Komplo negihîşt armanca xwe: Abdullah Ocalan parzemînan derbas dike
Geşedanên di sala 27’emîn a komploya navneteweyî de tên jiyîn, nîşan dide ku digel tecrîda giran jî, fikir û ramanên Abdullah Ocalan sînor û heta parzemînan jî derbas dike. "Zilamê ku nayê xwestin”, îro çarenûsa Rojhilata Navîn dinvîse.

SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dema ku komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an ya li dijî xwe aşkera kir, wiha gotibû “Divê dirûst bibim, ez nikaribûm rigzarkirina xwe esas bigrim”. Gelo Komploya navneteweyî ku Abdullah Ocalan mîna "Operasyona Gladio" bi nav kir, çawa gav bi gav pêk hat? Gelo têkoşîna li dijî komployê, pêşketinên dîrokî yên çawa derxist holê?
Gavê ewil
Dîroka 15’ê Sibata 1999’an ji bo gelê Kurd xalek werçerxê bû. Lê belê beriya vê dîrokê, di payîza 1998’an de gavê ewil ê komployê hat avêtin. 9’ê Cotmeha 1998’an destpêka komploya navneteweyî bû. Mehek beriya 9’ê Cotmehê, zext li ser hikûmeta Sûriyeyê hat kirin ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derkeve. Di 16’ê Îlona 1998’an de, Fermandarê Hêzên Bejayî yê demê General Atîlla Ateş, li ser sînorê Sûriyeyê daxuyaniyek da û xwest Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê bê derxistin. Bi vî awayî ji bo destpêkirina komployê, gavê yekem hatibû avêtin. Hikûmeta Sûriyeyê kirin bin zexteke giran. Piştî vê daxuyaniyê, serokê PDK’ê Mesûd Barzani bi beşdariya DYE û Îngiltereyê ji bo Enqerê hat gazîkirin û piştre bi serokê YNK’ê re hevdîtin hat kirin. Li Washingtona paytexta DYE’yê jî, di navbera PDK, YNK û DYE’yê de hevpeymanek hat îmzekirin. Bi afîrandina vê tabloyê re, hinek hêz beşdarî komployê hatin kirin.
Ji Sûriyeyê re gef
Li Tirkiyeyê jî yek ji gavên komployê, daxuyanî û peyama ku di vekirina Meclîsê ya di 1’ê Cotmeha 1998’an de bû. Ev yek jî, piştî civîna Konseya Ewlekariya Neteweyî (MKG) ya ku di 30’ê Îlona 1998’an de pêk hat, çêbû. Civîn, bi serokatiya Serokkomarê demê Suleyman Demîrel hatibû lidarxistin. Suleyman Demîrel, di axaftina xwe de gefa mudaxeleya leşkerî li Sûriyeyê xwar. Di dîroka 3’ê Cotmehê de, li Îskenderûna ku li ser sînorê Sûriyê ye, bi beşdariya bi hezaran leşkerên Emerîkî tetbîqatek leşkerî hat kirin. Di heman kêliyê de Îsraîlê, hêzên xwe li Girên Golanê bicih kir. Tirkiyeyê jî ji Hatayê heta navçeya Cizîra Şirnexê ango li sînorê Sûriyê leşkeran bicih kir. Di aliyê dîplomatîk de jî, DYE, Misir û Erebistana Siûdî bi rêya danûstandinan zext li Sûriyeyê kirin. Ev geşedan, li ser bingeha amadekariya şer hatin kirin.
