Li Sûdanê zarokek keç jiyana xwe ji dest da

Di van rojên dawî de li dibistana seretayî ya li El-Obeid, eyaleta Kordofana Bakur a rojavayê Sûdanê zarokek keç a 6 salî piştî bi destdirêjiya mamosteyê xwe jiyana xwe ji dest da.

Sûdan – Li bajarê El-Obeid ê eyaleta Bakurê Kordofanê yê rojavayê Sûdanê destdirêjiya li dijî zarokek keç a 6 salî sûdanê hejand. Zaroka 6 salî piştî ku di hundirê dibistana seretayî de ji aliyê momsteyekî ve bi destdirêjiyê re rûbirû ma, jiyana xwe ji dest da.

Piştî destdirêjiyê gef li zarok hat xwarin

Li gorî ku parêzer û parazvanên mafên mirovan duh eşkere kirin zarok bi xwe diyar kiriye ku çend roj berê ji aliyê mamosteyekî ve rastî êrîş û destdirêjiyê hatiye û wî gef li wê xwariye ku ji malbata xwe re bûyerê venebêje. Bi zêdebûna binpêkirinên li dijî zarokan li Sûdanê re, sûcên tecawiza li dijî zarokan veguheriye krîzeke mirovî û exlaqî ya tirsnak ku tevahiya civakê tehdît dike.

Divê sûcdar bên cezakirin

Parêzeran dan zanîn ku sûcdar mamosteyê perwerdeya îslamî yê dibistanê bûye û îdia kirin ku rêveberiya dibistanê bûyeran veşartiye. Parêzeran daxwaza cezakirina sûcdar kirin her wiha hesab ji rêveberiya dibistanê jî xwestin, ji ber ku bûyerê veşartiye.

Parêzeran eşkere kirin ku rêveberiya dibistanê bi temamkirina prosedurên ji bo berdana mamoste ji bin çavdêriya polîsan bûye berî ku hûrguliyên bûyerê eşkere bibin. Ev jî nîşan dide ku ew bi eşkereyî parastina mafên zarok binpê dike û ji bo rêveberiya dibistanê parastina navê dibistanê di ser edalet û mirovahiyê de ye.