Îranê cezayê girtîgehê da derhêner Nakîn Emînzade

Li Îranê zextên li dijî jin û parêzvanên mafên mirovan roj bi roj zêde dibe. Derhêner Nakîn Emînzade ya li Şîrazê dijî, mehkûmê 2 sal cezayê girtîgehê hate kirin û cezayê wê 5 sal hate taloqkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê, bi taybetî piştî şerê di navbera Îran û Îsraîlê, zextên heyî zêdetir bûn. Dewleta îranê, bi hinceta “ewlehiya netewî” aktîvîst û hunermendan binçav digre.

Endama Komeleya Fîlmên Kurt ya Îranê (ISFA) û derhêner Nakîn Emînzade ya li Şîrazê dijî, di parvekirina xwe ya li ser medyayê dîjîtal de ragihand ku ji aliyê Şaxa 1’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê ve bi sûcdariya “di hawirdora sîber de biçûkxistina Xameneyî” mehkûmê 2 sal cezayê girtîgehê hate kirin. Her wiha derketina ji derveyî welat û xebatên serhêl ya derhêner hate qedexekirin. Sepandina cezayê jî 5 sal hate taloq kirin; di vê pevajoyê de her meh biçe yekîneya îstîsbaratê û di bin çavderiyê de bê girtin û ger binpêkirinêk jî bê tespît kirin, wê cezayê girtîgehê bê bicîhanîn.

Nakîn Emînzade, di çarçoveya zêdebûna binçavkirinên piştî destpêkirina şer de, di serdegirtina li dijî mala xwe de hatibû binçavkirin û sewqî Navenda Binçavkirinê ya bi hejmara 100’an ya li Şîrazê hatibû kirin. Derhêner, piştî çend rojan bi kefalet hatibû berdan.

Nakîn Emînzade ya beriya niha di pêvajoya serhildana gel a Îranê de li Dibistana Karnameh a Şîrazê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin, di qada kurte fîlman de mîna yek ji navên navdar tê nasîn. Derhênera ku gelek caran di jûriyên ISFA’ê de cihgirt, nîha di jûriya 15’êmîn Merasîma Xelatê de cih digre.