Li Frankfurtê konferansa 3’emîn salvegera Serhildana Jin, Jiyan, Azadî

Li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê, ji aliyê kampanyaya "Na ji Darvekirinê re, Erê ji Jiyana Azad re" û Platforma Demokratîk a Îranê ve konferansa bîranîna şoreşa Jin, Jiyan, Azadî tê li dar xistin.

Navenda Nûçeyan – Beriya 3 salan piştî qetilkirina Jina Emînî ya ji aliyê hikûmetê ve li Îranê xwepêşandanên civakî, zayendî û hiqûqî destpêkirin. Di van xwepêşandanan de bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" re balkişandin ser rewşa jinan û mafên mirovan. Rûxmê gelek sînordarkirin û zextan jî tevgera gel berdewam kir û aktîvîstên li hundir û derveyî Îranê lêgerîna azadî û mafên xwe domandin.

Tevî gelek sînorkirin û zextan, ev tevger berdewam kir, û çalakvanên li hundir û derveyî Îranê berdewam kirin ku armancên wê ji nû ve binirxînin û bişopînin.

Îro li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê konferansa 3’emîn salvegera Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” tê lidarxistin. Di konferansa ku seat 11:00 destpêkir de, çalakiyên mîna panel, muzîka zindî, performansa hunerî û pêşangeha berhemên hunermend Siwan Saidian tê li dar xistin. Bername, balêdikşîne li ser rola jinan, tifaqên ku hatine avakirin û rêyên fealiyetên li derveyî welat.

Her wiha konferans bi encamnameyek bi dawî bibe.