Konferansa ‘Jin Jiyan Azadî’: Dengê hevgirtina jinan a li dijî tundî û zextê
Aktîvîstên jin ên ji Elmanya, Efganistan, Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî konferansa 3’emîn salvegera Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya li Frankfurtê bûn, bal kişandin li ser berxwedana jinan a li dijî tundî û zextan.

Navenda Nûçeyan – Îro li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê konferansa 3’emîn salvegera Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bi beşdariyek mezin hate li dar xistin. Konferans bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir. Piştî rêzgirtinê, daxuyaniyek hate xwendin.
Piştre, Senatora berê ya Efganistanê Belkîs Roşen, Endama Parlamentoya Almanyayê Janîne Wissler, Nûnera Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Amîne Omar û Endama Koordînasyona Civaka Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Maryam Fetihî, ji bo axaftinê hatin vexwendin.
‘Jinên Efganî bi tundî û dijminatiya jinê re rû bi rû ne’
Parlamentera Almayayê Janîne Wissler a di panela ewil de axivî, behsa piştgiriya berfireh ji bo tevgera “Jin, Jiyan, Azadî kir û got: “Her wiha em hikûmeta Almanyayê rexne dikin ku sozên xwe yên têkildarî jin û penaberên Efganî de bicîhanî. Jinên Efganî, di bin rejîma Talîbanê de bi tundî û dijminatiya jinê re rû bi rû ne. Em polîtîkayên dawî yên Elmanyayê û bi taybetî jî biryara dersînorkirina penaberan mîna binpêkirina sozên berê yên welar bi nav kir.”
‘Jin dibin hedefa ewil a her cure tundiyê’
Senatora berê ya Efganistanê Belkîs Roşen jî, di axaftina xwe de balkişand li ser qirkirina li Xezayê û destnîşan kir ku jinên li herêmê tenê dikarin bi hevgirtinê li dijî tundiya navxweyî û derveyî li ber xwe bidin. Belkîs Roşen, axaftina xwe wiha domand: "Jin dibin hedefa ewil a her cure tundiyê.”
Belkîs Roşen, di berdewamiya axaftina xwe de têkildarî binpêkirinên mafên jinan ên li Efganistanê de axivî: “Nav û wêneyên jinan di nasnameyên wan de cihnagre û destûr nayê dayîn ku di dema erdhejê de mêr cenazeyên jinan an hîn jinên birîndar di bin kavilan de derbixin.” Belkîs Roşen, di dawiya axaftina xwe de balkişand li ser zextên rejîma Îranê û got: “Gelê Îranê bedelên giran dan û têkoşiyan. Lêbelê beşek ji civakê bi rejîmê re hevkariyê kir û bû sedem ku zextên rejîmê bidome.”
Di dawiya panela ewil de, axaftvanan balkişandin li ser girîngiya hevgirtinê ya li dijî tundî û zextê û diyar kirin ku ev yek ji bo domandina têkoşînê şertek bingehîn avadike.