SOHR: Li Sûriyeyê herî kêm 10 hezar û 672 kes hatin qetilkirin
SOHR’ê, ragihand ku ji 8’ê Kanûna 2024’an vir ve li Sûriyeyê herî kêm 10 hezar û 672 kes hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), diyar kir ku li Sûriyeyê ji ber kiryarên tundî û aloziyê ji 8ˊê Kanûna 2024ˊan û heta 6ˊê Îlona 2025ˊan 438 jê zarok û 620 jê jin 10 hezar û 672 kes hatine qetilkirin. Ji van 3 hezar û 20 kes li meydanan hatin înfazkirin.
SOHRˊê, destnîşan kir ku li beramber van bûyerên kuştinê sûcdar nayên dadgehkirin û cezakirin. Hemwextî van bûyeran gotinên kîndarî, nijadperestî û mezhebperestiyê didomin, çalakvan û hiqûqnas tên hedefgirtin.