'Bêyî edaletê pêşeroja Sûriyeyê tune ye'
Jinên Hacînê ya kantona Dêrazorê derbarê kiryar û êrîşên li ser pêkhateyên Sûriyeyê de dan zanîn ku ev êrîş nasnameya herêmê hildiweşîne û gotin: "Bêyî edalet û wekheviyê tu pêşeroja Sûriyeyê tune ye."

ZEYNEB XELÎF
Dêrazor – Piştî hilweşîna rêjîma Baasê ya di 8'ê Kanûna 2024'an de, bi destê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şamê, bi serkêşiya Ehmed El-Şeraa Sûriye ket pêvajoyek nû. Jinên kantona Dêrazorê hişyarî dan ku bêxemiya berdewam a navneteweyî, dikare rê li ber perçebûn û tundiyê veke. Jinan balkişand ser pêwîstiya xurtkirina diyaloga neteweyî û retorîka mezhebî red kirin da ku pêşerojek bi ewle ji bo hemû civakan bê mîsogerkirin.
Jinên bajarê Hecîna kantona Dêrazor a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê êrîş û kiriyarên Heyet Tehrîr El-Şamê yên li ser pêkhateyên Sûriyeyê, bertekên xwe nîşan dan. Jinan dan zanîn ku ev êrîş, nasname û cihêrengiya Sûriyeyê hildiweşîne.
'Bêyî edalet û wekheviyê pêşeroja Sûriyeyê nîne'
Hevseroka Qeyda Sivîlan Muna El-Ewîd got ku derbarê aloziyên ku welat dijî de bi fikar in û daxwaza diyalogek neteweyî ya berfireh dikin. Mona El-Ewîd wiha axivî: "Geşedanên dawî yên li welêt pir nîgeran in, bi taybetî derbarê fikarên ku hin pêkhateyên civaka Sûriyeyê, wek civakên Elewî û Durzî, di qonaxeke veguhêz a hesas de dijîn. Civaka Elewî ji ber têkiliyên xwe yên dîrokî yên bi rejîma berê re, barekî giran hildigire û ji senaryoyên potansiyel ên tolhildan an jî dûrxistinê bi fikar e. Civaka Durzî ji ber aloziyên ewlehî û rewşa erdnîgarî di rewşek hesas de dijî. Bêyî edalet û wekheviyê pêşeroja Sûriyeyê tuneye."
'Parastin bi riya diyalogan gengaz e'
Muna El-Ewîd diyar kir ku jin bawer dikin ku parastin ne bi riya tirs û tecrîdê, bi riya diyalog û vekirîbûnê pêk tê û wiha got: “Girîng e ku projeyek neteweyî ya berfireh were amadekirin ku mafên hemû Sûriyan bêyî cudakarî an jî dûrxistinê mîsoger bike û nirxên edalet, rûmet û aştiyê saz bike. Divê gotinên nefretê û mezhebperestiyê derbas bikin. Hewcedarî bi hev re xebitîna ji bo avakirina welatekî berfireh ku hemû pêkhateyên xwe dihewîne û ewlehî û pêşerojek ji wan re peyda dike."
'Êrîşên li ser kêmneteweyan nasnameya cihêreng a Sûriyeyê hildiweşîne'
Hevseroka Ofîsa Xizmetguzeriyê ya Meclîsa Gel Nehla Elewî got ku pêkhateyên Elewî û Durzî bi binpêkirinên sîstematîk re rûbirû dimînin. Nehla Elewî diyar kir ku di nav de êrîşên leşkerî, koçberkirina bi zorê û dûrxistina siyasî pêk hatine û wiha pê de çû: “Bêyî belgekirina têrker a van sûcan di medyayê de an jî bi awayek qanûnî, ev hat kirin. Çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk di pêkanîna van êrîşan de tewanbar in. Ev piştgirî rewatiyeke derewîn dide sûcên ku gefê li cihêrengiya olî û çandî ya welat dixwin. Jinên Sûriyeyê bi binpêkirinên eşkere rûbirû dimînin. Ev kiryar ne tenê wek kaosa şer, wek beşek ji siyaseteke tepeserkirinê ye ku armanc dike jinan bêdeng bike û tevna civakê hilweşîne. Bêdengî çandeke bêcezatiyê didomîne û êşa mexdûran bi taybetî jin û kêmneteweyan, kûrtir dike. Êrîşên li ser kêmneteweyan û tundiya li ser jinan ji bo hilweşandina nasnameya cihêreng a Sûriyeyê tên bikaranîn."