Jiyanek bi vîna cewherî hatiye afirandin: Jinwar

Gundê Jinan "Jinwar" li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin, sembola jiyaneke nû ye ku ji aliyê jinan ve li ser bingeha jiyana hevbeş, hevgirtin û azadiyê hatiye avakirin.

ŞÊRÎN MUHEMED

Qamişlo – Li goşeyek ji gundên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser qeraxên hêvî û azadiyê, jin bi hev re di gundê jinan Jinwar de dijîn. Gund weke cihekî taybet û azad tê hesibandin ku ji hêla jinan ve bi destên wan hatiye avakirin. Hûn tenê kenê zarokan, rolên ciwanan û jinan û dengê jiyana serbixwe ya ku ji hêla jinên ku red dikin di civakeke sînorkirin û kevneşopiyên îradeya wan îfade nakin de bijîn, tenê siya kesan bin an jî paşguh bin hatine avakirin, dibihîzin.

Gund weke cihekî bi ewle û serbixwe tenê ji bo jinan hatiye damezrandin. Bi berfirehkirina gund jinên wê vê dawiyê maleke ciwanan vekirine ku ciwan dikarin ramanên xwe tê de derbibirin û teşe bidin pêşeroja xwe. Her wiha maleke zarokan ku dikarin tê de bi nirxên azadî û rûmetê mezin bibin û beşeke taybetî ya terapiya fîzîkî ji bo alîkariya jinan bikin ku xwe baş bikin û lênêrîna xwe bikin, hatin vekirin. Klînîka Şîfa Jin jî xizmetên tendirustî yên berfireh li ser bingeha dermanên giyayî û nûjen pêşkêş dike.

'Jin û dayîk jî xwe perwerde dikin û hîn dibin'

Rêvebera gund û mamoste Şêrîn Ehmed der barê perwerdeyên ku li gund tên dayîn û girîngiya wan ji bo pêşxistina jinan de wiha axivî: "Ev bû salek li gundê Jinwar mamosteya seretayî me. Li kêleka perwerdekirina zarokan di dibistanan de, jin û dayîkan jî hînî zimanê Kurdî û Erebî dikim. Ew di xwendinê de gelek bi pêş dikevin. Her wiha fêrbûna zimanan wan zana û bi hêz dike. Di heman demê de em pirtûkên girêdayî dozên civakê, jin û azadî, wekhevî û demokrasiyê dixwînin û xwe di warê uslûb û xîtab de xurt dikin. Di heman demê de li belgefîlmên der barê agahiyên dîrokî, lehengiya jinan tê temaşekirin.

Jiyan komunal e

Şêrîn Ehmed der barê jiyana li gund de wiha dibêje: "Li gund em bêhtir dikevin nava lêkolîn, xwendin û fêrbûna ramanên nû. Em di warê kesayetî de xwe xurttir hîs dikin. Di heman demê de jiyana komunal û rêxistinkirî dijîn, di her tiştî de alîkariya hev dikin, heta xwe perwerde dikin. Em gund weke mala xwe ya mezin dibînin û bi hev re li ser paqijkirin, amadekirina xwarinê, çandinî û her tiştê ku bi jiyana me ya rojane ve girêdayî ye dixebitin. Her jinek li gund di avakirina civakê de roleke bingehîn dilîze."

'Jineke xwendewar civatek xwendewar ava dike'

Şêrîn Ehmed tekez kir ku perwerde beşek girîng ji jiyana wan e û wiha dawî li gotinên xwe anî: "5 meh berê, me dest bi dewreyeke perwerdeya rojane kir û niha em wê di hefteyê de du rojan didomînin. Ev perwerde bîra me xurt dike û agahiyên ku di jiyana xwe ya kesane û têkiliyên bi yên din re jê sûdê digirin, peyda dike. Her wiha şêwaza jiyana me xurt dike. Perwerde ne tenê bi jinan re sînordar e, ciwanan jî dihewîne. Ji ber ku navendeke me ya taybetî ji bo pêşxistina jêhatîbûn û ramanan heye. Bi hevkariya dayîkan, mijarên girîng tên hilbijartin û li ser wan rûniştinên perwerdeyê tên peydakirin. Ji ber ku jin bi paşguhkirin û dûrxistinê re rûbirû mane, girîng e ku jin xwe perwerde bikin. Jineke xwenda civatek xwendekar ava dike. Weke ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje "Perwerde weke av û nan e" divê em xwe perwerde bikin."

Xebatên Şîfa Jin

Fîzyoterapîst Mêrvat Şêxmûs li ser karê xwe yê li gund wiha axivî: "Ez li klînîka Şîfa Jin a li gundê jinan weke fîzyoterapîst dixebitim. Evîna min ji bo vê pîşeyê di temenê biçûk de dest pê kir. Bi demê re hewesa min ji bo vê pîşeyê mezin bû, min dest pê kir ku ji wê fêr bibim, li ser terapiyên fîzyolojîk lêkolîn bikim û agahdariyên girîng ên têkildarî wan berhev bikim. Kîlînk ne tenê jinên gund pêşwazî dike ew ji gundên derdorê jî jinan pêşwazî dike û derfetên pêvajoya dermankirinê ji wan re çêdike. Em girîngî didin derûniya kesên nexweş. Tedawiya fîzîkî gelek girîng e û em hewl didin dûrî emeliyat û dermanên kîmyewî nexweşan tedawî bikin."

'Jinwar bûye ezmûnek şoreşgerî di avakririna civakek alternatîf de'

Mêrvat Şêxmûs bal kişand ser jiyana jinên gundê Jinwar û weke ezmûnek şoreşgerî di avakirina civakek alternatîf de bi nav kir û got: "Li vir jiyan mezin û nû dibe û çîrokeke nû li ser jina ku biryar daye azad, serbixwe be û bikaribe xwe û gundê xwe biparêze tê nivîsandin. Jiyana li gund min motîve dike ku karê xwe bidomînim. Bi alîkariya jinan, dikaribûm xwe bigihîjînim asteke baş kar û piştgirî û alîkarî bidim wan. Li kîlînka Şîfa Jin beşên jinan, beşa tedewiya bi zeyt û dermanên xwezayî, beşa fîzyoterapiyê û beşa alîkariyên destpêkê her wiha beşa zarokan jî di her beşê de heye."

'Xwe di hemû waran de bi pêş dixin'

Evîn Elî der barê Mala Ciwanan û rola wan di nava gund de wiha axivî: "Nêzî 5 salan e li gundê jinan dijîm û weke endamek mala ciwanan a gund dixebitim. Ez ji gundê jinan hez dikim ji ber ku deriyên xwe ji bo hemû jinên cîhanê vedike, ne tenê ji bo jinên herêmê. Gund modelek bêhempa û kolektîf e, ev yek jî jinan û jinên ciwan bêhtir bi hev ve girê dide. Em hewl didin bi riya perwerdeya rêxistinkirî ya ku em didin endaman xwe di hemû aliyan de bi pêş bixin. Em fêrî karê pisporên medyayê û rojnamevanan dibin û di wênekêşî û montajê de perwerdeyê dibînin. Her wiha li gelek amûrên muzîkê didin, govenda folklorîk digrin. Ji bo derbaskirina demê fêrî dirûtin û xêzkirina wêneyan jî dibin. Em xwe di hemû aliyan de bi pêş dixin. Her wiha em hewl didin jinên ciwan ji bikaranîna îneternetê bi awayê şaş dûr bixin û wan bi perwerdeyan mijûl bikin. Jiyana hevbeş li gund dihêle ku em xwe bi pêş bixin."