Rêxistina Sara pirsgirêkên jinan dişopîne da ku mafên wan eşkere bike

Rêxistina Sara di sala 2024'an de di perwerdekirina jinan de gelek serkeftin bi dest xist û bi rêya kampanyayên hişyarkirin û perwerdeyê rolek mezin di naskirina jinan a maf û azadiya xwe de lîst.

ESMAA MIHEMED

Qamişlo – Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, ji bo ku civakek bê tundî ava bike, pirsgirêkên civakê dişopîne. Kar û xebatên wê niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û hewl dide di demên pêş de xwe bighîne hemû jinên Sûriyê. Ew ji bo hişyarkirina jinan, ji bo ku jin mafên xwe biparêzin, kar dike. Di heman demê de ew balê dikşîne ser kiryarên ku jin li herêmên dagirkirî rojane pê re rûbirû dimînin.

'Salek tijî çalakî û xebat derbas kir'

Berdevka Rêxistina Sara ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Reşa Derwêş ji ajansa me re qala xebatên xwe yên di sala 2024'an de kir. Reşa Derwêş da zanîn ku di wê salê de gelek çalakî ku tê de sê kampanya hebûn, lidar xistine û wiha got: “Me kampanyaya yekem di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Dinyayê de bi slogana "Namûs ne di bedena jinê de ye, namûs di azadiya ax û civakê de ye" li dar xist. Me ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinê û Piştevaniya Navnetewî jî kampanyayek bi navê ‘Dagirkerî tundiya herî mezin a li ser jinê û xwezayê ye’ lidar xist. Di vê kampanyayê de gelek çalakiyên cur bi cur hebûn. Me ji bo jin û mêran li hemû gund û bajarên herêmê  semîner dan. Di van semîneran de rêjeyên tundiyê û bandorên wê hatin nîqaşkirin. Her wiha di van kampanyayan de perwerde li wargehên Waşokanî û Serêkaniyê hatin dayîn. Me çalakiyek protestoyî li ser asta kantona Cizîrê, li dijî kiryarên ku li herêmên dagirkirî jin lê rast tên, li dar xist.”

'Em hewl didin ku kujer bên cezakirin'

Di nava gotinên xwe de Reşa Derwêş ragihand ku ji bo jin mafên xwe bi dest bixin û azadiya xwe nas bikin, ewê xebatan bimeşînin û di nava tevgerê de bin. Reşa armanca van xebatan bi van gotinan anî ziman: "Em rastî gelek pirsgirêkên tundiyê ku jin di malbat û civakê de rûbirû dimînin, hatin. Em ê şopandina van dozan li dadgehên Rêveberiya Xweser bidomînin. Di nav de şantajên elektronîk, qetilkirin, xwekuştin û destavêtin hene. Ji bo ku kujer bên cezakirin, em gelek ked didin. Di hin dozan de jî kujer cezayê muebetê xwarin, ew jî cezayên rastîn in ji bo ku kujer carek din tundiyê an destdirêjiyê li ser jinan nekin û ev yek mîna mafek nebînin."

'Pêwîst e jin xwe biparêze'

Reşa Derwêş destnîşan kir ku divê jin zagonên parastina wê dikin pêk bînin û got: "Hîn zagon hene divê jin ji xwe re pêk bînin. Ji bo ku xwe ji kiryaran biparêzin. Ev kampanya û perwerdeyên ku em didin jî, dibin bend li pêşiya zêdekirina tundiya ku jin li hemû herêmê rojane pê re rûbirû dimînin. Di sala 2024'an de 12 cînayetên qetilkirinê pêk hatin. Li gor rêjeya sala 2023'yan kêmtir bûye û ew jî gavek baş bû, lê divê ev cînayet bi temamî ji holê bên rakirin."

'Em ê xwe bighînin hemû jinên Sûriyê'

Reşa Derwêş balkişand ser zor û zehmetî û astengiyên ku dibînin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Rewşa ku herêm tê re derbas dibe, bandorê li ser civakê bi taybetî jî li ser jinan dike. Ji ber vê yekê hewceyî bi pêşxistina kesayetî heye, ji bo ku em karibin bi rewşê re tevbigerin û rê li pêşiya astengiyan bigirin. Em hewl didin şaxek xwe li bajarê Şamê ya Sûriyê jî vekin ku bibin hêzên çareseriya pirsgirêkên jinên li wan deveran jî. Armanc azadkirina jinan e û gihandina fikra azad a cudekariyê qebûl nake ji hemû jinên Sûriyê re. Me bi rêya navendên xwe hewl da ku em piştevaniya jinên ku di şer û koçberiyê re derbas bûne, bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku kiryaran li ser xwe qebûl nekin. Bêdeng nemînin û mafê xwe bixwazin. Divê jin parastina xwe bikin û bi rêxistinên jinan re alîkar bin. Divê jin xwe perwerde û rêxistin bikin û li dijî kiryaran têbikoşin.”