Cezayir Roja Jinên Cotkar a Cîhanê pîroz kir

Li Cezayirê bi boneya Roja Jinên Cotkar a Cîhanê ku her sal di 15’ê Cotmehê de tê pîrozkirin, çalakiyên cûrbecûr ên neteweyî û herêmî hate li dar xistin.

Cezayir – Roja Jinên Cotkar a Cîhanê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di 15’ê Cotmeha 2007’an de hatiye îlankirin, bale dikşîne ser têrkariya jinên gundewar ên di qadên çandinî, misogerkirina ewlehiya xurekê, pêşkeftina domdar û parastina jîngehê de.

Mîna welatên din ên cîhanê li Cezayîrê jî, îsal di 15’ê Cotmehê de Roja Jinên Cotkar a Cîhanê ku balê dikşînê li ser rola navendî ya jinan di pêşkeftina domdar de, pîroz kir. Ev roja taybet, armanc dike ku beşdariyên girîng ên jinên gundewar a di baştirkirina ewlehiya xurekê, parastina çavkaniyên xwezayî û piştgiriya aboriya herêmî de derxe pêş. Ji ber ev jin di avakirina civakên domdartir û xweştir de mîna kevirekî bingehîn tên dîtin.

Çalakiyên Roja Jinên Cotkar a Cîhanê ya li Cezayîrê

Cezayir, di 15’ê Cotmehê de Roja Jinên Cotkar a Cîhanê bi çalakiyên cûrbecûr ên ku rola jinên gundewar di jiyana aborî û civakî de nîşan dide pîroz kir.

Bi bernameyên ku li gelek parêzgehên welat hatin lidarxistin re, têkariyên jinan a di warên mîna çandinî, hunerên destan, mêşvanî û karsaziyê de hate destnîşan kirin.

Li parêzgeha Saîdayê, li Mala Çandî ya Mustafa Xelef berhemên kooperatîfên jin hate nîşan dan. Xebatên di qadên mîna hunerên destan, berhemên çandiniyê û hilberîna hingiv de hatin nîşandan. Li parêzgeha Bouirayê jî, rojên agahdariyê yên piştgirî dide karsazên jinên gundewar û perwerdehiyên li ser kirrûbirra dîjîtal û fînansekirina projeyên piçûk hatin li dar xistin.

Wezareta Hevgirtina Neteweyî, Malbat û Karûbarên Jinan, ragihand ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo beşdariya xurttir a jinan di aboriya herêmî de bidomînin. Wezaretê, armanc dike xwegihandina jinan a ji bo perwerdehiya pîşeyî, karûbarên bankayî û ewlehiya civakî hêsan bike.

Odeya Masîvanî û Berhemên Avê jî, balkişand li ser rola jinan a zêde ya di çandiniya masiyan û hilberîna xwarinên deryayî de. Her wiha li parêzgehên başûr pêşangehên hilberînerên jin ên ku xurmeyan û berhemên xwezayî cihdigrin hatin vekirin.

Armanca van çalakiyan ew e ku rola girîng a jinên gundewar a di pêşkeftina domdar û ewlehiya xurekê de nîşan bidin. Cezayîrê, bi dîtbarîkirina van têkariyan re carek din girîngî dayîna xwe ya ji bo hêzdarkirina jinên gundewar nîşan kir.