Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê didomin

Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve êrîşên li dijî mirovahiyê li ser Xezayê didomîne. Di êrîşan de 52 hezar û 760 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê bênavber didomin.Hejmara kesên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane bû 52 hezar û 760.

Li gorî agahiyên ji herêmê, di êrîşên dawî yên Îsraîlê de yek jê bebik, 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê WAFA'yê balafirên şer ên Îsraîlê êrîşê malbata Hamdan a di Kampa Penaberan a Nusayrat ku li derdora Mizgefta Şehîdan e kir. Di êrîşê de Reşad Ebu Hayye, hevjîna wî Safa û bebikê wan Amr jiyana xwe ji dest dan. Li Taxa Rîmal a bajarê Xezayê jî di êrîşa li ser avahiyek de kesek jiyana xwe ji dest da, hinek kes jî birîndar bûn.

Zarok birçî ne!

Li aliye din di daxuyaniya ji Ofîsa Medyayê ya hikemeta li Xezayê de agahiyên der barê êrîşan de hatin parvekirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 65 hezarî zêdetir zarokên ku li Zîvala Xezayê dimînin, ji birçîna di bin xeterê de ne, hat gotin ku artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê ve heta niha 29 xwaringehan û  37 navendên belavkirina xurekê bombe kirine. Her wiha bal hat kişandin ku deriyên sînor hatine girtin û nehiştine 37 hezar û 400 tirên alîkarî û şeweteyan bikin Xezayê.

2 hezar û 200 malbat bi temamî tune bûn!

Di êrîşên ku Îsraîlê ji 12 hezarî zêdetir komkujî kirin de, hejmara kesên cenazeyên wan rakirin nexweşxaneyan 52 û 760, hejmara birîndaran jî 119 hezar û 264 lê tê diyarkirin ku di bin xirbeyan de ji 10 hezarî zêdetir kes hene. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Îsraîlê li Xezayê du hezar û 200 malbatan bi temamî kuştine û hat gotin ku hejmara wan malbatan bi giştî 6 hezar û 350 e. Her wiha hat diyarkirin ku li Xezayê ji her 5 hezar û 120 malbatan tenê ferdek sax maye.

908 bebik hatin kuştin

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji 18 hezar zarokên ku li Xezayê hatine kuştin, cenazeyên 16 hezar û 270 ji wan gihîştine nexweşxaneyan û bal hat kiiandin ku 311 bebikên ku di dema êrîşên 7’ê Cotmehê dest pê kirin de hatine cîhanê di nav de 908 bebik hatine kuştin. Her wiha hat ragihandin ku 12 hezar û 400 jinên ku di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin, cenazeyên 8 hezar û 700 ji wan gihîştine nexweşxaneyan.

57 kes ji birçîna mirin!

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi astengkirina alîkariyan, felaket çêbûye, li Xezayê 50 jê zarok, 57 kes ji birçîna mirine, 14 jê zarok 17 kes jî ji ber sermayê mirine. Her wiha hat ragihandin ku ji sedî 60 kesên hatine kuştin jin û zarok in, ji ber êrîşan li Xezayê 41 hezar zarok bê dê û bav mane.

Xebatkarên tendirustiyê hatin hedefgirtin

Di daxuyaniyê de têkildarî xebatkarên tendirustiyê jî agahî hat dayîn û hat diyarkirin ku ji 7’ê Cotmehê ve heta niha, li Xezayê ji 100 hezar tonî zêdetir teqemenî hatine bikaranîn, di êrîşên li ser saziyên tendirustiyê de 1411 xebatkarên tendirustiyê û 113 pewirdarên parastina sivîl hatine kuştin.

Rojnameger hatin kuştin

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşên Îsraîlê de rojnameger jî hatine hedefgirtin, li Xezayê 214 rojnameger hatine kuştin, 409 rojnameger jî birîndar bûne. Her wiha hat diyarkirin ku Îsraîlê 162 caran personelên alîkariyê û polîsan hedef girtiye,754 personelên alîkariyê û polîs hatine kuştin.

22 hezar birîndar hene

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li Zîvala Xezayê 236 navendên kesên ji cihê xwe bûne lê diman hedef gitine, herêma El Mewasî ya li başûrê Xezayê ku Filistîniyên ji cihê xwe bûbûn lê diman 38 car hatine bombekirin û hat diyarkirin ku 22 hezar kesên birîndar ên ku divê werin dermankirin û muamleyên wan temam bûne li Xezayê tên rawestandin.

Xetera nexweşiyên şewbê

Di daxuyaniyê de hat gotin k udi 2,1 milyon kesên li Xezayê dijîn de nexweşiya şewbê hatiye tesbîtkirin, ji 2 milyon û 136 hezarî zêdetir kes nexweşiya şewbê û 71 hezar û 338 kes jî bi "Hepatit A" ketine.

Li aliye din hat ragihandin ku li Xezayê ji 60 hezarî zêdetir jinên ducanî hene, ji berk u Îsraîl nahêle derman bikevin bajar, 350 kesên ku nexweşiyên wan ên kronik hene û derman nabin jiyana wan di xeterê de ye.

Perwerdekar hatin kuştin

Hat diyarkirin ku Îsraîlê li Xezayê 225 saziyên giştî û 143 dibistan û zanîngehan hilweşandiye. Hat ragihandin ku ji 13 hezarî zêdetir xwendekar hatine kuştin, 785 hezar xwendekar ji perwerdeyê bêpar mane. Her wiha hat gotin ku 150 lêkolîner, akademîsyen û hîndekar û 800 mamoste û perwerdekar hatine kuştin.

38 nexweşxane ji xizmetê derketin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 164 saziyên tendirustiyê hatine hedefgirtin 81 navendên tendirustiyê û 38 nexweşxane ji xizmetê derketine, 144 ambulans ketine rewşeke ku nayên bikaranîn. Li Xezayê 828 mizgeft bi temamî hilweşiyan 3 dêran jî xisarê dîtin. Li Xezayê 206 berhemên dîrokî û çandî hatine hilweşandin.

UNRWA: Li Xezayê xelayek ku heta niha nehatiye dîtin heye

Ajansa Alîkariya bi Penaberên Filistînê ya Rojhilatê Nêz a Neteweyên Yekbûyî (UNRWA), da xuyankirin ku li Zîvala Xezayê xelayeke ku heta niha nehatiye dîtin heye. Di daxuyaniya ku ji ser hesabê X hat dayîn de, li ser felaketa li Xezayê agahî hatin dayîn.