‘Erkdarkirina kujerê Hevrîn Xelef di qada leşkerî de sûc e’

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erkdarkirina çeteyê bi navê Hatim Ebû Şeqra di qada leşkerî ya girêdayî HTŞ’ê, li Dêrezor, Reqa û Hesekê şermezar kirin û gotin: “Siyasetek li dijî îrade û têkoşîna jinan tê meşandin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Çeteyê bi navê Hatim Ebû Şeqra ku kujerê sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef e, ji aliyê HTŞ’a cîhadîst ve weke rêveberê Firqeya 86’an ya leşkerî hat erkdarkirin. Li hemberî vê biryarê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûna xwe nîşan dan û tekez kirin ku li dijî îrade, rêxistinbûyîna jinan kiryarên qirêj tên meşandin.

‘HTŞ’a cîhadîst li dijî pîvan û exlaqê mirovan biryaran dide’

Jina bi navê Nûra Omer da zanîn ku biryara erkdarkirina çeteyan di qada leşkerî de pêşeroja gelê Sûriyê ber bi metirsî û xeterê ve dibe û wiha anî ziman: “Şehîd Hevrîn Xelef ji bo tevahî jinên Sûriyeyê sembola aştî, jiyana hevbeş û projeya hevgirtina gelan bû. Jineke Kurd bi destên çeteyê bi navê Hatim Ebû Şeqra bi awayekî hovane hat qetilkirin. Ev çete beriya niha girêdayî dewleta Tirk a dagirker bû, îro di nava HTŞ’a cîhadîst de cih digre. Li şûna ku hikûmeta Şamê wî ceza bike ji ber destê wî di komkujî û xwî rijandinê de heye îro wê weke rêvberek erkdar dike. Ev kiryarek derexlaqî ye, li peravên Sûriyeyê komkujî bi hinceta bermahiya rejîmê pêk tên lê ev çeteyê kujer tê erkdarkirin? Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê biryarê şermezar dikin. Ev kes nûnertiya civaka Sûriyeyê nake, ev çete divê were cezakirin.”

‘HTŞ’e ya cîhadîst dijminê jinan e’

Emîna Hesen jî li ser erkdarkirina Hatim Ebû Şeqra wiha axivî: “Piştî hilweşandina rejîma Sûriyeyê hêviya gelê Sûriyeyê ya ji bo jiyana azad û demokratîk bi hatina hikûmeta demkî ya Şamê re şikest û metrsiyek mezin derket holê. Gelê Sûriyeyê rastî kiryar û komkujiyan hat. Hebûna çeteyan di nava hikûmeta Şamê ya demkî ya Sûriyeyê de xeteriyek mezin e. Çawa çeteyek ku destên wî di xwîna jinan de hebe tê xelatkirin û weke rêveberek tê erkdarkirin? Ev yek di tu zagonan de tune ye û tu civak vê qebûl nake. HTŞ wî di nava xwe de dihewîne û erkdar dike. Em vê yekê bi tundî şermezar dikin û em ê li hemberî wê bi îradeya xwe ya azad asta têkoşînê bilind bikin.”

‘Tu ol û bawerî kiryarên HTŞ’eya cîhadîst qebûl nake’

Eyat Ebdulah ku ji pêkhateyên Ereb e destnîşan kir ku tu ol û bawerî kiryarên HTŞ’a cîhadîst qebûl nake û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Tu ol û bawerî qetilkirinê qebûl nakin. Îro hikûmeta demkî bi navê îslamê bang dike lê îslamê bi kar tîne. Erkdarkirna qatilekî di nava qada leşkerî de bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em li dijî vê biryarê ne ji ber ku dê ev yek li Sûriyeyê bibe sedema xwînrijandinê.”