‘Televîzyon dikarin ji bo bidawîkirina tundiyê werin bikar anîn’
Parêzvana mafên jinan Cemîla Yehyewî got ku rêzefîlmên televîzyonê dikarin wekî amûrek ji bo bilindkirina hişmendiya jinan li ser mafên wan û teşwîqkirina wan bê bikar anîn.

ÎXLAS HEMRONÎ
Tûnis – Dramayên televîzyonê demeke dirêj e ku wek amûrek şahiyê tên hesibandin. Hewl didin ku bi riya çîrok û gumanê temaşevanan bikşînin. Lê ev rol êdî tenê bi şahiyê ve sînordar nîne. Ew bûye rêbazek bi bandor ji bo bilindkirina hişmendiya civakî û ragihandina peyamên mafên mirovan û mirovî. Ya herî berbiçav ji van peyaman ew e ku bi pirsgirêkên jinan ve girêdayî ye, bi taybetî jî şîdeta ku bi hemû şêwazan li dijî wan tê kirin.
'Drama ji jinan re bûye pencereyek guhertinê'
Aktîvîsta civaka sivîl û parêzvana mafên jinan Cemîla Yehyewî destnîşan kir ku televîzyon ji bo gelek jinan, bi taybetî jî li deverên gundewarî û yên bê parastin, bûye pencereyek ji bo guhertinê û deriyek ji bo azadiyê. Cemîla Yehyewî wiha got: "Dramayên Tûnisî û Erebî di hişyarkirina jinan a li ser mafên wan, motîvekirina wan a ji bo berxwedana li hember tundiyê û şikandina çerxa bêdengiyê de roleke girîng dilîzin. Dema jinek rêzefîlmek Tûnisî temaşe dike ku mijarên tundiyê vedibêje û jinan diparêze, ew di lehenga fîlmê de wêneyek ji xwe dibîne û ezmûna wê dike modelek ji xwe re, bi riya wê ew fêr dibe ka çawa dema rastî tundiyê tê tevbigere, çawa serî li qanûnê bide û mafên xwe biparêze."
'Drama peyamên bihêzkirina jinan nîşan dide'
Cemîla Yehyewî da zanîn ku rêzefîlmên ku herî zêde bandor li jina Tûnisî kiriye rêzefîlma "El-Fitna" bûye ku di meha remazanê de hatiye nîşandan. Tê de herî zêde dîmena qetilkirina lehengiyê piştî ku rûbirû bi tundiyê re dima heye. Cemîla Yehyewî derbarê vê dîmenê de wiha got: "Ev dîmen gelek bi êş bû, lê ew peyamek bihêz bû li dijî şîdeta li ser jinan û bangek bû ku ji kêliya yekem ve bêdeng nemînin û dest bi berxwedanê bikin. Ev peyam bandorê li jinên Tûnisî û Ereb dike û bêtir xizmetê ji bo berjewendiyên jinên gundewarî dike. Yên ku bi fikrê gilîkirina li ser mêrên xwe şerm û qedexe ye, mezin bûne."
'Divê peyamên hişyarkirinê bêhtir ji jinên gundan re bên dayîn'
Di nav gotinên xwe de Cemîla Yehyewî diyar kir ku drama peyamên bihêzkirina jinan nîşan didin û wiha domand: "Ji sedî 90 drama peyamên teşwîqkirinê ji jinan re dişîne, wan di civakê de çalak dike, tundiyê red dike û mafên wan diparêze. Jinên li bajaran dijîn bêhtir haydar in û bi rêya medyaya civakî van nûçeyan dişopînin. Lê jinên gundan ku gihîştina cîhana medyaya civakî û platformên wê zehmet e û carna bi temaşekirina televîzyonê yan guhdarîkirina radyoyê ve sînordar in. Divê peyamên hişyarkirinê ji wan re werin şandin û mijarên ku piştgiriyê didin jinên gundan, werin nîqaşkirin."
‘Drama dikare bendên tirsê bişkîne û alîkariya jinan bike'
Cemîla Yehyewî anî ziman ku drama ne tenê amûrek ji bo şahiyê ye û ne jî hewce ye ku civatek neynî nîşan bide an jî stereotîpan xurt bike. Cemîla wiha got: “Eger ew bi awayek rast û berpirsyarî pirsgirêkan çareser bike, dikare bibe amûrek ji bo rizgarî, hêzdarkirin û vegotina rastiyê. Ew dikare çavên jinan li rastiyên wan veke û bibe alîkar ku tirsê derbas bikin, li dijî tundiyê bisekinin û rûmet û mafên xwe vegerînin.”