Tundiya li dijî zarokan: Trawmayek civakî ya 'asayîbûyî’

Denûnnas Hêlîn Onuk, balkişand ser bûyerên tundiya dijî zarokan û got ku hewl tê dayîn taybet li dijî zarokên di pêvajoya balixbûnê de tundî di bin maskeya "hezkirinê" de bê rewakirin û zaroka ku hewceyê xwe pejirandinê ye, ji manîpulasyonan re vekirî ye.

ARJÎN DİLEK ONCEL  

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê di rojên dawî de sûcên ku li dijî zarokan tên pêkanîn, pir balkêş in. Di van rojên ku em her roj bi nûçeyên cînayetên jinan hişyar dibin de, tundî û êrîşên zayendî yên li dijî zarokan jî di astekî balkêş de ye.

Li gorî daneyên Wezareta Edaletê;  ji 110 hezar û 139 dosyayên ku di sala 2024’an de der barê sûcên li dijî parêzbendiya zayendî hatin vekirin de, 38 hezar û 639 doz ji sûcê “êrîşa zayendî ya li dijî zarokan” û 24 û hezar û 104 doz jî ji sûcê “têkiliya zayendî ya ne reşît” hate vekirin.

Sûcê “têkiliya zayendî ya ne reşît” ji aliyê dewletê ve ji dozên êrîşa zayendî tê cudakirin, ji ber tê lêkolîn ka rizaya zarokên keç ên di navbera temena 15-18 salî heye an na. Bicîhneanîna qanûnan û hin kêmasiyên di qanûnan de li dijî zarokan bi taybetî sûcên zayendî, bûyerên tundiyê zêde dike. Tenê di meha Tîrmeha 2025’an de 3 zarok û di meha Tebaxê de jî pênc zarok hatin qetilkirin.

Li gorî Rapora Şîdeta Tîrmehê ya JINNEWSê, li Edenê zarokek keç a binavê Elîf V. ji aliyê bavê xwe ve bi çekê hate qetilkirin. Li Amedê Rojda A. bi hinceta ku neçû nan nekirî ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin. Li Manîsayê jî Haniye Ereb ya 17 salî ji mêrê bi Nagib Habîbî yê bi zewaca olî pê re zewicîbû re hate qetilkirin.  

Di meha Tebaxa 2025’an de jî 5 zarok hatin qetilkirin û 7 zarok jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

Di 9’ê Tebaxê de li Kocaeliyê jinek kurê xwe ya 4 salî qetilkir. Di 15’ê Tebaxê de li Manîsayê, mêrê binavê Fatih F. (36) xizma xwe, Hatice Firtina ya 16 salî bi amûra birînê qetilkir. Di 30’ê Tebaxê de Hilal Ozdemir a 15 salî ji aliyê mêrê binavê Ayberk Kurtuluş ê 20 salî ve hate qetilkirin. Di 31’ê Tebaxê de li Mersînê, mêrê binavê H.A.Ş. ê 19 salî Hira Aygar a 16 salî di nava wesayîtekî de qetilkir. 31’ê Tebaxê li Beşîktaş a Stenbolê, li kêleka konteynira sergoyê, cenazeyê pitikek hate dîtin.

Derûnnas Hêlîn Onuk, der barê tundiya li dijî zarokan û zêdebûna sûcên zayendî de ji ajansa me re axivî.

Hêlîn Onuk, balkişand li ser tundî û sûcên zayendî yên li dijî zarokan ên di meha Tîrmeh û Tebaxê de hatin jiyîn û diyar kir ku ev bûyerên tundiyê nikare bi "teqînên hêrsa kesane" an jî "pirsgirêkên ruhî" bên eşkere kirin.

Li gorî Hêlîn Onuk; tundiya li dijî zarokan encama newekheviyên di kûrahiya avahiya civakî de cihdigrin, pergala patriyarkal, polîtîkayên bêcezatiyê û bikaranîna zimanê xelet a medyayê ye.

