Jin Jiyan Azadî ji dirûşmek wêdetir e… 2
Encamên têkoşîna sedsal 21’ê nîşan didin ku ev sedsala jinan e. Ne tenê sedsala berxwedana têkoşîna jinan, di heman demê e nîşan dide ku dê ji nû ve ava bike û bibe sembola azadiyê.

HACER OZDEMÎR
Weke mîrasê sedsala 21’emîn ku bi bedel û êşên mezin derbas bû, têkoşîna jinan li pey hev civakî bû û li hemû derên cîhanê belav bû. Îro ji Emerîkaya Latîn, heta Efrîqayê, ji Rojhilatê Dûr heta Ewropayê, ji Avustralyê heta Rojhilata Navîn, em dibin şahidên têkoşîna jinan a ji bo hebûnê. Bi reqs, ken, kêfxweş, hêrz û tilîliyan…
Têkoşîna jinan, vê afrîneriya ku ji îsrar û dînamîzma ku îlhamê dide diherike, parzemînan derbas kiriye, carna dibe serhildaneke ji nişkave, carna jî vediguhere berxwedaneke bi heybet û bi pêş dikeve. Li cihên herî dûr ên cîhanê, kesên ku di bin ferzkirina polîtîkayên dijminahiya jinan de dijîn û jinên ku ji polîtîkayên feraseta serdest a mêr bê agahî ne jî dibin mexdûr û qurbanên van polîtîkayan. Li dijî van polîtîkayên bi aqilê mêr, bêguman divê jin serhildanê veguherînînin têkoşîna jinên bi rêxistinbûyî, mezin bikin û li tevahî mirovahiyê belav bikin.
Bedena jinan veguherî qada şerê mêran
“Jin, Jiyan, Azadî” bi kurtasî ji vê paşperdeya dîrokî bi pêş ket, îro bûye îlhama têkoşîna jinan. Li paytexta Îran Tehranê, jinek ji ber serê xwe li gorî pîvanên îslamê negirtibû, bi hinceta “ne guncaw e” hat kuştin. Jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî, ji aliyê polîsên exlaq ve hat binçavkirin û rastî îşkenceyê hat. Îşkenceya li dijî Jînayê li qereqolê jî berdewam kir û piştî ku ji ber îşkenceyê ket komayê jiyana xwe ji dest da. Em gelek caran dibînin ku ji polîtîkayên şer ên netew dewlet li Rojhilata Navîn û Kurdistanê ferz kirin, zêdetir jin zirarê dibînin. Tevî vê jî têkoşîna jinan a li dijî desthilatdariyên mêr, bênavber didome û jinan bi vê têkoşînê gelek tişt bi dest xistine. Li Îranê piştî kuştina Jîna Emînî berteka civakî ya ku çêbû, nîşan da ku berxwedana jinan li dijî hêza serdest didome. Di mehên derbasbûyî de li Îranê ji ber ku Ahû Deryaî li dijî ferzkirina sergirtinê derket, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî tacîza fizîkî hat, ji bo ku vê yekê şermezar bike, li kampusa zanîngehê xwe ji nîvî tazî kir, li ber derê kampusê sekinî û pitşî demek hat binçvakirin. Rejîma paşverû ya Îranê, weke netew dewletên din, hebûn û hegemonyaya xwe bi şerên ku di navbera gelan de derdixe, bi berdewamkirin polîtîkayên zextê yên li dijî jinan didomîne û vê yekê jî bi pêkanînên hovane û dermirovî yên weke darvekirinê kûrtir dike.
Ji qirkirina jinan ber bi şoreşa jinan ve
Piştî ku Jina Emînî li aliyê rejîma Îranê ve hat kuştin, şiara têkoşîna jinên Kurd “Jin Jiyan Azadî” ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, li tevahî cîhanê, ji bo gelên blindest bû îlham, xwedî nasnameyek cîhanî. Piştî kuştina Jîna, çalakiya jêkirina por a li hemû cîhanê belav bû, nîşaneya serhildanek bû. Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê Werîşe Mûradî ya ku têkoşîna jinan dimeşand, di 1’ê Tebaxa 2023’yan de hat girtin der barê wê de biryara cezayê darvekirinê hat dayîn. Werîşe ne tenê ji bo xwe; ji bo hemû jinên ku rastî tecawizê tên, îşkence dibînin, mêtinkarî li ser ked û bedena wan heye têkoşiya. Werîşe, Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemedî yên ku berê der barê wan de biryara cezayê darvekirinê hatibû dayîn bi bîr anî derketina dadgehê red kir. Di nameya xwe ya dawî ya bi gotinên; “Ji Kurdistan heta Belûcistanê ji Îranê heta Efganistanê, heta dawî li her cure zulmê were, heta ez bigihîjim îdealên di gotinên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de veşartî ne ez ê têbikoşim” berxwedana ku li dijî tarîtiyê raber dike nîşan da. Li dijî cezayên darvekirinê ku li Îranê ji bo qirkirina jinan û civakê tên pêkanîn dengê jinên ku ji bo maf û wekheviyê têdikoşin îro ji sînoran derbas bûye.
