Li Efganistanê xwegihandina medyaya dijîtal hate sînordarkirin

Li Efganistanê Talîbanê, vê carê xwegihandina medyaya dîjîtal sînordar kir.

Navenda Nûçeyan – Li Efganistanê naveroka medyaya dîjîtal hate sînordarkirin. Çavkaniyên Wezareta Ragihandin û Teknolojiya Agahdariyê ya girêdayî Talîbanê, piştrast kirin Facebook, Instagram û X’ê jî di nav de li hinek platforman, fîltreyên naverokê xistine devreyê.

Li gorî nûçeya BBC’ê, sînordarkirin ji bo çiqas parvekirina hatiye dayîn nehatiye diyar kirin û hinel bikarhênerên li paytext Kabîlê ragihandin ku vîdyoyên li Facebookê nayê dîtin û xwegihandina Instagramê jî hatiye sînordarkirin.

Talîban înternetê qût kiribû

Ev yek piştî, beriya du hefteyan li seranserê welat qutbûna înternet û telekomunîkasyonê ya du rojan, hate jiyîn.

Rayedarên Talîbanê, der barê sînordarkirina de tu daxuyaniyên fermî nedan. Lêbelê, meha borî berdevkê ofîsa walîtiya parêzgeha Balkhê, wiha gotibû: “Xwegihandina înternetê "bi armanca pêşîgirtina bêexlaqiyê” hatiye astengkirin.

Li welat li dijî zextên Talîbanê, “yekane têkiliyên a bi cîhana derve” ya jinan, torên înternetê ne. Qutbûna înternetê, hemû qanalên ragihandinê yên jinan jî asteng dike.