdistanê û bi taybetî dagirkeriyên li Rojava û Efrînê, ji bo Rojhilatê Kurdistanê hişyariyek cidî ye. Tirkiye dagirkeriya xwe a li Rojava didomîne, îhtimala êrîşên li ser Urmiye û herêmên bakurê Rojhilatê Kurdistanê û senaryoyên dagirkirinê jî amade dikin. Ji bo Kurdan analîzkirina rewşê û amadekariya ji bo îhtimala krîzekê dem bi sînor e.

Mîrasa Împaratoriyê: Reqabeta Îran-Tirkiyeyê û zemînê wê yê dîrokî

Têkiliyên Tehran û Enqereyê, xwe dispêre reqabeta Osmanî-Safeî ya sêsed salan, sînor, şer û lihevkirin bi netewperestiyên modern û berjewendiyan hatiye şekilgirtin. Di sedsala 20 û 21’ê de berjewendiyên aborî, nifûsa herêmê û fikarên ewlehiyê diyarker bûn. Hêzên wekaletê yên leşkerî yên li Sûriye û Iraqê, cudabûna îdeolojîk û mezhebî, bi riyên enerjî û bazirganî, li ser pirsgirêka Kurd pênc qat reqabet hat jiyîn, dema berjewendiyên jiyanî dikevin xeterê hevkarî derdikeve pêş. Têkiliya Îran-Tirkiyeyê ne blokên asan in, pergaleke ku xwe dispêre reqabet û berjewendiyên hevpar e.

Pirsgirêka Kurd: Li dijî gefa serxwebûnê tifaqa ewlehiyê û tevgeran ji bo berjewendiyê bi kar anîn

Pirsgirêka Kurd, ji bo Îran û Tirkiyeyê ne tenê pirsgirêka hundirîn e, pirgirêkeke stratejîk e, bandorê li sînorên herêmê dike. Ji ber vê herdu welat, tevî reqabeta îdeolojîk û herêmî, li hemberî PJAK/PKK’ê parvekirina îstixbaratê, koordînasyona sînor û bi hevkariya ewlehiyê bi hev re tevdigerin. Vê nêzbûnê aramiya siyasî ya demkurt pêk anî, bi demdirêjî rê li ber pevçûnên veşartî yên berjewendiyan vekir. Enqere û Tehran, nifûsa li Kurdistanê ji bo sînordarkirina reqîbên xwe û aktorên Kurd ên aliyê din weke amûra zextê ji bo bi kar bînin, bi kar tînin.

Hinek beşên muxalîf ên li Tirkiyeyê û derdorên Îslamî, hinek baskên burokrasiya ewlehiyê, sekna xwe ya li hemberî Tehranê li ser ‘aramiya herêmê û berjewendiyên demkurt ên Tirkiyeyê’ kirine yek. Fikara hilweşîna Îranê, bi îhtimala krîza aborî û siyasî, tirsa pêla koçberiyê bi hêz kiriye. Ev fikar di medya û daxuyaniyên fermî yên parlamenteran de tê dîtin. Li vê derê xala krîtîk, desteka taktîk a didin Tehranê ye, gelek deman xwe dispêre motîvasyona parastina berjewendiyên neteweyî yên demkurt.

Ev nêzîkatî, di herdu welatan de ji ber tirsa Kurdistana serbixwe û heta mantiqa ewlehiyê ya rêveberiya komên Kurd ava kiriye. Reqabeta li Rojhilata Navîn jî ne tenê ji bo tepisandina pirsgirêka Kurd, di heman demê de nîşan dide ku asta Kurdan wek amûra jeopolîtk bi kar bînin jî digre nava xwe.

Ji bo projeyên aborî binesazî û hakîmiyeta herêmê ‘plana B’

Torên nifûsê, nîşan didin ku dewlet ne tenê bi hêza leşkerî, veberhênana aboriya herêmê, binesaziyên sînor û bi riya hevsengiya bi elîtên xwecihî re bi bandor e. Tirkiyeyê di salên dawî de têkilıya xwe ya bi enerjî û kanalên bazirganiyê re bi hêz kiriye. Ev şibandina aborî, şertên pêş ên polîtîkayên destekê û mudaxeleyê ye.

Lê belê dema senaryoyên hilweşîna dewletên navend tê rojevê, plan tên guhertin. Medyaya Tirkiyeyê û rapor nîşan didin ku Urmiye bibe herêmên ewlehiyê ku bigre nava xwe û amadekariyên pêla koçberan dike rojev. Her çendî ev dagirkerî neyê wateya jêneger jî amadekariya stratejîk ên Enqereyê û potansiyela di dema krîzê de mudaxeleyê nîşan dide. Operasyonên li Sûriyeyê mînakên vê dînamîkê ne.

