Îranê çar meh cezayê ji erk dûrxistinê da mamosta Furug Husrewî

Mamostaya dibistana seretayî Furug Husrewî ku li eyaleta Huzistan a Îranê dijî, ji ber nirxandina xwe ya di platforma medyaya dijîtal de kiriye, mehkûmê 4 meh cezayê ji erk dûrxistinê hate kirin.

Navenda Nûçeyan – Mamostaya dibistana seretayî Furug Husrewî ku li eyaleta Huzistan a Îranê dijî, ji aliyê Lijneya Disiplînê ya Midûriyeta Perwerdê ya Îranê ve mehkûmê 4 meh cezayê ji erk dûrxistinê hate kirin. Hinceta vê biryarê jî, nirxandina wê ya di platforam medyaya dijîtal de derbarê televizyona dewletê ya Îranê (IRIB) hate nîşandan.

Di metna biryarê de, hate diyarkirin ku Furug Husrewî ji ber ‘du sabiqayên xwe yên di lijneya disiplînê de’ û ‘gotinên ku serhildaran fêhêl dike’ mehkûmê vê cezayê hatiye kirin.

Berê jî hatibû girtin

Furug Husrewî ya berê jî hatibû binçavkirin, di 19’ê Tîrmehê de piştî ku hefteyek li ser serdegirtina mala wê derbas bû, ji aliyê Yekîneyên Îstixbarata Muhafizên Şoreşê ve hatibû binçavkirin. Bêyî agahdariya fermî bê kirin, ji nomareyek neyê zanîn lê geriyan û jê hat xwestin ku heta nîvro biçe dozgeriyê.

Furug Husrevî ya ji ber agahdariya fermî nebû çûyîn red kir, ji aliyê erkdarên îstixbaratê ve bi biryara girtinê hatibû binçavkirin. Furug Husrawî, piştî 12 rojan girtî ma, di 1’ê Tebaxê de bi kefaleta 2 milyar tumen ji girtîgehan Sepîdar a Ahvazê bi awayekî demkî hate berdan.