Meclisa Parastina Zarokan: Divê dewleta Tirk bê darizandin

Meclisa Parastina Zarokan destnîşan kir ku di zêdetirî 2 mehan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta Tirk û çeteyên wê bi êrişan gelek zarok qetil kirine û bang kirin ku divê dewleta Tirk bê darizandin.

Navenda Nûçeyan – Meclisa Parastina Zarokan, têkildarî qetilkirina zarokan ji aliyê dewleta Tirk ve li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. 

Daxuyanî bi kurdî û erebî ji aliyê mamoste Aliya Hesen û endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Seher Mehemûd ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di navbera 2’yê Kanûna 2024’an heta 28’ê Çileya 2025’an dewleta Tirk û çeteyên wê 76 sivîlan sîvîlan qetilkirine ku di nav wan de jin û zarok jî hene û banga darizandina dewleta Tirk kirin.

‘Dewleta Tirk û çeteyên wê ewlehiya welatiyan dixe metirsiyê’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk û çeteyên “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê” bi her cure çekan êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ewlehiya welatiyan dixe metirsiyê û wiha hat gotin: “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê bi awayekî aşkera û sîstematîk, zarok û sivîlan armanc digire. Li dijî hemû peymanên navneteweyî tev digere, bi balafirên şer û moşekan li dijî zarok û sivîlan êrişan pêk tîne.” 

‘76 kes hatin qetilkirin’

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Ji 2’yê Kanûnê (2024) heta 28’ê Çileyê, 76 sivîlan jiyana xwe ji dest da. 17 zarok, 13 jin û 84 sivîl birîndar bûne, ji wan 11 zarok û 9 jin in. Ji 26`ê Çileyê heta 28`ê Çileyê 17 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da, 23 kesên din jî birîndar bûn. Li gundê El Cemmas ê Eyn Îsa 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û dayika wan jî bi giranî birîndar bû. Li gundê Um Harmel ê Zirganê jî 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da, di nava wan de zarokek hebû, 9 kes jî birîndar bûn ku ji wan 4 jin in. Li bajarê Sirînê 12 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da ku ji wan 5 zarok bûn û 4 zarok û 13 kesên din jî birîndar bûn.”

‘Rêgez û peymanên navneteweyî binpê dikin’

Hat destnîşan kirin ku ew wek Meclisa Parastina Zarokan bi tundî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê şermezar dikin û wiha hat gotin: “Komên sivîl, zarok, tîmên bijîşkî, ambulans û rojnamevan bi zanebûn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyan ve tên hedefgirtin. Bi van gavan hemû rêgez û peymanên navneteweyî binpê dikin.”

‘Divê li dadgehên navneteweyî bên darizandin’

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin, ev bêdengî rê li ber dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê vedike ku êrişên xwe li dijî welatiyan bidomîne û wiha hat gotin: “Divê dewleta Tirk li hemberî sivîlan komkujiyan pêk tîne, bi taybet zarokan, li gorî sûcê xwe jî divê li dadgehên navneteweyî bên darizandin.”