Tirkiyeyê, li Qafkasyayê reqabeta xwe ya bi Îranê re, li ser Azerbeycanê zêde kir, krîza Karabag û korîdora Zengezur bûn sernavên pêş ên vê stratejiyê. Li Îranê aramiya tê dîtin tê destekkirin, li Tebrîz û Urmiyeyê bi îdeolojiya Pan-Tirk li dijî Kurdan zext zêde bûne. Êrîşên Îsraîlê ser Îranê û mirina Reîsî nîşan dide ku ev polîtîkaya nifûsê ne tesadufî ye, hedef dike ku Kurdan bitepesîne û herêmê ji bo îhtimala hilweşîna Îranê amade bike. Di şertên heyî de nîşaneyên ku vê pêvajoyê berovajî bikin nayên dîtin.

Ji bo partiyên Kurd ên li Rojhilat û tevgeran stratejiyên rast

Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê û pêkhateyên Kurd ên herêmên cîran, di heman kêliyê de bi gelek krîzan re rûbirû ne. Li Îranê îhtimala hilweşîna desthilatdariyê û zêdebûna rageşiyên hundir-derve, dibe ku valahiya ewlehiyê ava bike û ji bo aktorên wê Tirkiye dê firsenda mudaxeleya herêmê pêşkêş bike. Ev senaryo hinek caran di aliyê dagirkirina Urmiyeyê de tê rojevê. Mudaxeleya DYE û Îsraîlê, wê Kurdan rûbirûyî hem parastina xweseriya xwe hem jî têkoşîna li dijî zextên rasteraste û ne rasterast bihêle.

Tevgerên siyasî yên Kurdên Rojhilat, di nava vê tevlîheviyê de neçar in hevsengiyeke hesas di navbera ‘parastina hebûna siyasî û civakî’, ‘venegerandina qadên pevçûnan ên hêzên mezin ên herêmê’ ava bikin. Ger girêdana dîrokî û senaryoyên berê bi baldarî werin şopandin dê were dîtin ku çar erkên bingehîn ên van tevgeran hene. Torên xwecihî û parastina rewabûnê, bihêzkirina kapasîteya parastinê ya nevend nebûye û zêdekirina koordînasyona bi aktorên li Iraq û Sûriyeyê re. Ji aktorên herêmî û neteweyî wêdetir, meşandina dîplomasiya hevseng, paqijkirina demografîk û pêşxistina poltîkayên bingehîn ên der barê mafê milkbûnê de ne. Di pratîkê de tê wateya ku ev rêxistin li ser sê xetan divê xebatan bê meşandin, ew jî ev in:

* Bi hêzkirina torên xwecihî (Mizmet, edaleta civakî, mutabaqatên xwecihî)

* Têkiliyên di nava komên herêmî de (Ji bo parastin û yekbûna dîplomatîk, li gel Kurdên Iraq û Sûriyeyê koordînasyon)

* Li dijî her cure dagirkerî û guherîna demografîk, bi armanca avakirina xeta hiqûqî û zêdebûnê, belgekirina hiqûqî û têkilya bi saziyên navneteweyî re.

Di demek kurt de her çendî partiyên Kurd bi armanca parastinê, berê xwe dabin modernîzasyona leşkerî jî; di asta siyasî de reva ji girêdana bi hêzên mezin re bi qasî jiyanê girîng e. Ceribandina Efrînê, nîşan dide ku bêyî xwespartina hiqûqa navneteweyî û texilkeriya herêmî, ewlehiya leşkerî ya çêbûyî rê li ber koçberiya bi zorê û paqijiya demografîk vekiriye. Ji ber amadekariyên hiqûqî divê herêmên mulkiyet û belgeyên li qadê bi lez werin bihêzkirin.

Îdiayên der barê dagirkirina Urmiyeyê de, li Tirkiyeyê zêdebûna amadekariyên ewlehî û koçberan, pratîka ewlehiya dîrokî ya têkiliyên Tehran-Enqere û Kurdan ji torên lewaz ên hiqûqî û xwecihî derdikevin. Heta nîşaneyên leşkerî yên şênber nebin dê rev ji van senaryoyan nebe divê weke hişyarî were xwendin. Riya rasyonel ji bo Kurdan, bihêzkirina civaka sivîl, avakirina torên qewî yên herêmê û belgekirina hiqûqî û meşandina xebatên berfireh e. Bi vî awayî ne girêdana bi hêzên derve ne jî reva ji xefikên mezin ên jeopoltîk dê çêbibe.

Partiyên li Rojhilat û Başûr, divê têkiliya dîrokî rast bixwînin, li cihî qutbûna îdeolojîk û siyasî ya dem dirêj, bi derfet û kapasîteya xwe ji bo hemû senaryoyan amade bin. Sazî, medya, rewşenbîr û civaka sivîl, divê di mijara gefên pêşerojê li ser civaka bakur ya Rojhilat werin hişyarkirin, ji ber guherîn, ji leza hişmendiya civakê hê bi leztir pêktê. Civakên ne amade, dê di sazumaniya pêşerojê de nebin xwedî gotin.