Gelê Tûnisê ji bo rizgarkirina jîngeh û mirovan xwepêşandanek li dar xistin

Gelê Tûnisê, xwepêşandanek li dar xistin û li dijî belavbûna nexweşî û rewşên xeniqandinê yên ji ber qirêjiyê, daxwaza veguhestina yekîneyên pîşesaziyê yên qirêj ji Gabesê kirin.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis- Di 15’ê Cotmehê de, bi dehan kes li paytexta Tûnisê bi banga Komeleya Dar Gabes li hev civiyan û daxwaza rakirina kompleksa kîmyewî ya li Gabesê kirin.

Xwepêşanderan, diyar kirin gazên jehrîn ên kompleksê dibin sedema bûyerên penceşêr û xeniqînê û destnîşan kirin ku yekane çareserî veguhestina van yekîneyên pîşesaziyê ye. Xwepêşanderan, di çalakiyê de pankartên balkêş ên êşa gel nîşan dide hilgirtin.

Gabesê, 53 sal in ji ber pîşesaziya kîmyewî qirêjbûna jîngehê dijî. Gazên kargehan hewayê qirêj dikin û bermayiyên ku dikevin deryayê jî jiyana deryayî tûne kir. Ev rewş, him ji bo xweza û him jî ji bo tenduristiya mirovan gefek cidî ye.

 

‘Ev qeyranekî ku nayê paşguhkirin e’

Ji tevgera "Rawestandina Qirêjiyê" aktîvîst Henna Najima, diyar kir pêkhatina xwepêşandanê ya roja 15’ê Cotmehê ya Roja Rizgarkirinê, bi zanebûn e û wiha axivî: "Em dixwazin vê rojê mîna rojek serxwebûna jîngehê bibînin. Gelê Gabesê, 50 sal in hewaya qirêj dikşîne. Ji meha Îlonê û vir ve zarok li dibistanê xeniqînê dijîn. Di rojên borî de dîsa du bûyerên nû hatin jiyîn. Ev qeyranekî ku nayê paşguhkirin e."

 

‘Ev êdî ne pirsgirêkek jîngehê ye, sûcek li dijî mirovahiyê ye’

Henna Najima, bi bîr xist ku makezagon mafê jîngeh û tenduristiya paqij mîsoger dike û axaftina xwe wiha domand: "Em her roj bi gaza fosfojenê dixeniqîn. Dewlet jî bi gaza rondikrêj bersiva daxwazên me dide. Nexweşxaneyên nikarin tankên oksîjenê bibînin hene. Ev êdî ne pirsgirêkek jîngehê ye, sûcek li dijî mirovahiyê ye."

 

‘Herî zêde jin û zarok bandor dibin’

Parêzvanê mafên jinan Najet Arararî jî da zanîn qeyrana jîngehê ya li Gabesê bi taybetî bandor li jin û zarokan dike û wiha axivî: "Ev ne tenê pirsgirêkek herêmî ye, pirsgirêkek tenduristiya giştî, ewlehiya jîngehê û edaleta civakî ye. Jin pir caran nexweş dikevin û zarok jî pirsgirêkên pergala bexşandinê dijîn. Lêkolînan, nîşan didin ku li herêmê sitewrî, kurtaj û nexweşîyên pişikê bi rêjeyek cidî zêde dibin."

Najet Arararî, destnîşan kir ji bo dîtina çareseriyekê pêdivî bi tedbîrên lezgîn heye û got: "Bêdengiya dewletê ya li dijî vê rewşê hevkariyek eşkere ye sûcê ye. Bêyî tenduristî tu maf çênabin. Jiyana mirovan pîroz e û nikare ji bo berjewendîyên siyasî bê qurban kirin."

 

‘Ev karesat gef li hemû Tûnisê dixwe’

Aktîvîsta mafên jinan û seroka berê ya Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê Naîla Zoghlamî jî beşdarî xwepêşandanê bû û banga hevgirtinê kir: "Gabes bi salan e bi qirêjiya kujerde re têdikoşe. Divê êdî dewlet berpirsiyariyê bigre ser xwe. Ev karesat ne tenê Gabesê, gef li hemû Tûnisê dixwe. Jin û zarok windahiyên me yên ewil in. Ev qeyran nikare bê paşguhkirin."