Ji Şamê ji Atîna û Rûsya re
Piştî gefên li dijî Sûriyeyê, hikûmeta Sûriyeyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest ku ji welat derkeve. Bi vî awayî Abdullah Ocalan neçar ma di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derkeve û ji Şamê derbasî Atînayê bû. Abdullah Ocalan bi balafireke rêwiyan a Sûriyeyê ji Balafirgeha Şamê çû Atînayê. Dema ku balafir li Balafirgeha Hellinikon a Atînayê daket, Wezîrê berê yê Gihandinê yê Yewnanîstanê û Wekîlê PASOK'ê Kostas Baduvas li holê ne xuya bûn ku wan bi xwe Abdullah Ocalan vexwendibûn. Li şûna Baduvas, efserê payebilind Savvas Kalenteridis û rayedarên payebilind ên îstixbaratê derketin diyarê Abdullah Ocalan. Biryar hat dayîn ku Abdullah Ocalan Yewnanîstanê terk bike. Abdullah Ocalan di heman rojê de ber bi Moskovayê ve çû û 33 rojan li wir ma.
‘Şêweyekî komployê yê wisa ye ku jê xelasbûn tuneye’
Abdullah Ocalan, piştre vê pêvajoyê bi van gotinan vegot:
Hêzên navborî bi koda “Lezgîn” li Interpolê ji bo girtina Abdullah Ocalan biryara girtinê derxistin. Abdullah Ocalan, ji bo vê hewldanê di 10’ê Cotmehê de wiha got: “Ji Behra Spî heta tevahiya sînorên Sûriyeyê, moşek li her deverê bi cih kirine. Deh hezar leşker li Zaxoyê hatine bicihkirin. Li gel vê, xayînên PDK’ê li Garê dest bi êrîşê kirine. Tedbîrên wiha girtin. Ev hemû bi belge ne. Di qada navneteweyî de Bultena Sor derxistine. Qaşo em biçin kîjan welatî dê me li wir bigrin. Baş e lê em ê biçin kîjan devera cîhanê? Ji bo ku ji van xelas bibî divê mirov biçe ser hîvê yan jî biçe fezayê. Şêweyekî komployê yê wisa ye ku jê xelasbûn tuneye.”
Biryara Dûmayê nehat naskirin
Piştî ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket, agahiyên îstîxbaratê yên cihên çûyê radestî Enqereyê hatin kirin. Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Mesut Yilmaz di 11'ê Cotmeha 1998'an de li ser mijarê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, "Ji îro pê ve em hîn bûn ku Ocalan li Rûsyayê ye." Li ser vê yekê Abdullah Ocalan li Dûmayê, li avahiya Parlamentoya Rûsyayê daxwaza penaberiya siyasî kir. Dumayê, di 4’ê Mijdara 1998’an de vê daxwazê qebûl kir, lê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê James Rubin di daxuyaniya xwe de got ku bila tu kes ji bo Abdullah Ocalan mafê penaberiyê nede. Serokwezîrê Rûsyayê Primakov ku biryara Dûmayê ya derbarê Abdullah Ocalan de esas negirt, 9 roj muhlet da ku Abdullah Ocalan ji Rûsyayê derkeve. Abdullah Ocalan, helwesta Rûsyayê weke “Bêrûmet” pênase kir û got ku bi bedela “Projeya Mavî Akim” û krediya IMF’ê ya bi milyar dolaran ji Moskovê hatiye derxistin. Ocalan, serpêhatiya xwe ya 66 rojan a li Romayê jî wiha vedibêje:
