KJK: Em heqaretên ku li Rêber Apo hat kirin bi tundî şermezar dikin!

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku ew heqaretên li meclîsê li Rêber Apo û Pervîn Buldan hatin kirin qebûl nakin, bi tundî şermezar dikin û vê yekê weke sûcê sorkirina şer dibînin. KJK'ê bang li alîgirên aştiyê kir ku helwestê nîşan bidin.

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) gotinên Tûrhan Çomez ê ÎYÎ Partiyî ku heqaret li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û endama şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan kir bi daxuyaniyek nivîskî bi tundî şermezar kir.  

Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê wiha ye:

“Gotinên qirêj, gemarî, şoven û mêrê serwer ên ku herî dawî qaşo parlamenterê ÎP'ê Tûrhan Çomez û qaşo serokê ÎP'ê li hemberî Rêber Apo gotin, encamek ji mejiyê dijminatiya sedsalî ye. Weke KJK em van gotinên rezîl tu carî qebûl nakin, bi tundî şermezar dikin. Rêber Apo weke ku bi derziyê bîrê bikole bi ked û têkoşîneke mezin hewl dide pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş ve bibe, gelên Tirkiyeyê, gelê Kurd, jin û zarokan bixe nava aramiyê. Li hemberî vê çand û rêbaza siyaseta mêr ê serwer, nijadperest û şoven ku sed sal in li hemberî gelan, li hemberî gelê Kurd û jinan dijminatiyê dike, Rêber Apo alternatîfeke demokratîk a gelekî bi wate diafirîne. Hewldana têkbirina van hewldanên ji bo demokrasî û aştiyê, sorkirina dijminatiyê û îsrara li ser nêzîkatiya dijberîkirinê tê wateya pêlîstina bi çarenûsa gelên Tirkiyeyê yê 82 milyon mirovî û gelê Kurd ê 60 milyon. Mafê kesî nîn e ku bi paşeroja mirovan, bi paşeroja jin û zarokan bilîze, mafê kesî nîn e ku vê yekê bike qurbanê berjewendiyên xwe yên şexsî. Yên weke Tûrhan Çomez û Dervîşoglû rantxwer in ku xwe ji xwînê û şer xwedî dikin. Ew dizanin ku dema şer qediya û aştî hat wê ranta wan jî ji holê rabe, zirar bigihîje berjewendiyên wan ên şexsî lewma weke dînamîka derbeyê tevdigerin. Mejiyê wan ê derbekar, komploger, dijminê jin û gelan tu carî demokrasiyê, aştiyê, xwişk û biratiyê qebûl nake.

‘Sorkirina dijberiya li Rêber Apo tu carî nayê qebûlkirin’

Piştî ku li Meclîsê ji bo mîmarê aştiyê ya tevgera jinan ji bo Rêber Apo dirûşma 'Bijî Serok Apo' hat qîrîn, pêleke dijberiya li Rêber Apo, dijberiya li Kurdan û jinan hat rakirin. Xwedîderketina li Rêberekî ku aştiyê diafirîne û gavên mezin ên wêrekî di vê oxirê de diavêje, qîrîna dirûşman ji bo wî gelo ne bi dilê kê ye, kê aciz dike? Di vir de çi sûc heye? Eger ev dewlet wê aştiyekê pêk bîne, hingî xwedîderketina li Rêberê aştiyê, qîrîna dirûşman ji bo wî, çima wê bibe sûc? Çalakî û daxwazeke li ser bingeha demokratîk e. Lê belê li hemberî vê yekê sorkirin û geşkirina dijberiya li Rêber Apo, dijberiya li Kurdan û jinan tu carî nayê qebûlkirin.

‘Hewldana ji bo sabotekirina pêvajoyê ye’

Helwestên bêhurmet, dijminane û mêranî yên li dijî Serokwekîla Meclîsê û endama Şandeya Îmraliyê birêz Pervîn Buldan, hem li dijî jinek û hem jî li dijî raye herî bilind a TBMM’ê weke heqeretek e. Ev yek sûc e û mijara lêpirsînê ye. Em weke tevgera jinan heqaretên li dijî birêz Pervîn Buldan û di şexsê wê de li ser Rêber Apo qebûl nakin û van helwestan wekî sûcê teşwîqkirina şer binav dikin. Ev nêzîkatî û helwest ji bo sebotekirina pêvajoyê ne. Divê her kes li hember vê hişyar be û li dijî wê derkeve.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wekî pêvajoyek dîrokî hate destpêkirin. Lê belê, hişmendiya şovenîst, nijadperest û zordar ku ji destpêkê ve mayînde maye, bûye sedema pêşketinên xeternak. Li şûna piştgiriya aştî û xwişk-biratiyê, çapemeniya Tirk zimanek bikar aniye ku şer û dijminatiyê teşwîq dike. Partiya ÎP’ê û nûnerên wê bi medyaya sereke re hevkariyê dikin da ku pêvajoyê bi dawî bikin. Ev rewş welat ber bi riyek xeternak ve dibe. Di demeke ku çarenûsa gelên Rojhilata Navîn ji nû ve tê nivîsandin de, ev hişmendiya ku dijminê gelê xwe ye, hewl dide ji şer sûdê bigre. Êrîşên li ser Rêber Apo ku gel û jin wî wekî pêşengê aştiyê dibînin, welat ber bi karesatê ve dibe.

‘Divê em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mezin bikin’

Em hişyar dikin; ger ji bo pêşvebirina xwişk-biratî û aştiya hezar salî ya Kurd-Tirkan samîmiyetek hebe, wê demê divê ev zimanê çapemeniya rantxur a şerxwaz û qirêj, ev zimanê siyasetê di çarçoveya sûcê sorkirina şer de bê dîtin û darizandin. Eger dewlet bi rastî jî ji dil e, eger wê xizmetê ji aştiyê re bike, wê xurt bike, wê civakî bike hingî divê gavên erênî biavêje. Aştiyeke demokratîk û bi rûmet mafê gelên Kurd û Tirk e, mafê jin, ciwan û zarokan e. Weke tevger bi pêşengiya sermuzakerevanê xwe Rêber Apo me samîmiyeta xwe ya di vê mijarê de nîşan da, em hê jî nîşan didin lê belê em ê heqaret û provokasyonên bi vî rengî qebûl nekin û li hemberî wê jî heta dawiyê têbikoşin.

Di serî de jin em bang li hemû kesên xwe yên welatparêz, civaka demokratîk a Tirkiyeyê û hemû alîgirên aştiyê dikin ku li hemberî vê yekê helwesta xwe nîşan bidin û helwesta xwe ya demokratîk bi pêş bixin. Aştiyeke Kurd-Tirkan a ku wê bi pêş bikeve, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn û jinan pêngaveke dîrokî ye. Şerekî ku bi provokasyonên kesên weke Tûrhan Çomez dest pê bike jî wê bibe rûdana bi dehan Xezeyan, wê bibe şerekî wisa ku neteweya wan bi wan bide jibîrkirin û her wiha wê hemû kes zirarê jê bibînin. Ji ber vê yekê divê em heya dawiyê xwedî li Rêber Apo û xeta Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, derkevin û ji bo ku weke sermuzakerevan rola xwe bilîze em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mezin bikin.”