Ji Kobanê peyam dan: Rêber Apo xeta me ya sor e
Şêniyên bajarê Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. Şêniyan gotin “Rêbertî teqez kir ku Rojavayê Kurdistanê ji bo wî xeta sor e, em jî dibêjin Rêber Apo ji bo me xeta sor e” û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.

Kobanê – Bi pêşengiya Kongra Star a bajarê Kobanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gel li Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist.
Di meşê de bi sedan jin, ciwan, endam û nûnerên sazî û dezgehên li bajar amedebûn. Bi hilgirtina posterên Ocalan, pankartên bi nivîsa “Bi banga aşitî û civaka demokratîk emê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” û alên Kongreya Star, meşê ji qada Jina Azad destpê kir û li qada Aştî bi dawî bû. Di meşê de bê navber siloganên “Bê serok jiyan nabe” û “jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtin li qada Aştiyê, endama kordînesyona Kongra Star a kantona Firatê Xunav Xelîl axivî.
‘Îlhamê ji Rêber Abdullah Ocalan digirin’
Xunav Xelîl bilêv kir ku “Hemû kesayet, civak û derdorên dixwezin bi aştî, azadî û demokrasî bijîn îlham ji Rêber Abdullah Ocalan digirin” û wiha domand: “Rêber Apo bi têkoşîna xwe a 27 salan û bîrdoziya ku ji bo hemû civakan pêşkêş kir, guhertinên dîrokî yên şênber bide avakirin. Ji bo vê jî em dibînin her kes dikare xwe di nava vê pirojeyê de bibîne. Herî dawî jî banga Aştî û Civaka Demokratîk wê bibe zemînê avakirina pergaleke aştiyane û demokratîk. Ev bang tenê ji bo Kurdistanê, di heman demê de wê bibe çarseriya tevahî alozî û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Cîhanê.”
‘Hîn jî dewleta Tirk gavekî şênber neavêtiye’
Xunav Xelîl da zanîn ku pêvajo bi yek alî ve birêve diçe ku ev yek jî bandorên neyî bi xwe re ava dike û wiha axivî: “Di çarçoveya banga Rêber Apo de gelek gavên piratîk hatin avêtin ku serok, partî û hemû aliyên pêwendîdar ve erka xwe a serxistina pêvajoyê pêk anîn. Li beramber van gavan heta niha jî dewleta tirk helwesteke şênber nîşan nedaye, li rex vê yekê jî şertê bingehîn yên serkeftina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk beşdarbûna herdû aliyan a aktîf e.”
‘Em jî dibêjin ku Rêber Apo xeta me ya sor e’
Xunav Xelîl anî ziman ku “Ev pêvajo a çareseriyê ye lê heta niha jî niyeta dewleta tirk a çareseriyê xwe nade der” û got: “Weke gelê Rojavayê Kurdistanê piştî ku Rêbertî teqez kir ku Rojavayê Kurdistanê ji bo wî xeta sor e, em jî dibêjin Rêber Apo ji bo me xeta sor e û emê xebata ya ji bo azadiya wî a fîzîkî dewam bikin û asta têkoşînê xûrt bikin.”
Meş bi silavkirina ked û xebatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.