‘Ez di tayên porê xwe de ala têkoşînê dihêlim’
Gelek jinên Kurd, ji ber polîtîkayên kujer û paşverû yên feraseta serdest a mêr, bi îşkenceyan hatin kuştin. Leyla Qasim jî bi heman rengî li girtîgehê rastî îşkenceyên hovane hat û di 12’ê Gulana 1974’an de bi biryara rejîma Sedam Huseyîn hat bidarvekirin. Di 22 saliya xwe de dema ku li dadgehên faşîst ên rejîma Beasê dihat darizandin li dadger re got; “Min bikujin lê vê rastiyê bizanibin, bi kuştina min dê bi hezaran Kurd şiyar bibin.” Beriya were darvekirin ji dayika xwe re bi gotinên; “Dayê! Bi mirina me dê bi hezaran Kurd şiyar bibin, ala me ji bo azadiye li ba bibe. Dema ku ez mirim xem nekin, bila ji keziyên porê min alê çêbikin” ala têkoşînê ya bi keziyên porê wê bilind bû ji jinên Kurd û gelê Kurd re hişt.
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de piştî ku DAIŞ ket Şengalê, li dijî Êzidiyan plana jenosîdê ket meriyetê. Jin di vê jenosîdê de rastî qirkirineke mezin hatin. Ji bo ku teslîm nebin, xwe ji zinaran avêtin, bi keziyên ku li pey xwe hiştin di bîra me de dîmenên ku qet neyê jibîrkirin hiştin.
‘Destsûr nede tu kes serdestiyê li te bike û xwe biparêze’
Îro li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berxwedana ku bi pêşengiya jinan didome, qîrîna wan, bi mîrasa têkoşîna dîroka ya jinan û bi qerekterê ku jê diafire, berxwedanên jinan ên li parzemînên din ên cîhanê nîşan dide. Ev berxwedan, peyamên; “Destûr nede tu kes serdestiyê li te bike” û “Xwe biparêze” di nava xwe de dihewîne û şênber bûye. Ji ber wê ev yek riya têkoşîna ku ji bo parastin an jî berxwedana heyî; li dijî otorîte, zext û desthilatdariyê, xwe disperse hêza xwe û tecrubeya xwe nîşan dide.
Bi awayê ku Foucault di salên 1970’an de behs dike, berxwedan û desthilatdarî her dem du bûyerên bi hev re têkildar in. Bi awayekî din, li cihê ku desthilatdarî heye, berxwedan û têkoşîn heye. Avakirina mekanîzmayan li dijî zextan, ji bo jinan û têkoşîna wan, pêdiviyeke bingehîn û meşrû ye.
Jinan dîroka tarî ya Rojhilata Navîn ronî kir
Bi şerên netew dewletan ên hegemonyayê ku di sala 2011’an dest pê kirin, li Sûriyeya ku şer lê belav bû, Şoreşa Rojava ya ku bi hêza xwe ava bû, jiyana nû afirand û veguherî şoreşa jinan, ji bo hemû Rojhilata Navîn bû model. Hêzên li herêmê yên ji komên cîhadîst ên weke DAIŞ’ê re hamîtî kirin, ji bo ku destkeftiyên jinên dîroka Rojhilata Navîn bi têkoşîn û şoreşa xwe ronî kirin tune bikin; bi komên cîhadîst re ji bo şoreşê tune bikin, hewl dan Kurdan û jinan li Kobanê tune bikin lê jinan li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke bêeman meşandin û vê têkoşînê ji Kobanê derbas bû, ji hemû cîhanê re bû îlham. Hewl dan bi zorê çarşevên reş li jinan bikin û wan di nava malan de dîl bigrin.
