Di Konferansa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de banga piştevaniya gerdûnî
Jinên beşdarî konferansa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Frankfurtê bûne, diyar kirin ku ji bo jin di riya azadiyê de serbikevin, mifteya wê piştevaniya gerdûnî û yekîtî ye.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê konferansa 3’emîn salvegera Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” di 7’ê Îlonê de bi beşdariya bi dehan aktivîstên jin, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl hate lidarxistin. Beşdaran pirsgirêkên ku jin li Efganistan, Kurdistan û hemû Rojhilata Navîn dijîn girtin dest, bal kişandin ser girîngiya yekîtiya jinan a gerdûnî û domandina têkoşîna ji bo mafê mirovan.
‘Jin, Jiyan, Azadî sembola têkoşîna jinê ye’
Rojîn Fedawî ku beşdarî konferansê bûye ji ajansa me re axivî û diyar kir ku bi hatina Komara Îslamê ya Îranê ser desthilatiyê re, dijminatiya vê rejîmê li dijî gel û bi taybet jinan bi eşkere tê dîtin.
Rojîn Fadawî da zanîn ji aliyê dewletê ve di sala 2022’an de qetilkirina Jîna Emînî ji bo gelê Kurdistan û Îranê bû çirûska serhildanê û wiha got: “Ev bûyer xwe spart rihê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û bû sembola têkoşîna jinê.”
Rojîn Fadawî destnîşan kir ku zextên rejîma Îranê li dijî jinan didome û bal kişand ser rewşa kesên ku ji bo mafê jinan û zarokan têdikoşin û got: “Di nava van de Zeyneb Celaliyan ku ev 17 sale di bin îşkenceyek giran de tê girtin û mehkumî cezayê muebetê hatî kirin, Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî ku rûbirûyî xeteriya darvekirinê ne hene.” Rojîn Fadawî desteka xwe ya ji bo kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ anî ziman û da zanîn ku ji bo parastina aktivîstên jin gelek semînerên navnetewî, konferans û çalakî li darxistine.
Pirsgirêkên jinan bû rojev
Endama amadekariya konferansê û moderatora rûniştinan Soraya Mihemedî jî wiha got: “Binpêkirinên mafê jinan û rêbazên têkoşînê hate nîqaşkirin. Pirsgirêkên jinan ên li Efganistan, Rojava, Başûr, Rojhilatê Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû dinyayê bû rojev.”
Soraya Mihemedî diyar kir ku li ser pirsên; ‘Çima jin tên qetilkirin?’, ‘Çima dijiminatiya jinan heye?’ û ‘Çawa bikarin bigihin serkeftinê?’ lêhûrbûn dikin. Soraya Mihemedî anî ziman ku ji bo jin di riya azadiyê de bigihin serkeftinê mifteya wê piştevaniya gerdûnî û yekîtî ye.
Soraya Mihemedî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ez di wê baweriyê de me hemû jinên dinyayê azad bibin û dest bidin destê hev û şoreşe ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bidomînin.”