Mayînên milîsên Husiyan dibin sedema mirina sivîlan

Tora Maf û Azadiyê ya Yemenê, ragihand ku di nava 8 mehan de ji ber mayînên ku ji aliyê milîsên Husî ve hatin çandin 64 sivîl mirine, 83 kes jî birîndar bûne. Di nava birîndaran de jin û zarok jî hene.

Navenda Nûçeyan –  Bermahiyên şer ên li Yemenê, bi taybetî mayînên li bejahiyê hatin çandin, xeteriyek herî mezin e ku gefê li jiyana sivîlan dike. Mayîn gelek deman li qadên ku nexşeriya wan nîne, li herêmên bicihbûnê, rê û eraziyên çandiniyê de bi awayek belave hatine bicihkirin. Ev rewş di demên dawî de rê li ber mirina sivîlan û birîndarbûna wan vedike.

Tora Maf û Azadiyê ya Yemenê di rapora xwe ya nû ya bi navê ‘Mayînên bê nexşerê’ ya roja 15’ê Cotmehê weşandî de, bîlançoya mayînên ku ji meha Çileyê heta dawiya meha Tebaxê ji aliyê milîsên Husî ve li bajarê Hudeyda hatine çandin, raxist ber çavan. Li gorî raporê, di dema mijara xeberê de 64 sivil mirin, 83 kes birîndar bûn û 68 erebeyên sivîlan zirar dîtin.

Bermahiyên şer dibe sedema mirinan

Torê diyar kir ku li malan, avahiyên giştî, cihên bazarê, baxçe û rêyên bingehîn bi hezaran mayîn hatine bicihkirin. Di raporê de hate destnîşankirin ku ev çalakî bêyî cûdahiyek di navbera sivîl û leşkerî de hatine kirin, ji ber vê jî bajar vegerandine cihê mirinên aşkera.
Raporê bicihkirina mayînan a ji aliyê Husiyan ve wek sûcê şer bi nav kir û da zanîn ku ev mayîn her roj li bajarê Hudeyde û derdora wê canên nû dibe.

Banga mudaxeleya lezgîn

Tora Maf û Azadiyê ya Yemenê bang li civaka navnetewî kir ku van sûcan şermezar bikin, zextê li Husiyan bike, da ku nexşerêya mayînan radest bike û ji bo parastina sivîlan gavên lezgîn biavêjin.

Her wiha torê bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku hewldanên paqijkirina mayînan zêde bikin û destekê bidin mexdûran. Raporê da zanîn ku bêdengiya civaka navnetewî Husiyan teşwîq dikin ku sûcên xwe yên li dijî sivîlan bidomînin û banga mudaxeleya lezgîn kir.