‘Tundî tê asayî kirin’

Hêlîn Onuk a got, "Zarok xeleka herî bêparastin a civakê ye û di têkiliyên hêz de dibin hedefên herî hêsan”, diyar kir bûyerên tundiya li dijî zarokan ên her roj tên jiyîn, hewil tê dayîn di civakê de mîna bûyerên tundiya li dijî jinan bê “asayî kirin”. Hêlîn Onuk, balkişand ser sedemên vê yekê û wiha got: "Yek ji sedemên herî girîng ên tundiya li dijî zarokan ewqas tê asayîkirin, domandina veguhêziya çandî ye. Zarok hê jî di gelek malbatan de mîna 'milkê' dayik û bavên xwe tên dîtin û ev nêrîn tundiyê vediguherîne rêbazek dîsîplînê. Pergala civakî ya mêrên serwer, jin û zarokên beşên herî bêparastin, hertim dike hedefa tundiyê. Daxistina cezayên sûcdaran an jî sivikkirina sûcan a bigotina “derbaskirina dînîtî”, faktoreke din ya rewakirina tundiyê ye. Zimanê medyayê jî bi rêya şofandina sûcdarê mêr û sûcdarkirina mexdûran tevkarî vê pêvajoyê dibe.

Tundiya di bin maskeya ‘hezkirinê’ de

Hêlîn Onuk, da zanîn bi taybetî zarokên di pêvajo balixbûnê de ji ber lêgerîna nasnameyê û pêdiviya aîdiyetê û xwe pejirandinê, hê zêdetir ji manîpulasyonan re vekirine û wiha axivî: "Sûcdar destpêkê bawerî qezenç dike û bi gotina ‘ez dikarim ji bo te hemû tiştê bikim’ hesta aîdiyeta xurttir dike. Piştre zarok ji derdora wê/wî ya civakî îzole dike û bi gotina 'Ez ê her tiştî ji bo te bikim' dest bi kontrolkirina zarokê dike.  Piştre zarok ji çerxa xwe ya civakî vediqetînin û piştre dest bi kontrolkirina wan dikin. Îtîrazan mîna ‘xiyanetê’ ​​kod dike û di dawiyê de tundiyê di bin maskeya ‘hezkirinê’ de rewa dike. Ev ne tenê takekesî ye, manîpulasyona civakî ye. Mîna ku di qetilkirina Hilal Ozdemir de hate dîtin, rûxmê ku kiryar mêrekî gihîştî bû jî, civak li şûna kiryar, mexdûrê lêpirsîn kir.”

Bandorên zimanê medyayê

Hêlîn Onuk, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir bi taybetî di qetlîam û tundiya tundiya li dijî zarokan de zimanê medyayê jî xwedî bandorek mezin e û axaftina xwe wiha domand: "Zimanê medyayê di xalê de roleke girîng dilîze. Eşkerekirina kiryara sûcdar a bi têgehên mîna 'dînîtî' an jî 'pirsgirêka derûnî', berpirsiyariyê ji patolojiya kesê re vedigerîne. Rojevkirina tevgerên mexdûr, sûcdarkirina mexdûr e. Bi awayekî hûrgilî ravekirina rêbazên cînayetê jî, tundiyê ji nû ve dihilberîne. Ev ziman ne tenê kes, derbîrê civakê jî jehrî dike û tundiyê mîna tevgerek “asayî” nîşan dide. Tundiya li dijî zarokan, ji averêbûn takekesî wêdetir mijarekî polîtîk e. Ji nû ve hilberandina çanda patriyarkal, polîtîkayên bêcezatiyê, mekanîzmayên piştgiriya civakî yên netêrkêr û zimanê bêberpirsiyar ê medyayê û zemînekî civakî ya tundiyê diafieîne avadike. Lewma, ev cînayetan ne tenê trajediyên malbatî ne; trawmayeke ku bandorê li tevahiya civakê dike."

Netêrkêriya polîtîkayên dewletê

Helîn Onuk, polîtîkata parastina zarokan a dewletê jî rexne kir. Hêlîn Onuk a got yek ji sedemên tundiyê di qanûnan de neparastina zarokan e, wiha axivî: "Îro li Tirkiyeyê qanûnên têkildarî parastina zarokan tenê li ser kaxezê ne. Lêbelê pêkanîn pir kêm e. Hejmara navendên çavdêriya zarokan pir kêm e û li parêzgehê xwegihandin nîne. li Dibistanan jejmara şêwirmendên derûnî netêrkêr in û gelek zarok nikarin travmayên xwe dibêjin. Daxistinên “tehrîqa neheq” û “rewşa baş” ên di cezayên kiryaran de tên sepandin, tundiya li dijî zarokan zêdetir dike. Hejmar û bandora xebatên qadê yên pisporên xizmetên civakî kêm e û zarok ji hawirdora malbatî yên di bin xeteriyê de nayên derxistin. Polîtîkayên parastina zarokan bi perçe ne; di navbera xizmetên perwerde, tenduristî, edalet û xizmetên civakî de koordînasyon nîne.”