“Helwesta serokwezîrê demê Massimo D’Alema helwesteke durist bû lê têr nedikir. Nekarîbû temînata siyasî ya tam bide. Rewşa me hewaleyî darazê kir. Ez ji vê rewşê aciz bûbûm. Li ber digeriyam ku di firsenda ewil de ji Îtalyayê derkevim. D’Alema di daxuyaniya xwe ya dawî de diyar kiribû ku çiqas bixwazim dikarim li Îtalyayê bimînim. Lê belê ev helwest, bo min weke helwestekî zêde cidî nehat. Şaş nebim di vê navberê de hewldaneke hevpar a Ereban çêbû. Gotin ku dixwazin bibin cihekî ku nedigotin bê ka kuder e. Ji ber ku fermiyet û temînata wê derê tunebû min qebûl nekir. Cara duyemîn a çûyîna min a Rûsyayê xeletî bû. Lê di vê şaşiyê de helwesta necidî ya Nûman Uçar roleke mezin lîst. Min baweriya xwe bi helwesta kesekê ku hêj min fêm nekiriye rastiya wê çiye anî û ketim rê. Heke min rastiya wê bizaniya teqez ji Romayê dernediketim. Bi balafira taybet a D’Alema ji qada NATO’yê derketim. Îcar jî Şefê Îstîxbarata Navxweyî yê Rûsyayê ez qaneh kirim ku herim Ermenistanê û wisa birin balafirgehê. Bawerim li gorî senaryoya hatiye amadekirin, dê li balafirgehê bigotina çûyîna Ermenistanê betal bûye û ger bixwazim dikarim ji bo hefteyekê biçim Tacikistanê û dê di nava vê hefteyê de rêyeke alternatîf peyda bikin. Ango weke ku hatibim xapandin bi balafireke kargoyê derbasî paytexta Tacîkistanê Duşanbeyê kirin. Bêyî ku derkevin derve, hefteyekê di odeyekê de hatim sekinandin. Em dîsa vegeriyan Moskovê. Em neçar man ku dîsa serî li dostên xwe yên Yewnan bidin. Piştî du rojan, di rojeke pir bi macera û sar a Moskovê de me dîsa berê xwe da Atînayê.”
‘Zilamê nayê xwestin’
Zextên ji bo qebûlnekirina Abdullah Ocalan a tu welatekî Ewropî, heta di nava Konseya Ewropayê de jî berdewam kir Abdullah Ocalan ev pêvajo mîna "Zilamê ku li Ewropayê nayê xwestin” bi nav kir. Di 30’ê Çileyê de, Wezîrê Derve yê Yewnanîstanê ya demê Theodoros Pangalos peyamek şand û da zanîn ku dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bike, lê carek din ji aliyê endamên îstîxbaratê Haralambos Stavrakakis û Savvas Kalenteridis ve hat pêşwazîkirin. Abdullah Ocalan ku vê pêvajoyê mîna "xefik" nirxand, rastî gefan hat. Bi însiyatîfa Yewnanîstanê û balafira amadekirî, li balafirgeha Mînskê daket. Roja ku Abdullah Ocalan daket Balafirgeha Mînskê, bi biryareke veşartî ya li Swîsreyê hat girtin, hemû balafirgehên navneteweyî yên Ewropayê bi biryareke hevpar destûra daketina balafira ku Abdullah Ocalan tê de bû, red kirin. Ji ber ku balafira Hollandayê nehat, Abdullah Ocalan ji balafira Yewnanî derneket. Piştî ku digel hemû hewldanan jî Abdullah Ocalan ji balafirê derneket, balafir di şeva di 31’ê Çileyê de saet 4:00’an de vegeriya Atînayê. Ji ber kontrolên hêzên NATO’yê, destûr nehat dayîn balafira ku Abdullah Ocalan tê de bû, ji bo sotemeniyê jî, li balafirgehek din raweste.
Abdullah Ocalan ku nehat xwestin li tu cihekî bimîne, di 2'yê Sibatê 1999’an de ji Yewnanistanê birin Naîrobiya ya ku paytexta Kenya ye. Abdullah Ocalan, diyar kir dema gihîştiye Giorgos Kostoulas wî pêşwazî kiriye û gotiye, “Ez di NATO’yê de, li serê yekîneya ku ev 20 sal in li ser te lêkolîn dikin im. Ez li asîmanan li te digeriyam, vaye tu li vir li diyarê min î.”
