Girtiyên siyasî yên jin sewqî Girtîgeha Evînê hatin kirin
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, girtiyen siyasî yên jin ên piştî êrîşa Îsraîlê ya li dijî Girtîgeha Evînê sewqî Girtîgeha Qerçekê hatibûn kirin, îro sewqî qawîşa 6’emîn a Girtîgeha Evînê hatin kirin.

Navenda Nûçeyan – Aktîvîsta mafên sivîl û girtiya siyasî ya berê Saeedeh Seydal, ragihand ku girtiyen siyasî yên jin ên piştî êrîşa Îsraîlê ya li dijî Girtîgeha Evînê sewqî Girtîgeha Qerçekê hatibûn kirin, îro sewqî qawîşa 6’emîn a Girtîgeha Evînê hatin kirin.
Saeedeh Seydal, ji ajansa me re ragihand ku girtiyên siyasî yên jin beriya êrîşa Îsraîlê ya li dijî Girtîgeha Evînê li qawîşa 5’emîn a girtîgehê diman, îro danê sihare sewqî qawîşa 6’emîn a Girtîgeha Evînê hatin kirin.
Piştî êrîşên Îsraîlê yên li dijî Girtîgeha Evînê, hinek beşên Girtîgeha Evînê hatin wêrankirin û girtiyên siyasî yên jin li wir sewqî Girtîgeha Qerçekê hatibûn kirin. Her wiha girtiyên din jî sewqî Girtîgeha Mezin a Tehranê hatibûn kirin.
Girtiyên siyasî yên jin li Girtîgeha Qerçakê, di aliyê paqijiyê de bi şert û mercên xirab re rû bi rû ne. Gelek ji wan bi pirsgirêkên tenduristiyê yên wekî nexweşiyên enfeksiyon, anemî, kêmbûna xurekê û nebûna lênêrîna bijîşkî re jî têdikoşin.
Li aliyê din, di nava vê mehê de girtiya siyasî Somaye Raşîdî ji ber nebûna lênêrîna bijîşkî ji ber xemsariya hikûmetê jiyana xwe ji dest da. Her wiha nebûna ava germ, kembûna paqîjiyê, xwarinên kêm kalîte û nebûna malzemeyên hîjyenîk û bê xurekî, ji bo girtiyên siyasî veguherî cihek êşek mezin û îşkenceyê. Xemsariya berpirsên girtîgehê, gef li tenduristiya fîzîkî û derûnî ya girtiyan dixwe.