Hêlîn Onuk, destnîşan kir ku ev rewş nîşan dide ku dewlet di parastina mafên zarokan de erkê xwe yên bingehîn pêk nayne û ewlehî û mafê jiyanê yên zarokan bi awayekî pergalî tê binpêkirin.

‘Pêdivî bi polîtîkayên yekgirtî heye’

Hêlîn Onuk, da zanîn ji bo pêşîgirtina tundiya li dijî zarokan pêdivî bi polîtîkayên yekgirtî heye û pêşniyar kir ku divê destpêkê guhertinên qanûnî bên kirin û got pêwîste di sûcên tundiya li dijî zarokan de daxistin neyê kirin. Hêlîn Onuk, diyar kir ku di civakê de ji bo parastina zarokan a ji tundiyê divê hin mekanîzmayan bên bicîhanîn, der barê mekanîzyonên parastinê de van pêşnîyaran kir: "Divê li hemû parêzgehan navendên çavdêriya zarokan ên berfireh bên avakirin û li  dibistanan şêwirmendiya derûnî û pisporên xizmetên civakî yên mecbûrî hebin.”

‘Pêwîste perwerde û hişyarkirin bê mîsogerkirin’

Hêlîn Onuk, axaftina wiha domand: "Di qada perwerde û hişyariyê de; pêwîste him perwerdehiya mafên zarokan li mûfredatê bên zêdekirin û him jî ji bo dayik û bavan bê mecbûrî kirin. Divê bernameyên dayik û navên bêtundî, bên belavkirin. Ji bo kontrola medyayê; divê weşanên ku tundiyê teşvîk dikin, mexdûrê sûcdar dikin an jî kiryar mafdar derdixin, pêkanînên bên sepandin. Di qada piştgiriya civakî de jî: pêwîste ji bo zarokan xetên alîkariya lezgîn û mekanîzmayên stargehên bi ewle bên avakirin.”

Zarokên ji sûcan re tên xiriqandin: Nêrîna perspektîfa derûnî

Derûnînas Hêlîn Onuk, bi bîr xist ku di gelek bûyerên tundiyê yên li dijî zarokan de “zarokên ber bi sûcan tênkişandin’ hene û wiha got: “Zarokên ber bi sûcan tên kişandin, ne tenê mijarek hiqûqî ye, nîşaneya pirsgirêkên kûr ên derûnî û civakî ne. Ev zarokan bi gelemperî jiyanekî bi ezmûnên trawmatîk ên mîna tundiya navmalê, xizanî, dûrxistina ji perwerdehiyê û cudakariya civakî re şêwe dibe, didomînin. Ev şert û mercan bandorek neyînî li ser pêşveçûna derûnî ya zarokan dike û rê vedike ku zarok aresteyê sûcan bibin. Nirxandinên derûnî di têgihîştina asta trawmaya ku ev zarok dijîn û plansazkirina mudaxeleyên guncaw de roleke girîng dilîzin.”

‘Divê nêzîkatiyên edaletê yên nûjen bên pejirandin’

Hêlîn Onuk, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Di nava pêşniyarên çareseriyê de pêwîste ji bo zarokên aresteyê sûcan bûne, bernameyên piştgiriya psîkocivakî yên taybetî bên pêşxistin, li dijî faktorên rîskê yên mîna tundiya navmalê û xizanî polîtîkayên pêşîlêgirtinê bên sepandin û di civakê de hişmendiya mafên civak bê zêde kirin, cihdigre. Her wiha li şûna cezayan nêzikatiyên edaletê yên nûjên bên pejirandin, di pêvajoya ji nû ve qezençkirina zarokan a ji bo civakê de, wê bibe gavek girîng.

Tundiya li dijî zarokan ne tenê trajediya kesek an jî malbatek e; trawmayek kolektîf ku tenduristiya derûnî ya civakê têk dibe û ji bo nifşên pêşerojê mîrateyek tundiyê dihêle. Parastina mafên jiyanê ya zarokan ne tenê berpirsyartiyek derûnî ye, di heman demê de berpirsiyariyek polîtîke jî. Her doza tundiyê ku em nikarin pêşî lê bigrin, tê wateya ji bo nifşên pêşerojê hiştina mîrateya tundiyê.”