Jinên Efganistanê li dadgehê zextên Talîban vedibêjin

Dadgeha Gel a jinên Efgansitanê di roja duyem de bi guhdarîkirina jinên ku derbarê zextên Talîbanê de diaxivin didome.

Navenda Nûçeyan – Dadgeha Gel a Jinên Efgan li bajarê Madrîd ê Spanyayê di roja duyem de didome. Di dadgehê de li jinan guhdarî hat kirin, di rûniştina îro de astengkirina jinan a xwegihandina xizmetên tenduristiyê, nêzîkatiyên li hemberî jinên astengdar û zarokan û mijarên redkirina mafê bingehîn ên jin û zarokan bi awayekî sîstematîk ji aliyê Talîbanê ve hatin destgirtin.

Jinan zextên Talîbanê vegotin

Jinên ku di dadgehê de axivîn, diyar kirin ku Talîban bi wan ‘cehenemê’ dide jiyîn. Şahidan dan zanîn ku zewaca bi zorê, tundiya di nava malbatê de zêde bûye destnîşan kirin ku ji dema hatina Talîbanê ya li ser desthilatdariyê ve heta niha li dijî jinan ‘Zilm û sûc’ zêde bûne. Şahidek da zanîn ku li dijî tundiya hevjînê xwe gelek caran serî li Talîbanê daye û gilî kiriye lê belê koman ew daxwazname qetandine û tundî lê kirine.

Li dijî hebûna jin û zarokan pêkanînên sîstematîk

Piştî guhdarîkirina şahidan, dozgeriya dadgehê, lîsteya lîderên Talîbanê weşand. Dozgeran diyar kirin ku doz, weke bersiva li hemberî rayedarên Talîbanê ji 15’ê Tebaxa 2021’ê ve heta niha li Efganistanê kampanyaya tacîzê ya xwe dispêre zayenda sazîbûyî, sîstematîk û bi zanabûn li dijî jin û zarokan dide meşandin, amade kirine. Dozgeran da zanîn ku nêzikatiyên Talîbanê li dijî jinan ne jixweber û demkî ne, berovajî bi zanabûn û sîstematîk in, hedef dikin ku jin û zarokan li hemû qadên jiyanê ji holê rakin.