‘Riya rizgarî û azadbûna ji pergala kapîtalîst bîrdoziya Ocalan e’
Berpirsa beşa Jineolojî ya fakulteya Zanistên Civakî Firyaz Berkel li ser bîrdoziya Abdullah Ocalan û bîrdoziyên dijberî wê got: “Bîrdoziya Rêber Apo pirsgirêk, alozî û nexweşiyên civakî analîz dike û riya çareseriyê dibîne.”

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku weke fîlozof û zanyarê serdemê ji aliyê civak, gel û jinên azadîxwaz û aştîxwaz ve tê pênasekirin.
Abdullah Ocalan di tevahiya jiyana xwe de û tevî ku 27 sal in ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye girtin, dikaribû ji bo gelê Kurd, civakên azadîxwaz û mirovahiyê bi dehan berhemên felsefî û sosyolojî pêşkêş bike. Herî dawî jî îsal bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokartîk derket pêşberî her kesê.
Ocalan bi gotina; “Em di dîrokê de û dîrok di roja me ya îro de veşartiye” dest bi rêwîtiya xwe ya pêşxistina bîrdozî, proje û modeleke nû ya jiyanê kir, dikaribû bi hemû ziraviyan li dijî modernîteya kapîtalîst û pergalên netew-dewletê, pergaleke nû biafirîne û pêşkêş bike.
Berpirsa beşa Jineolojî ya Fakulteya Zanistên Civakî li Zanîngeha Kobanê Firyaz Berkel, bîrdoziya ku Ocalan bi pêş xistiye, pergala niha li ser mirov û civakan serwer e û cudahiya di navbera wan de analîz kir û nirxand.
Firyaz Berkel nirxandina xwe bi şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Ocalan berdewam dike destpê kir û got: “Em komploya navdewletî ku li hemberî Rêber Apo hat pêşşxistin bi tundî şermezar dikin û di vê yekê de sazî û rêxistinên ku îdia dikin mafên mirovan diparêzin sûcdar dibînin. Di vî warî de du pirsên sereke yên ku divê mirov bike hene. Çima Rêber Apo hat armancgirtin û hêzên ku komplo bi pêş xistin li pey çi bûn? Bêguman hemû cîhan bersiva vê yekê dizane lê xwe wisa dikin ku ji vê yekê ne agahdar in.”
‘Bîrdoziya Rêber Apo tekane û cuda ye’
Firyaz Berkel nêrîna xwe ya li ser ramanên Ocalan bi gotinên; “Rêber Apo dikaribû bîrdoziyeke nû ku di asta cîhanê de tekane ye bi pêş bixe” wiha domand: “Bîrdoziya Rêber Apo bi hemû hûrguliyên xwe yekser dijbertiya bîrdozî û fikrên niha li ser civak û gelan serwer e dike û weke alternatîf xwe dide der. Em niha di nava pergal û bîrdoziyeke wisa de dijîn ku mirov ne xwedî hebûna xwe ne û heta di nava projeyên kapîtalîzmê û hêzên netew-dewletê de ji mirovbûnê zêdetir weke amûr tên bikaranîn û pênasekirin.”
‘Rêber Apo nexweşiyên civakî di parzûna xwe re derbas dike’
Firyaz Berkel da diyarkirin ku Ocalan hemû pirsgirêkan di parzûna bîrdoziya xwe derbas kiriye û wiha berdewam kir: “Rêber Apo vê nêzikatiyê rexne dike ku dibêje: “Mirov hebûnek e wisa ye ku xwedî mafê jiyanê, azadî, wekhevî û demokrasiyê ye. Ji bo vê jî tevahî pirsgirêk û aloziyan analîz dike û di parzûna bîrdoziya xwe re derbas dike. Têkiliyên malbatî û nirxên civakî ku hatine windakirin, sîstemên otorîter ên sînoran li pêşiya azadiyê ava kirine, di heman demê de zordariya baviksalar û serdestiya li ser jinan tê meşandin, serdestiya olî û aborî her wiha talan û xirabkirina jîngehê, pergal û rêbazên perwerdeyê ji bo tunekirina azadî û xwebûnê û gelek mijarên din ku Rêber Apo weke nexweşiyên civakî binav dike hene.”
Firyaz Berkel li ser pirsgirêkên ku hatine tesbîtkirin got: “Rêber Apo dema pirsgirêkê digre dest û şîrove dike, di heman demê de çareseriya wê jî pêşkêş dike. Jixwe ya ku Rêber Apo xist xeterê û armanca komployê jî ev yek bû, hêzên serdest qebûl nakin ku aloziyên diafirînin werin teşhîrkirin û çareserkirin.”
