Hûsî nahêlin jin tevlî Enstîtuya Daraza Bilind bibin

Hûsî bi gaveke ku bû sedema nîqaşan, polîtîkayên cudakar ên li dijî jinên Yemenî didomînin. Niha jî tevlîbûna Enstîtuya Daraza Bilind a li Sanayê ji bo jinan hat qedexekirin. Vê gavê weke gaveke paşverû ya li dijî rêgeza wekhevî û edaletê hat nirxandin.

Yemen – Husiyan cara duyem nehişt ku jin tevlî Enstîtuya Daraza Bilind a li paytext Sanayê bibin. Hiqûqnas vê biryarê weke paşketina di warê mafên jina û rêgeza wekheviyê de dibînin.

Li gorî çavkaniyên hiqûqê, biryar ji aliyê saziyên mafên mirovan û kesên akademîk ve rastî bertekê hatiye. Parêzeran bal kişand ku vê yekê makezagona Yemenê û zagonên di meriyetê de binpê kiriye lewre di zagonan de wekheviya derfetan ji bo herdu zayendan ketiye bin temînatê. Her wiha diyar kirin tenê pejirandina mêran ji bo darazê, derbe li pêşeroja adil dide û nîvê civakê ji jiyana darazê veder dike.

Jinên Yemenî bi vê yekê dê ji dadgerên jin ên ku pirsgirêkên wan fam bikin bêpar bimînin

Li gorî çavdêran encamên biryarê tenê bi vederkirina îdarî bi sînor nîn e; li ser nûnertiya jinan a li dadgehan bandorên nebaş çêdike. Bi hezaran jinên Yemenî bi vê yekê ji dadgerên jin ên ku pirsgirêkên wan fam bikin bêpar tên hiştin. Ev yek jî li welatê ku şer û perçebûn lê serdest e, derfeta gihîştina edaletê qels dike.

Pispor balê dikşînin ku ev gav, perçeyek ji polîtîkaya sistematik a ku di qada giştî de pêşî li jinan digre ye. Ev rewş dişibe biryarên berê yên ku Hûsiyan girtibûn û li gorî wan jin nikarin bi tena serê xwe rêwîtiyê bikin, li saziyên civaka sivîl û bazara taybet de bixebin.

Li gorî agahiyan ji bo betalkirina biryarê, doz li dadgeha îdarî ya li Sanayê hatiye vekirin û hê jî didome.

Biryar li dijî peymanên navneteweyî ye

Rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî, bal kişandin ku vê biryarê mafên jinan ên makezagonî binpê dike û dijberî peymanên navneteweyî yên Yemek alîgirê wane ye. Mînak Peymana Pêşîgirtina Her Cure Cudakariya li Dijî Jinan (CEDAW) heye û dijberî vê ye. Rêxistinan bang kirin ku Hûsî biryarên xwe paşve bikşînin û binpêkirinên sistematik ên li dijî jinan bi lezgînî rawestînin.

Aktivîst jî diyar dikin ku ev polîtîka jinên Yemenî bi zoriyên ku heta niha mînakên wan tune re rûbirû dihêle. Bi van yekan jin ji aliyekî ve bi encamên pevçûnên çekdarî, ji aliyekî ve jî bi polîtîkayên sistematik ên cudakar re neçar dimînin têbikoşin. Her wiha aktivîstan diyar kir ku ji ber ku helwesteke zelal û bi biryar a navneteweyî tune ye, van biryaran yek bi yek dikevin meriyetê.