Li Til Temirê civîna diyalogê hat lidarxistin

Jinên ku beşdarî civîna “Diyalogên bi jiyana azad re” bi pêşengiya Kongra Star û HPC-JIN ji jinên Til Temirê re hat lidarxistin bûn gotin: “Em li hemberî Rêber Ocalan rexnedayîn didin û soz didin ji bo azadiya wî ya fîzîkî rêxistina xwe xurtir bikin.”

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Bi pêşengiya Kongra Star û Hêzên Parastina Civakî-Jin HPC-JIN di çarçoveya pêngava azadiya fizîkî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, bi dirûşma “Diyalogên bi jiyana azad re” civînek ji jinên bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li dar xist. Civîna ku li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, bi xwendina peyam û perspektîfên Rêber Apo berdewam kir.

Jinên ku beşdarî civînê bûn nêrînên xwe anîn ziman.

‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan em ê têkoşînê mezintir bikin’

Rêvebera Kongra Star Sena Tamir got ku berxwedana gelê riya şerê şoreşgerî hilbijartiye û tê de bi ser ketiye hemû encama ked û baweriya Rêber Abdullah Ocalan a bi hêz a gel e û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Serkeftina şerê gelê şoreşgerî li Bendava Tişrînê hişt ku dewleta Tirk bin bikeve û dewletên din doza gelê Kurd û rastiya hebûna gelê Kurd bizanibin. Ked û têkoşîna Rêber Apo di 52 salan de nikare were têkbirin. Pêwist e  jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî jinên Kurd asta têkoşîna xwe bi armanca bidestxistina azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan, mezintir bikin.”

‘Ji bo em bersiva pirsa ‘çawa bijîn’ bidin divê bêtir rewşa jinên ciwan nîqaş bikin’

Sena Tamir da zanîn ku serkeftina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdibe bandora xwe li welat û parçeyên din dike û wiha pêl da gotinên xwe: “Ji ber ku çi pêşketin li vir çêdibe, bandora xwe li tevahî cîhanê dike û ev yek dide diyarkirin ku yên bihêz dikarin bandorê di lihevkirin û hevsengiyên herêmê de çêbikin, em in. Pêwist e jin bêhtir çarenûsa xwe fêm bikin, da ku aştiyeke domdar pêk were. Ji ber ku jin bingehê jiyan û azadiyê ye. Di heman wextê de jî divê jinên ciwan bêhtir xwe birêxistin bikin û bizanibin ku wê çawa bijîn. Riyên nîqaşên çand û perwerdeyê vekin da ku em bikaribin bersiva vê pirsa ‘em ji bo çi têdikoşin’ bidin.”

‘Li hemberî Rêber Abdullah Ocalan em rexnedayîna xwe didin’

Rêvebera HPC-JIN a Kantona Cizîrê Minewer Yûsif jî behsa girîngiya pêvajoyê û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Em perspektîfên Rêber Ocalan girîng dibînin, em ê xebatên xwe bêhtir çawa bi pêş bixin, bizanibin kurt û kêmasiyên me çi ne û çawa bikaribin xalên xwe yên lawaz bihêztir bikin. Perspektîf bêtir rola jinan diyar dikin, jin bi wê yekê dikarin têkiliyên xwe bi cîranên xwe re çêbikin, xwe birêxistin bikin. Li hemberî perspektîfên Rêber Apo û lêgerîna wî ya azadiya jinan, em weke jin rexnedayîna xwe didin. Jinek li ku derê hebe, em ê hewl bidin xwe bigihîjînin û wê ji koletiyê rizgar bikin. Ji lewre em baş dizanin ku yekitiya gelê Kurd wê bibe wesîleya aştiyeke domdar. Ji ber ku projeya me ya demokrasiyê yekitiyê tine, ne parçekirin û cudabûnê.”

Ji bo jinan soza birêxistinbûyîn û rizgarkirinê

Minewer Yûsif bi vê sozê dawî li axaftina xwe anî: “Em ê hewl bidin xwe bigihîjînin jinên Elewî, Durzî, Kurd, Ereb û Suryan. Em ê hewl bidin xwe bigihîjînin hemûyan û wan birêxistin bikin. Ji ber ku em ne aşiqê xwînê û şeran in, armanca me aştî û yekitiya hemû jin û gelan e. Em ê li hemberî êrîşan jî bêdeng nemînin, êrîşek çêbibe em ê xwe biparêzin û serî ji dijmin re netewînin, em ê serkeftinê mîsoger bikin.”