Terorîstan Encûmena Jinên Zenûbiya ya li Dêrazorê şewitandin

Avahiya Encûmena Jinên Zenûbiya ya li Dêrazorê, rastî êrîşa komeke çekdar hat. Êrîşkaran avahî şewitandin. Di encamê de zirarek mezin a madî çêbû.

Navenda Nûçeyan – Navendên jinan ên ku hêzdayîna jinan û beşdarbûna wan a di jiyana civakî de bipêş dixin, di demên dawî de bûne hedefa êrîşên hovane. Armanca van êrîşan ew e ku dengê jinên azad qut bikin û bi rêya gef, şewitandin û wêrankirinê hewldanên ji bo edalet û wekheviyê têk bibin.

Avahiya Encûmena Jinên Zenûbiya ku li bajarê xwerêveber Ebû Humam a navçeya gundewarî ya rojhilatê Dêra Zorê ye, duh rastî êrîşek hat. Komeke çekdar a ji nêzî 20 terorîstan pêk dihat,  êrîşî avahiyê kir. Êrîşkaran avahî şewitandin û bêkêr kirin.

Ev êrîş mîna beşek ji kiryarên zêde yên şaneyên DAIŞê yên ku li herêmê dixebitin tê hesibandin. Berê jî heman encumen rastî êrîşên bombeyî, dizî û vandalîzmê hatibû. Di encamê de zirarên giran gihîştibûn avahiyê û xebatên wê asteng bûbûn.

Encumena Jinan a Zenûbiya, ji çar jinan pêk tê û ji bo hêzdarkirina jinan û piştgiriya hewldanên civakî dixebite. Encumena Jinan a Zenûbiya, yek ji saziyên jinan ên herî girîng a li deverên gundewarî yên rojhilatê Dêra Zorê tê hesibandin.

Rayedaran lêpirsînek li ser bûyerê dan destpêkirin û diyar kirin ku ev êrîşeke plankirî bûye. Rayedaran dan zanîn ku bi vê êrîşê, rola jinan di civakê de hedef girtine û hewldanek ji bo bêdengkirina dengên azad ên li deverên xwerêveberiyê ye.