Ji bo rojnamevanên jin ên Tûnisê beşdarî ‘Fîloya berxwedanê’ bûne merasîm

Rojnamevana Tûnisî Olfa Lamlum, diyar kir ku ceribandina ‘Fîloya berxwedanê’ mînaka zindî ya piştevaniya cîhanî ye û got: “Divê ceribandina ku jinan bi awayekî balkêş cih girtin de, li dijî zilm û qirkirinê seknek hevpar hat raberkirin.”

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ

Tûnis – Sendîkaya Rojnamevanên Neteweyî ya Tûnisê roja 15’ê Cotmehê bi armaca rûmetkirina rojnamevanên bi caserat û dilsoziya bi pîşeya xwe ku beşdarî ‘Fîloya berxwedanê’ bûne merasîmek li dar xist.

Rojnamevanên ku beşdarî merasîma rûmetê ku ji aliyê Sendîkaya Rojnamevanên Neteweyî ya Tûnisê ve hat lidarxistin bûn, îfade kirin ku pîşeya rojnamevaniyê pîşeyek ku ji edalet û rûmeta mirovahiyê neyê cudakirin e. Li gorî wan rojnamevanî ne tenê ragihandina nûçeyê ye, berpirsyariya bûyîna dengê rastiyê ye.

Di merasîmê de, li ser bingeha pîşeya rojnamevaniyê û dilsoziya ji bo mafê mirovan nîqaşek hat kirin. Rojnamevan Olfa Lamlum, ceribandina di sê keştiyan de anî ziman û bal kişand ser sînor, nasname, piştevaniya jinan û mirovî.

Olfa Lamlum, diyar kir ku rêwetiya wê di keştiyeke çavdêriyê de destpê kiriye û piştre derbasî keştiya ku lîdertiyê ji Fîloyan re dike dibe û ceribandina xwe di keştiya Aurora de temam kiriye û anî ziman ku beşdariya jinan gelek bi bandor bûye lê belê ev sûd di siya gotinên mêrên qehreman de maye û wiha got: “Piraniya kesên di keştiya Aurora de jin bûn, di nava wan de qeptanek Uruguayî hebû. Jinan di her qada Fîloyayê de cesûr û rola pêşeng girtin lê mixabin ev sûd bi qasî pêwist nehat dîtin. Biryara beşdariya min a ‘Fîloya berxwedanê’ girîng bû, bi hemû xetereyan dizanibûm. Sedema başdariya min ew bû li dijî komkujiyên bi salan min li ser ekranê temaşe dikir, berpirsyariya xwe bi cih bînim û tevlî çalakiyê bûm.” 

‘Ji bo jinan ceribandineke ku îlhamê dide’

Olfa Lamlum da zanîn ku aliyê girîng û bi nirx ê Fîloyan, piştevaniya mirovên ji çar aliyên dinyayê ji bo Xezayê hatin ba hev e û wiha got: “Ev ceribandin tevî tirs û zextê ji bo hemû jinên ku bi cesaret beşdar bûne îlhamê dide. Min îsrar kir ku beşdar bibim, ji ber ku min xwest ji jinên li Xezayê re bibêjim em li ba we ne, em dengê we dibihîsin û piştevaniya we dikin.”

Ceribandinek bi êş a bi binpêkirinan dagirtî

Olfa Lamlum têkildarî binpêkirinên Îsraîlê li dijî jinên ku di pêvajoya revandinê de bûne wiha got: “Jinan bi hinceta muayeneya tibî tazî kirin, di qefesên biçûk de bê ranza girtin, di şertên biçûkxistinê de wêneyên wan kişandin. Di heman demê de xwestin belgeyên ku tê de tê gotin ‘bê destûr ketina herêma şer’ bi başdarên jin û mêr bidin îmzekirin û çalakiyê weke sûc bidin nîşandan.”

Tevgereke gerdûnî

Olfa Lamlum wiha domand: “Tevgere Fîloya Berxwedanê bi her aliyê xwe ve sembola piştevaniya navneteweyî bû. Sînor û astengiyan derbas kir û dengê azadiyê li dinyayê kir yek. Yên qehreman kesên ku li Xeza û Filistînê dijîn in. Her roj rûbirûyî mirin, êrîş û birçîbûnê ne. Ya ku me kiriye tenê çalakiyek sembolîk e ji bo şiyarkirina wijdanê mirovahiyê bû.”

Olfa Lamlum, sekne hikumeta Fransayê weke ‘şerm û hevkarî’ bi nav kir û destnîşan kir ku Fransayê red kiriye ku aktivîstan bibe welat û bi derfetên beşdariyan aktivîst neçar mane vegerin.

Di merasîmê de rojnamevanên ku beşdarî ‘Fîloya berxwedanê’ bûn peyam dan ku ew xwedî rolên bingehîn in û gotin: “Rojnamevaniya rast, ne tenê ragihandina rastiyê ye, kesê ku cesaret dike wê biguherîne ye. Rojnamevaniya bi wijdan tê kirin, çalakiyek esîl li dijî zextê ye û çekek exlaqî ya têkoşîna azadî û edaleta ji bo mirovahiyê ye.”