Dema ku Reqa ji aliyê jinên Rojava ve ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin, em bûn şahidên dîmenên jinên ku çarşevên reş ji xwe kirin û şewitandin. Hemû cîhanê şahidî ji van kêliyan re kir. Li Rojava yên li dijî DAIŞ û rêxistinên bi wî rengî yên dermirovî şer kirin jin bûn, ji Kobanê heta Reqayê, jinan mekanîzmayên xweparastinê ava kirin, şoreşa jinan a ku bû yek ji mîmarê avakirina civaka demokratîk bi pêş xistin. Şoreşa jinan a Rojava, mîlada derketina jinan a ser dika dîrokê û temînata civaka demokratîk û wekheviyê ye. Neteweya demokratîk û tecrubeya xweseriyê, weke ruh û beden bû yek û ev yek xwe disperse pêşengiya jinan a di Şoreşa Rojava de.
Ji bihevrebûna jin û jiyanê ber bi azadiya civakî ve
Dirûşma Jin Jiyan Azadî ya ku çavkaniya xwe ji têkoşîna jinên Kurd digre û ji têkoşîna bi pêşengiya jinan a li Îranê û hêzên din ên civakî re bû îlham, ber bi riyeke alternative û avaker ve diçe. Jiyanê, jinan û di behervebûna van herduyan de azadiyê analîz dike. Dibîne ku jin nebe civak nabe; civak nebe jî tu awayê jiyanê pêkan nîn e. Jin felsefeya jiyanê ye. Jin nebe, avabûn demokrasî û azadiyê pêkan nîn e.
Di sedsala 21’emîn de têkoşîna jinan, veguheriye têkoşîneke civakîbûyî û xwedî bandor. Em jin, li ku dere cîhanê dibin bila bibin, carna bi serhildana xwe, carna bi stranên xwe, carna bi reqsa xwe, carna bi jêkirina pore xwe, carna jî bi tilîliyên xwe û têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî xwe îfade dikin, têkoşîna xwe dimeşînin û teqez ji hev bi bandor dibin. Ev bandor, carna vediguhere têkoşîneke hevpar, carna jî serhildanê û ev serhildan jî ber bi berxwedana civakî ve diçe. Bi giştî ev serhildan û berxwedan, di encama pêkanînên rejîmên faşîst û tiştên ku bi gelan didin kişandin de çêdibin. Em di cîhanê de ji hemû xirabiyên çêdibin bê agahî, li gundê xwe, bajarokê xwe jiyanê tercîh bikin jî; em têkoşîn û serhildana li dijî xirabiyan weke maf dibînin û mezin dikin.
Sedsala 21’ê dê bibe sedsala jinan
Sedsala 21’ê sedsala jinan e û encama têkoşînên vê sedsalê ye. Vê sedsalê nîşan da ku têkoşîna jinan ne tenê sembola berxwedanê; di heman demê de sembola jinûveavabûn û azadbûnê ye. Berxwedana jinên li Rojava û Rojhilat û têkoşîna wan a ji bo azadiyê, îlhamê dide tevgerên jinan ên li tevahî cîhanê û wan bi hêz dike. Dirûşma “Jin, Jiyan, Azad” bi tecrubeyên rêveberiya xweser ên jinên Rojava û berxwedana bi cesare a Rojhilat teşeyek şênber girtiye. Van tecrubeyan, îsbat kirine ku jinan ne tenê di qadên şer de di heman demê de li warê civakî, aborî û polîtîk de jî hebûna xwe îsbat kiriye. Hêza kolektîf a jinan, nîşan daye ku wan zûde sînorên pergala patrîarkal derbas kirine û gaveke mezin ber bi azadiyê ve avêtine.
Jin cîhaneke nû ava dikin
Divê mirov balê bikşîne ku divê têkoşîna jinan, hevpar û li ser esasî hevgirtinê be; ji aliyê cîhanî ve gelek tiştên em ji hev hîn bibin hene. Jinên li Rojava û Rojhilat, nîşanî me dan ku em bi hev re pir bi hêz in, dema destekê bidin hev, tu zext û zulm nikare pêşî li me bigre û em dikarin bendên pergalên mêr derbas bikin. Ji ber vê yekê, li ku derê cîhanê dibe bila bibe, divê em xeteke têkoşîna hevpar a ku jin ji hev îlham digrin, tecrubeyên xwe parve dikin û bi hev re têdikoşin û pêşerojê ava bikin.
Sedsala 21’ê dê tenê bi parastina mafên jinan bi sînor nemîne; di heman demê de bi serdema avabûna cîhaneke nû. Her yek ji me dikare bibe perçeyek vê guherînê. Bi tevgera bi hev re, bi bilindkirina dengê xwe, bi berfirehkirina torên hevkariyê û bi baweriya bi hev, em dikarin vê sedsalê bi rastî jî bikin sedsala jinan.
* Ji Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.