Hate revandin
Pêvajoya ku heta 15’ê Sibatê ku Abdullah Ocalan li Balyozxaneya Yewnanîstanê ya li Kenyayê dihat girtin, pêvajoya plan û amadekariyên revandin û anîna ji bo Tirkiyeyê bû. Di encama bazarkirinan de, biryara anîna Abdulllah Ocalan a ji bo Tirkiyeyê hat dayîn û li Tirkiyeyê jî amedekarî hatin kirin. Di heman rojê de Girtîgeha Îmraliyê ya nîvvekirî hat valakirin û radestî Serfermandariya Giştî hat kirin. Dema ku Kenyayê di 15'ê Sibatê de xwest Ocalan dersînor bike, Abdullah Ocalan bi şertê ku biçe Hollandayê ji avahiyê derket. Di êvara 15’ê Sibatê de bi operasyoneke hevpar a rêxistinên îstîxbarata navneteweyî, Abdullah Ocalan ji Balafirgeha Naîrobiyê bi awayekî qorsan hat revandin û radestî Tirkiyeyê hat kirin.
Berxwedan didome
Abdullah Ocalan, bi salan e li Îmraliyê li dijî komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmehê de dest pê kir û di 15’ê Sibatê de bi radestbûna wî ya Tirkiyeyê encam bû, berxwedanek dide. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi paradîgmaya ku li wir bipêş xist re ji bo çareseriya pirsgirêkên ku ji ber modernîteya kapîtalîst çêdibin perspektîfek pêşkêş dike. Paradîgmaya wî li seranserê cîhanê ji aliyê gelên azadîxwaz ve tê qebûlkirin û têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî jî di asta kûrewî de berdewam dike.
‘Komplo gavek kilît e’
Abdullah Ocalan, komploya navneteweyî weke “Ji bo Projeya Mezin a Rojhilata Navîn gava herî girîng” nirxand û ev nirxandin kir:
“Gotina Ecevît a ‘Min bi tu awayî fêm nekir ku Ocalan çima radestî me hat kirin?” gotineke vala nîne. Şerê Yekemîn ê Cîhanê çawa ku bi kuştina Velîahdê Avûstûryaya ji hêla nîjadperestekî Sirp ve dest pê kiribe, ji hêlekî ve ‘Şerê Sêyemîn ê Cîhanê’ jî bi operasyona li dijî min hatibû destpêkirin. Ji bo ku mirov pêvajoya piştî operasyonê fêm bike, divê mirov tiştên beriya operasyonê û di dema operasyonê de baş fêm bike. Serokê DYA’yê Clinton ji bo ku ji Sûriyeyê bêm derxistin bi Serok Hafiz Esed re li Şamê û Swîsreyê du civînên zêdetirî 4 saetan dirêj kiribûn. Hafiz Esad di wan hevdîtinan de bi girîngiya min hesiya. Wî jî guncav dît ku vê pêvajoyê ji demê re bihêle. Ji bo demeke be jî, tu caran daxwazeke ku ji Sûriyeyê derkevim nekir. Li dijî Tirkiyeyê ez weke hêmayeke girîng didîtim û dixwest jê sûd bigire. Min jî Sûriye neçar kir ku helwestekî stratejîk pêş bixe. Lê belê hêza min û rewşa min ji bo serkeftina vêya derfet nedidan. Ger ez li Îranê bûma, dibe ku tifaqeke stratejîk bihata pêşxistin. Di wê mijarê de baweriya min jî bi Îranê nedihat. Gumanên min ji helwestên wan ên kevneşop hebûn. Clinton û pêşengên Kurd ên Iraqê ku di nava têkiliyan de bûn, mayîna min a li Sûriyeyê li dijî armancên xwe yên stratejîk didîtin. Ji ber ku hem Kurdistan û hem jî Kurd roj bi roj ji kontrolê derdiketin. Îsraîl jî ji vê rewşê gelek aciz bû. Asta pêşketinên li Kurdistanê, derketina ji kontrolê ya Kurdistanê, bo wan ne rewşeke ku were qebûlkkirin bû. Kontrolkirina Kurdistanê ji bo planên li ser Iraqê pir girîng bû. Li min ferz dikirin ku teqez ji wir derkevim û dawî li nasnameya Kurdîtiyê û xeta azadiyê bînim.”