‘Nêrîn dijber in lê rastî yek e’
Firyaz Berkel di domandina şîroveyên xwe de bal kişand ser destgirtina azadiya jinan ji aliyê Abdullah Ocalan ve û bi gotinên; “Rêber Apo jinan xistiye navenda çareseriyê” wiha domand: “Em bala xwe bidin bîrdoziya Rêber Apo em ê bibînin ku behsa koka kîjan pirsgirêkê dike, yekser bi koletî û azadiya jinan ve dide girêdan. Bi wateyeke din em nikarin behsa azadiyê bikin heta ku em azadiya jinan misoger nekin. Nêrîna pergala kapîtalîst û netew-dewletê berovajî vê yekê ye, ev pergal jinan mehkumî paşverûtiya civakê dike û asta koletiya li ser jinan jî pergala wan bihêztir dike. Lê Rêber Apo, jinan xistiye navenda çareseriyê, vê yekê jî bi riya zanista Jineolojî pêşkêş dike.”
Firyaz Berkel nirxandinên Ocalan ên li ser hemwelatiyên azad wiha parve kir: “Rêber Apo li aliyekî din behsa rizgarkirina qada perwerde û çapemeniyê ji pencên hişmendiya netew-dewletê dike. Perwerde û bikaranîna çapemeniyê qadên herî bi bandor in di pêkanîna bîrdoziya kapîtalîst de ku ev yek bi rengekî zelal tê dîtin. Li beramberî vê yekê mafê hemwelatîbûniya azad a di biryargirtinê de ku ev jî bi riya komûna demokratîk misoger e bilêv dike. Li dijî dewleta kapîtalîst avakirin û pêşxistina pergala komunal ji bo me pêşkêş dike. Jixwe sîstemên netew-dewletê dizanin tunebûna wan di avakirina sîstemên komûnal de ye, ji bo vê jî ev yek bi tundî tê redkirin.”
Firyaz Berkel hewldanên ji bo tecrîdkirina bîrdoziya Ocalan bi tirsa têkçûna pergalên kapîtalîst ve girêda û bi gotinên; “Ger em xalên ku me anîn ziman bînin gel ev û analîz bikin, em ê têbigihîjin ku çima komployeke bi vî awayî hat pêşxistin” wiha domand: “Hêzên komploger hewl dan bîrdoziya Rêber Apo sînordar bikin û wî tecrîd bikin. Jixwe ji ber vê wî girtin û heta niha tecrîdeke mezin jî li ser tê meşandin.”
‘Jinan bi her awayî bersiva xwe dan’
Di mijara êrîşên li ser nasnameya jin de, Firyaz Berkel diyar kir ku zayenda ku tirsê xist dilê pergala kapîtalîst niha pêşenga projeya azadiyê ye û wiha got: “Bîrdoziya Rêber Apo hemû sînoran derbas kir. Metirsiya hêzên komploger ew bû ku ev bîrdozî di nava gelê Kurd de misoger bibe lê li rex vê yekê me dît ku di asta cîhanê de belav bû, gihîşt asta ku bîrdoziya wî di zanîngehên cîhanê de weke materyaleke sereke were dayîn. Cinsê ku ew jê ditirsin îro pêşengiya proje û bîrdoziya Rêber Apo dikin. Her wiha xwedî şoreş, destkeftî û bîrdoziyeke azad in. Jina ku ew hewl didin, bi riyên cuda û di bin navên cuda e bê vîn, nasname bihêlin û wan bi ‘xwebûn’ bihêlin, îro bi vîna xwe dikaribûn nasnameya jinan a rastîn ji bin axê derxin û nîşan bidin.”
‘Fikrên Rêber Apo têkiliyeke hizrî yên jêneger ava kir’
Firyaz Berkel diyar kir ku niha têkiliyeke fikrî ya nayê sînordarkirin hatiye avakirin û wiha berdewam kir: “Weke zanîngeh komxebateke me bi hinek zanîngehên biyanî, yên Filîbînî, Suwêd û Amerîkî re hebû. Ev zanîngehên di astên pispor de ji me dibêjin ku hêviya wan ew e asta wan bigihîje Zanîngeha Kobanê ku materyalên xwe bispêrin bîrdoziya Rêber Apo. Ev yek diyar dike ku li pêşiya herikîn û belavbûna fikir tu hêz nikare bisekine. Bi saya Rêber Apo îro têkiliyên fikrî di navbera gel, civak û jinan de hatine çêkirin êdî ev têkilî sînoran nas nakin.”
‘Jiyana azad û bi rûmet di bîrdoziya Rêber Apo de ye’
Firyaz Berkel nirxandina xwe bi gotina; “Bîrdoziya Rêber Apo derfeta rizgariyê ye” wiha bi dawî kir: “Rêber Apo herî dawî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo tevahî gelên ku azadiya xwe di vê bîrdoziyê de dibînin, pêşkêş kir. Rêber Apo vê carê bi rengekî zelal û şênbertir hemû xal û mijarên ku riya azadî û xilasiya ji vê pergalê ronî dikin, aniye ziman. Ji bo pratîzekirina van rêgezan jî pêdivî bi xebata sazî û rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqî heye divê xwe berpirsyar bibînin. Her wiha ji bo hemû gelên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide û êdî dixwazin jiyana bi rûmet û azad bijîn, derfeta vê yekê heye. Ji bo vê jî divê em xwedî li Rêber Apo û projeyên wî derkevin û berpirsyariya azadiya wî ya fîzîkî bigrin ser xwe.”