Di desthilata Colanî yê cîhadîst de zêdeyî 5 hezar sivîl hatine kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji dema rejîma Beşar Esad hilweşiya heta niha li welêt herî kêm 5 hezar û 500 sivîl hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Ev 5 meh in rejîma Beşar Esed ketiye û Colanî yê cîhadîst (HTŞ) hatiye ser desthilatiyê. Colaniyê cîhadîst hêzên artêşê û yên ewlekariyê fesih kir. Ev yek jî bû sedem ku valahiyek li herêmên serweriya wî çêbe. Hêzên leşkerî yên ku welat kontrol kirin, rûbirûyî astengiyên mezin hatin, bi taybetî jî di astên ewlehî û aboriyê de. Piştî hilweşîna rejîmê li tevahî herêmên desthilata Şamê, kaosek xwe da der.

Sûc zêde bûn, kiryarên tesfiyekirin û komkujiyên li ser bingeha nasnameya mezhebî û tevlîbûna li nava rejîma berê, zêde bûn û êdî welat ber bi şerekî navxweyî ve diçe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ji 8’ê Kanûnê heta 7’ê Gulanê, 7 hezar û 342 kes li seranserî Sûriyeyê di rewşên cuda de hatine kuştin, ji wan 5 hezar û 514 kes sivîl in; 4 hezar û 852 zilam û xort, 402 jin û 260 zarok in.

SOHR’ê, di 5 mehan de 2 hezar û 92 sûcên tasfiyekirina meydanî belge kirin, piraniya wan di meha Adarê de bûn. Hemwextî wê, çekdaran li perava Sûriyeyê li dijî rêbendên kontrolê yên Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Hundirîn ên desthilata Şamê, êrîş pêk anîn. Bi taybetî jî di 6’ê Adarê de.