Dengê wî parzemînan derbas kir
Armanca komploya navneteweyî ji roja hate jiyîn heta îro, mîna şikandina hev a gelan û şêwekirina emperyalîstan a Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe hat ravekirin. Geşedanên hatin jiyîn, vê tesbîtê piştrast kirin. Tê diyarkirin ku komplo îro bi hemû aliyên xwe didome û şerekî cîhanî yê nav lê nehatiye dayîn e. Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, di bin şert û mercên Îmraliyê de xebatên kûr dimeşîne û berxwedanek mezin nîşan dide, rêyên têkbirina komployê daniye holê. Abdullah Ocalan deriyên diyalog û danûstandinê heta dawî vekir, ji bo mîsogerbûna demokratîkbûnê gelek hewl da. Her çend Abdullah Ocalan di encama komployekê de di bin tecrîdek girankirî de tê girtin jî, dengê wî li seranserê cîhanê deng veda û ji parzemînan jî derbas kir. Piştî ku ew birin Îmraliyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser armanca komployê nirxandinek wiha kir:
"Geşedanên li Kurdistanê pir girîng bûn. Bêbandorkirina min, qet nebe, girêdayî şert û mercan bû. Tasfiyekirina min li gorî polîtîkayên gerdûnî yên wê demê bû. Di wan rojan de, parastina azadiya Kurdistanê û naskirina nasnameya Kurdan, derbaskirina her cure berjewendiyên lîberal ên rojane, pragmatîzm û xweperestiyê hewce dikir; hem çepgir û hem jî rastgir rabûne li ber jiyana modernîteya kapîtalîst ferman dikir. Berovajî vê, cîhana wan rojan cîhanek bû ku lîberalîzma gerdûnî di şerê xwe yê fetihkirinê de berbelav bû. Ev sal bûn ku faşîzma lîberal serdestiya xwe li seranserê cîhanê îlan kir. Ji hêla siyasî ve, Rojhilata Navîn di navenda têkoşîna hegemonîk de bû. Têkoşîna li Kurdistanê faktoreke sereke bû, di hesabên hegemonîk de. Helwesta îdeolojîk û siyasî ya PKK'ê bi eşkereyî bi van hesabên hegemonîk re bi nakok bû. Ji ber vê yekê, tasfiyekirina min tê wateya vekirina rêya li ber van hesaban."
Komplo negihîşt armanca xwe
Abdullah Ocalan, di hevdîtîna parêzeran de hertim li ser komployê nirxandinan kir û destnîşan kir ku gihandina komployê ya pêvajoyê, di aliyê Tirkiyê de jî girîng e. Abdullah Ocalan bi gotina "Ez ne mehkûmê Tirkiyeyê me, yê komployeke navneteweyî me," komployê mîna "komployeke sedsala 21’an" bi nav kir. Di 27 salên derbas bûn de nirxandinên Abdullah Ocalan û bûyerên hatin jiyîn, tiştên diqewimin piştrast kirin. Lê belê, tu caran komplo negihîşt armanca xwe. Yên ku bawer dikirin ku dikarin bi girtina Abdullah Ocalan a di tecrîdeke giran de pêşketinê asteng bikin, di heman demê de li benda tasfiyekirina PKK’ê bûn. Yekîtîya ku di navbera gel de kûrtir bû, plan vala derxistin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevî êrîş, komplo û şert û mercên tecrîdê jî, tu caran dev ji hewldanên xwe yên mîsogerkirina aştiyek mayînde ya li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê berneda. Abdullah Ocalan îro bi Banga Aştî û Civakeke Demokratîk re têkoşîna xwe gihand astek hîn xurttir. Hewldanên wî yên pêşxistina çareseriyek demokratîk û aştiyane ya di pirsgirêka Kurd de, ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo Rojhilata Navîn jî mîna derfeteke mezin tên dîtin.