Li Efganistanê jin bi xizaniyekê kûr re rû bi rû ne

Piştî 4 salan ji vegera Talîban ser desthiladarê gelê Efgan rûbirûyî krîzên ewlehî, aborî û civakî ne. Gelek mirov ji bo domandina jiyana xwe ya rojane neçar in bazartiya milk û tiştên xwe yên malê bikin.

BAHARÎN LEHÎB

Efganistan – Di 15'ê Tebaxa 2021'an de Talîban kete Kabulê û ew kir bin serweriya xwe. ji wê demê û heta niha her cih bi tirs û bêdengiyê hate girtin. Gel hê jî bîranînên bi êş ên ji salên 1996’an heta 2002’an ku recm, qutkirina dest û lingan, qetlîam, qamçîkirin, gendelî û bêkarî, ji bîr nekiribûn. Piştî 2005’an jî êrîşên întiharî, leşkerî, qetilkirina memûrên dewletê û aktivîstên mafê mirovan destpê kir. Cardin bi hatina Talîban ya li ser desthilatê, li Efganistanê qada bê ewle ava bû. Lê lêgerîna jinan a edaletê û protestoyên wê bi serxist ku vê atmosfera tirsê bişkîne.

Gel ber bi balefirgeha Kabulê ve herikî. Di vê pêvajoyê de bê hejmar tirajediyên wek êrîşên întiharî, bombardumana balefirên leşkerî yên DYA, mirovên di nava qerebalixiyê de perçiqîn, zarokên windabûne û mirina 6 ciwanên ku ji pencên balfiran ketin, hatin jiyîn.

Gelek kes neçar man Efganistanê bihêlin û malên xwe bi erzanî bifiroşin. Hê malbatên ku li Îran, Pakistan, Qetar, Arnavutluk û heta di nava Efganistanê de ji bo biçin welatên wek DYE û Ewropa di gefa mirinê de dijîn.

Ên ku li welêt mane jî bi gefan re dijîn

Ên ku li Efganistanê mane ji derveyî gefa ewlehiyê rûbirûyî gefên aborî ne. Jinên ku dixebitîn karên xwe winda kirin. Tenê hejmarek gelek kêm jin di qada perwerde û tendrustiyê de dixebitin, ew jî bi mehan mûçeyên xwe nagrin. Mêr jî piranî ji saziyên dewletê hatin dûrxistin. Di her saziyeykê de tenê yek du ji bo karên Talîban rêve bibin hatin hêlan û bi mehan jî ew mûçeyên xwe nagirin.

Hemû xebatkar naçarin rûbirû beşdarî waneyên olî yên ku wezareta Karûbarên Olî ya Taîlban, bibin. Sê car neçûyîna van waneyan dikare bibe sedema gef û ji kar avêtinê. Tevî van şertên zor jî milet neçar e karê xwe ji bo dahata malbatên xwe bidomînin.

Gelek kes ji kar hatin derxistin

Gelek jin û mêrên ji kar hatine derxistin, li kolanên Kabul û bajarên mezin neçar mane ku erebeyên xwe yên taybet veguherînin texsiyê. Her sibeh ji bo bixebitin neçarin pere bidin endamên Talîban. Bazarganên erebeyan jî ji aliyê Talîban ve dem dem tên girtin û bi saetan û rojan di girtîgehan de dimînin.

‘Ez neçarim bixebitim’

Şehla Fayaz dayîka 6 zarokan, mînaka yek ji têkoşîna rojane ne. Zarokek wê nexweşe ku neçare xwarin û dermanê wê peyda bike. Şehla Fayaz wiha qala zehemtiyên ku dibîni kir: “Hevjînê min leşkerê hikumeta berê bû û ji bo xwe rizgar bike çû Îranê. Ev 4 salin min ti agahî jê ne girtiye. Min hemû tiştên malên xwe firot tenê ji bo zarokên min bikaribin bijîn. Ez heya derengiya şevê li derve dimînin û sibehê zû jî ji malê derdiekvim. Tenê ji peydakirina pereya û pêkanîna pêwîstiyên zarokan. Ew ji birçîna bi girî radizin. Di heman demê de anîna dermanê keça min jî gelek zehmet bûye, ji ber pere bi min re nîn in. Piranî xwarina me tenê nanê hişk e û bi zorê jî em wê peyda dikin."

Berxwedanî tekane riya rizgarkirina wan e

Piştî 4 salan ji vegera Talîban, gelê Efgan piranî rûbirûyî krîzên ewlehî, aborî û civakî ne. Hewldana jiyanê, hêviyên derbarê pêşerojê de, parastina rûmeta mirovî têkoşîna wan a mezin a rojane ye. Jin û zarok herî zêde ziyan dîtine û ew bi têkoşîn û berxwedanê tenê dikarin ji vê rewşê rizgar bibin.