Jin pêşeroja Sûriyeyê nîqaş kirin

Meclisa Jin a Kongra Îslama Demokratîk, ji bo ku nerînên xwe derbarê Sûriyeke pêşerojê de parve bike, panelek diyalogî bi dirûşmeya “Nerîna Siyasî û Olî ya Kongra Îslama Demokratîk derbarê pêşeroja Sûriyê de” li dar xist.

Hesekê – Meclisa Jin a Kongra Îslama Demokratîk, panelek diyalogî bi armanca parvekirina nerînên xwe yên derbarê Sûriyeke pêşerojê de, bi dirûşmeya “Nerîna Siyasî û Olî ya Kongra Îslama Demokratîk derbarê Pêşeroja Sûriyê de” organîze kir. Panel li Parka Xwendinê ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê, li Kantona Cizîrê hate lidarxistin. Di panelê de bi dehan nûnerên Meclisa Jin a Kongra Îslama Demokratîk, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û Kongra Star beşdar bûn.

‘Sîstema nenavendî li Sûriyê çareserî ye’

Di panelê de sê mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Mijara yekem ji aliyê Koordînasyona Jin a Kongra Îslama Demokratîk Xilûd Ebdo ve hate birêvebirin, ku li ser nerîna olî û siyasî ya Kongra Îslama Demokratîk ji bo avakirina Sûriyeke nû bû.

Xilûd Ebdo wiha got: “Sûrî bi hişmendiya ku Rêveberiya Demkî ya Şamê dixwaze ferz bike, ber bi xetereyeke mezin ve diçe. Sûriyê pêwîstî bi sîstemeke nenavendî heye ku her kes bikaribe bi azadî ziman, çand û ola xwe biparêze û jiyana xwe bidomîne. Binpêkirinên ku îro bi navê Îslamê li ser olên cuda tên kirin nayên qebûlkirin û tu ol an bawerî vê yekê qebûl nake. Em dibînin ku ‘Wesîqeya Medîna Munawara’ ji bo avakirina Sûriyeke hevgirtî çareserî ye. Sûriyeke nû bi yek olî ne mumkun e, ji ber ku Sûrî bi ol û baweriyên cuda rengîn e û pêwîst e her pêkhate bi azadî ola xwe biparêze.”

‘Erka Jinan Şiyarkirina Civakê ye’

Mijara duyemîn, bi sernavê “Banga Hişyariyê”, ji aliyê Endama Meclisa Jin a Kongra Îslama Demokratîk Ezîza Hiso ve hate birêvebirin. Ezîza Hiso jî wiha axivî: “Ola Îslamê olek e ku bang li aştiyê û demokrasiyê dike. Em wekî Meclisa Jin a Kongra Îslama Demokratîk erkê me ye ku em civakê hişyar bikin, da ku bizanibin çi plan bi navê Îslamê li ser wan tê meşandin. Îslam li dijî xwînrijandin, revandin, tecawiz û binpêkirinê ye.”

‘Kongra Îslama Demokratîk bi Pêşengtiya Jinan Cewherê Îslamê yê Rast Diparêze’

Mijara sêyemîn, bi sernavê “Hevgirtina Al El Beyt”, ji aliyê Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a Hevgirtina Al El Beyt Xilûd Şêx Îsa ve hate birêvebirin. Xilûd li ser pêşengtiya jinan di hevgirtinê û stûnên bingehîn ên baweriya Îslamê de axivî û got: “Di dîroka Îslamê de jinan roleke bingehîn di hevgirtina civakê, belavkirina aştiyê û demokrasiyê de lîstine. Di vê pêvajoya ku Sûrî tê re derbas dibe, pêwîstî bi pêşengtiya jinan di her alî de heye, bi taybetî di belavkirina hevgirtin û aştiyê de. Kongra Îslama Demokratîk xwedî roleke pir girîng e di parastina cewherê rast ê Îslamê de.”

‘Gotinên nefretê li dijî pîvanên exlaqê ye’

Di dawiya panelê de, beşdaran nerînên xwe derbarê rola jinan di pêkanîna aştiyê û parastina ol û baweriyan de parve kirin û bal kişandin ser gotinên nefretê yên Rêveberiya Demkî li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Wan wiha got: “Sîstemên desthilatdar bi navê Îslamê jinan kole kirine. Îslam bi rengekî siyasî ku berjewendiyên xwe di riya wê de pêk bînin esas hatine girtin. Rola jinan di vê pêvajoyê de ew e ku rastiya Îslamê û ol û baweriyên cuda ji kiryarên qirkirinê biparêzin. Ola Îslamê her dem bang li aştiyê, hevgirtin û hezkirinê dike. Gotinên nefretê yên ku niha li dijî herêma me tên kirin nayên qebûlkirin û li dijî exlaq û pîvanên Îslamê ne.”